Ne hedê kesekî ye Kurdan ji vê axê derxe

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, di axaftineke xwe ya beriya bi çend rojan de gefa sirgûnkirinê li Kurdan kir. Erdogan bi gotina, “LiTirkiyeyê cihekî wekî Kurdistanê nîne, li Iraqê cihekî wisa heye, herin wir”, polîtîkaya dewleta Tirk a îmha û înkara sed salan dubare kir. Her wiha doh jî bi gotina, “Cihê HDP’yiyan li Tirkiyeyê nîne”, ev israra xwe domand. Çend sedemen van gotinên Erdogan hene bêguman. Lê em wan di bin çar xalan de berhev bikin.

Yek: Erdogan ji sala 2015’an ve bi hemû hêza dewletê li hemberî gelê kurd şerekî dimeşîne. Di serî de bi xwe, aligirê xwe Bahçelî û tifalê xwe Suleyman Soylu, gelek caran sonda qedandina têkoşîna gelê Kurd xwar. Baweriya xwe bi vê yekê anî. Wan hemû hêza dewletê seferber kir. Hemû qanûnên xwe binpêkirin û dewlet wekî çeteyekê bi kar anîn. Lê di dawiya çar salan de Erdogan ne tenê bi xwe û nîvekarên xwe Tirkiye jî anî ber têkçûnê. Ligel hemû êrişên dijminane jî gelê Kurd û têkoşîna wî di her warî de li ser piyan e û li ber xwe dide. Hemû xeyalên Erdogan ên têkbirina têkoşîna azadiyê, îmha û înkarê careke din hatin ruxandin. Sedemeke kîn, nefret û dijminiya Erdogan ev e.

Didu: Erdogan xeyalên sultaniyê dikirin. Ew ê bibûya serokê cihanê. Ji bo vê dest avêt hundirê gelek welatên Ereban. Ji bovê li Sûrî, Iraq, Libya û gelek welatên din komên çete xwedî kirin. Gelek derfeten dewletê ji bo vê seferber kirin. Lê rastî mertalê hişk ê gelê Kurd hat. Peşiya wî ji Kerkûk, Şengal heta Qamişlo û Efrîne hate girtin. Xeyalên Osmaniya Nû diqirikê de hatin hiştin. Ji bo ji mertalê Kurd derbas bibe, soz û tawîzên mezin dan Rûsyayê û êrişî Efrînê kir. Ligel hemû êrîşan jî têkiliya Erdogan a bi van komên çete re hate rûxandin û girêdayî vê, xeyalen wî yên sultaniyê hatin şikandin. Niha di destê Erdogan de çend komên çete mane û ew jî ji faydeyê zêdetir, bûne bela serê Erdogan. Cihan di encama têkoşîna dîrokî a gelê Kurd de êdî gelê Kurd wekî hêz dibîne û daxwazên îmha kirinê ên dewleta Tirk qebûl nake. Niha ji ber polîtîkaya dijminiya gelê Kurd di navbera Emerîka û Rûsyayê de tengav bûye. Sedemeke din a kîn, nefret û dijminiya Erdogan ev e.

Sisê: Erdogan ji bo şerê li hemberî gelê Kurd bimeşîne hemû qanûnên Tirkiyeyê betal kirin. Bûtçeyeke mezin ji bo şer seferber kir. Hêzên wekî SADAT’ê yên milîtarîst organîze kirin. Li Iraq û Sûriyê jî heman bûdçe xerc kirin. Diencama vê polîtîkayê de hemû saziyên dewletê niha iflas kirine. Terzek çetewari derketiye holê. Ewlehiya can û malê kesî nema ye. Ev du meh in ku bahaneyen karmendan ji qaseya Banqeya Navendî tê dayîn. Dibe meheke din di karê mehaneyên karmendan bide. Ji ber ku ewlehiya mal û canêkesê nîne razemeniyên biyanî vedikişin û yên nû nayên. Tirkiye di aliyê aborî de her roj zêdetir ber bi têkçûnê ve diçe. Qaşo dê bibûya siltan lê niha nikare meaşên kulmek çeteyên li Sûriyeyê di dest de mayîn bide, her roj li dijî Erdogan serî radikin. Erdogna bi gotina, “Behsa sîr û pivazan dikin. Ma hûn bihayê guleyekê dizanin” îtîraf kir ku şerê li dijî gelê kurd Erdogan aniye çi halî. Muhtacî pîvazê kiriye.

Çar: Ji ber ku siyaseta wî ya derve têk çû û tengav bûye, di vêhilbijartinê de ne dikare gefan li ti dewletan bixwe û ne jî dikare behsa serokatiya cihanê bike. Ji ber ku butceya şerî, aborî têk biriye. Êdî nikare behsa projeyan û darajtina betonê jî bike. Li ser van tevan stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê hemû hesabên wî tevlihev kirin. Ligel hemu diziyan jî, li Kurdistanê ew ê şeqama heq kirî, bixwe; li Tirkiyeyê jî dê gelek bajaren mezin winda bike. Erdogan çav berdabû qaseya hind şaredariyan. Jixwe, ji niha ve bi vekirina noqteyen firotina sîr û pîvazan qaseyên van şaredariyan bi kar tîne. Erdogan û siyaseta wî ya faşîst dê qelstir bibin. Ziravê wî ji qelsbûne û windakirinê diqete. Ji ber ku gelek sûc kirin, gelek guneh kirin û ew ê hesabê vê yekê bide. Ev çarenûs li peşiya wî ye. Stratejiya HDP’ê bûye kâbusê wî. Darizandina xwe di stratejiya HDP’ê de bîne.

Ji bo vê yekê, bi şev û roj, radibe û rûdine êrişî HDP´ê û gelê Kurd dike. Behsa nefîkirina gelê Kurd dike. Lê ev gef ji tirsê ne. Hedê kesê nîne gelê kurd ji vê axê derxe. Hêza kesî jî têrê nake. Bav û kalên Erdogan jî heman xeyal kirin, lê li hemberî kokên gelê Kurd bi hezaran salen e berdane nava vê axê, hemû xeyalên nefîkirin û îmhakirinê têk çûn. Xwediyên wan jî têk çûn. Çarenûsa Erdogan jî, ji ya wan cuda nabe. Hêza gelê Kurd êdî hêza înkar û îmhayê ya dewleta Tirk li paş xwe hiştiye. Kes nikare pêşiya azadiya gelê Kurd bigire. Ev der Kurdistan e û ev statu jî wê bê qebûlkirin. Ji bo vê me got, Ya Me Ye. Bi deh hezaran salan Kurdistan a me ye û heta hetayê jî Kurdistan Ya Me Ye.