Newroz di krîza şewba korona de

Newroza sala 2020’an di dema krîza şewba koronyê de di ser me re bihurî. Pîrozbahiyên girseyî hatin betalkirin, pîrozbahiyên alternatîf hatin pêşniyazkirin. Ji bilî çend pîrozbahiyên ku dîsa jî xelk civiya û li dora agir govend gerandin, xelkê li gora tevdîrên şewbê Newroz pîroz kir. Lê girseya ku li derve nebû, Newroz bi awayên afirîner pîroz kir. Bi nîşanîhevdana em li vir in û Newrozê pîroz dikin a fizîkî – pêxistn û vemirandina lempeyan, derketina şaneşînan û li çepikan dan, ji devê deriyan û ji ser şaneşînan li hev pîrozkirina Newrozê – ne tenê moralê didin hev, ew şertên civakîbûna xwe ya weke Kurd di rewşên krîzê de jî bi cih tînin.

Gelek hevalan heger hebûn li hewş û şaneşînên xwe, gelekên din weke malbata min li nava mal û stra xwe bi dadana agirên piçûk, bi gerandina govendê Newroz pîroz kir û bi dîmenan, bi wêneyan ji dost û hevalan re şand, Newroza wan pîroz kir. Ev nîşandana hesta “em ji yek civakê ne, kul û xemên me, şahî û cejnên me yek in” e. Ji ber wê jî bivê nevê anî bîra min ka carê, gava ku tirsa ji dewleta Tirk weke perdeyeke reş xwe berdabû ser miletê me, hin kesan li hewşên xwe û gelek ciwanan li çiyê agirê Newrozê pê dixist.

Axir gotinên dirêj ne lazim in. Bi ya min di rewşên wisa de ya herî muhim ew e mirov li mala xwe Newrozê gava pîroz dike, pê re bi endamên wê malê re hisa civakîbûna bi Newrozê re dewamî dike. Ez rûniştim û min ji zarokên xwe re efsaneya Newrozê û Kawayê Hesinkar careke din got. Vê carê ne li dibistanên wan be jî hate bîra wan û ji bo wan ew bû bibîranîna civakîkirina Newrozê.

Mirov dikare vê rojê di rewşê krîzê de jî taybet bike. Me cil û bergên Kurdî li xwe kirin, bi nêrgizan hundirê mala xwe xemiland, agirekî piçûk dada û li ber stranên Newrozê jî li dora agir me govend gerand. Hemû jî ji bo ku ji bo zarokên me taybetbûna vê rojê ji bo civakîbûna Kurdî bimîne, em vê bi dost û hevalan re parve bikin û ew jî taybetbûna vê rojê bi me re parve bikin. Rojên wisa ji ya ku em bîra wê dibin û wê de li ser kesayet û nasnameya me bi tesîr in. Axir Newroz li we tevan pîroz be û bê qeza û belayên mezintir ev krîza hanê di ser me re bibihure.