Niqaşên li ser pirtûka Mahîr Çayan

Hefteya borî çend bûyerên ku rûtîna rojevê guherandin qewimîn. Bêguman yek ji wan û ya di asta cîhanî de girîng jî eşkerekirina kujerê serokdewletê berê yê Swêdê Olaf Palme bû. Ev bûyer li dijî têkoşîna rewa ya Kurdistanê weke jehrê hatibû bikaranîn. Palme ku yek ji dostê eşkere yê bindestan û wisa jî yê Kurdan bû. Mîna ji aliyê Kurdan ve hatibe qetilkirin, hatibû nîşandan.
Mixabin hêza Kurdan têrê nekiribû ku wê bêbextiyê zelal û eşkere bikin. Jixwe ti hêzên din jî nema karîbûn rastiya bûyerê û yên kirîn derxîne holê. Lewra ew kiryara hêzên tarî yên serdestên dinê bû û hê jî di tarîtiyê de ye. Lê qet nebe ji îro şûnde divê Kurd lê bixebitin ku wê lekeya bi bêbextî li ser wan hatî ferzkirin, li xwediyên wê yên esasî vegerînin.
Her wisa ya duyamîn jî şehadeta yek ji fermandar û ramyarê siyasî yê Kurd Qasim Engîn bû. Di van salên dawî de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di encama êrişên hewayî yên bêbext û rûreş de gelek şehîdan dide. Ev şehîd gelê Kurd ji dil ve birîndar dike û ji bo têkoşînê xisareke mezin in. Fermandarên leşkerî û pêşengên siyasî yên sih çil salan bi van êrişan şehîd dibin. Niha li seranserê welatî û li deverên Kurd lê dijîn şîna fermandar Engîn tê gerandin. Gelê me ji dil birîndar e.
Li gorî payepêdanê babeteke girîng ya qewimî jî niqaşên li dora pirtûka yek ji şoreşgerê navdar ê Tirk Mahîr Çayan bû. Em bi daxûyanî û rexneya nivîskar Hesen Hûseyîn Denîz a di çarçoveya watsappa PENA KURD de belavkirî pê agahdar bûn. Denîz bi tundî rexne lê digirt ku pirtûka M. Çayan li Kurdî hatiye wergerandin û ew li Rojava tê belavkirin. Li gorî Denîz, Çayan Kemalîstekî xwerû bû û di analîzên wî yên der barê çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê de cih nedaye rizgariya gelê Kurd. Bi tenê pirsgirêkê weke desthilatdariya komekê (olîgarşî) pênase kiriye. Lewre jî divê ew pirtûk ku tê de bi qencî behsa Mustafa Kemal tê kirin neyê belavkirin û ew jî dê bibe sedem ku serê ciwanên Kurd ango gelê Kurd tevlihev bibe.
Di vir de xalên balkêş li gorî me ev in.
Pirtûk ji aliyê nivîskar Dildar Şeko (Tizyanî) ve li Kurdî hatiye wergerandin. Hêjayî gotinê ye ku Şeko temenê xwe di nav KDPê de derbas kiriye û ew derdor zêde nêzî tevger û ramanên çepên Tirk nînin. Divêtî ye mirov bizane ka Dildar Şeko wê berhemê bi çi mebestê wergerandiye.
Li aliyê din gava birêz Denîz ew agahî belav kir, em çi bibînin mîna ku tu çirûskek agirî bi loda kayî bixînî. Êdî şîroveyên weke:’Çep û çepgir ji xwe ji destpêkê ve dijminên gelê Kurd in. Divê em ji wan dûr bisekinin.’ Wisa jî bi awayekî sernixûmandî li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xistin.
Di vir de xala bi qasî wergervaniya birêz Şeko girîng jî dijberiya birêz Denîz a ji bo pirtûkê ye. Çawa ku Dildar temenê xwe di nav tevgereke weke KDPê de derbas dike û bi karekî wiha radibe wisa jî birêz Deniz temenê xwe di nav refên Tevgera Azadiyê de derbas kiriye û ew tevger ji destpêkê ve weke şopîner û hebînera Mahîr û Denizan hatiye himatê. Di her mercî de pêşengên tevgerê anîne ser ziman ku ew rêça Mahîran dişopînin. Heta birêz Ocalan digot: ‘Ew ketin axê, me aj da.’
Helbet tevger ne weke şablona ramanî ye û ne merc e ku her kesê di nav de bi her awayî jî weke hevdu bifikirin, lê eger babet hinde girîng û jiyanî be, divê rexnelixwegirtin jî hebe. Em di daxûyaniya birêz Denîz de rastî vî şêweyî nayên.
Ya ku ez dixwazim bi bîra birêz Denîz bînim ev e: Ew tevgera salên 1968an a ku li tevahiya dinê û li Anatolyayê jî bi daxwaza şoreşê rabûbûn hîna di temenên salên bîstî de bûn. Mahîr û Denîz û hevalên wan gava hatin qetilkirin jî 25 salî bûn. Ji bo diyarkirina çarenivîsa welatekî weke Anatolya û Kurdistanê ew temen ji her aliyê ve pir ciwan dimîne. Ev nayê wê maneyê ku rexneyên der barê Kemalîzmê de ne di cih de ne. Helbet ew kêmasiya wan a bingehîn e. Lê divê mirov mafên wan teslîm bike ku li gorî baweriya xwe heta dawiyê li ber xwe dan û gotina wan a di bin sêdarê de jî ne payepêdana Kemalîzmê bû. Bileqsê wê silav li azadiya gelên Tirk û Kurd kirin.
Li aliyê din bi destpêka şoreşa Rojava re bi sedan şagirtên wan yên serdema me berê xwe dan Rojava bi dehan hevalên wan jî li wir şehîd bûn.
Her wisa divê mirov ji bîr neke ku Kurd û Kurdistan êdî ne di rewş û mercên kevin de ne. Kurd niha bi raman, siyaset û bîrdoziya xwe bi resenî radibin. Êdî herêm ji ramanên pêşengên Kurd bandorê digire.
Divêt rewşenbîrên me ne li dijî qedexekirina pirtûkan bin. Nemaze çiqas berhemên bi Kurdî zêde bin, baştir e.