Niv-xerbende ya dîktator!…

Dewleta AKP’ê sucê mirovaniyê dike. Biqasî dewleta Hitler gunehkar e. Cîhan nikare gunehkariya dewleta AKPê, bihêle qiyametê. 

Sûr, Cizîr, Guernica ne. Guernica bajarê Baskan e; hêzên faşîst yên Îtalya û Elmanya bajar li erdê yeksan kirin. Piştî ku Picasso tebloya bi navê Guernica (1937) çêkir, kete rojeva cîhanê û hîna di rojeva cîhanê de ye. 

Ne  dîroka veşartî ye, gelek dem jî derbas nebûye: Hitler bi armanca têkbirin û tunekirina dînamîzma gelên cîhanê haraket kir. Xwest tevahiya dînamîzma gelên cîhanê, di kûra dojehî de bihelîne, nifşê ‘ar’ biafirîne. Li Stalingradê li hemberî "hêza îradeya gel" têk çû.    

Dîrok neynik e: Tayyip Erdogan jî, ligel çeteyên DAIŞ’ê kete nava ‘cehd’ê û xwest li Rojava dînamîzma gelê Kurd bişîkîne, têk çû. Berê xwe da Bakûrê Kurdistanê, bi tanq û topan êrîşî navçeyan dike, di arêna siyasî û kulturî de bûye qotik û ha ha sefaleta qirkirinê dijî. Li çar aliyê Bakûrê Kurdistanê “kûrra bûkê” daye dest pê kirin. Êrîşî gorîstanan, mizgeftan jî dike. Dixwaze dinamîzma gelê Kurd têk bibe. 

Serokê muxalafeta Tirkiyê Kew Kemal, ji bo Tayyip Erdogan, gotina ‘diktatorê nivrê, yan jî xirbende’ bi kar anî. Gotin, di cihê xwe de ye, lê kêm e. Her diktator xwe ‘niv feylesof’, ‘nîv edebiyatzan’ dibîne. Ji bo vê jî, dest diavêje malbatan, dest diavêje ciwanan, dest diavêje xwendekaran… “Xerbende diktator” jî hinekî vêdetir diçe, dest diavêje, nexşeya mêjiyê rewşenbîr, akademisyen û feylesofan. Şol diherike, şor û suravkî lêdixe!…

Destiniya trajîk ya diktatoran hevpar e. Referansa wan; yek, teva bi agir dilîzin. Du, teva  gomlekê ji agir li xwe dikin. Sê, qilpaxê derya dîrokê digirin, qilpaxê deriyê derewan vedikin. Çar, evîndarê axaftinê ne. Pênc, bi derewan reş dikin, bi çeteyan tune dikin. Pênc, dewlet û partiya xwe dikine yek. 

Diktator, felsefeya siyasetê red dikin, dibine çêlîkên doktrînan. Bi vî rengî, atlasê atmosferê siyasî, civakî û akademîk ji holê radikirin. Her diktator dewlemendên xwe çêdike û şerekî neteweyî dide dest pê kirin. 

Di şerê sêyemîn yê cîhanê de, diktatorek derkete holê û  dixwaze,  dengeyek ‘dehşetengîz’ derbixe holê. Destekê dide çeteyên  terorê, ola islamî radîqal dike. Bi vî rengî, mirovan ji bo mirinê  motîve dike. Polîsên kontra, êdî çardarên hevalên xwe yên bi pere, bi ‘tekbîr’an ber bi gorîstanê derdixine rê.

Diktatorê sedsalê, li hemberî çavên cîhanê navçeyên bakurê Kurdistanê bi erdê ve yeksan dike. Cîhan temaşe dike. 

Tez: DAIŞ û Erdogan ji bo têkbirina rêkûpêkiya cîhana îslamî, wek aktor hatine bijartin. Her du hêzên çete û kontra, nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn serûbinî hev dikin. DAIŞ, li Iraq û Suriye berhemên dîroka deh hezar salş tune dike, cografya vala dike. Erdogan û dewleta Tirk jî, li Bakûrê Kurdistanê dîroka deh hezar salî tûne dike û cografya Kurdistanê vala dike. 

Emerîka û Ewropa jî, di şerê cîhanî de, DAIŞê, Tirkiyê û Erdogan bikartînin. 

Kurdistan navenda şerê cîhanî ye… Dewleta kontra Tirkiyê ji aliyekî ve, çeteyên DAIŞê, El Nusra û Ahrar el-Şam jî, ji aliyekî ve, bi tanq û topan, bi meterilyoz û wesaîtên zirxî  êrîşî Kurdan dikin. 

Cîhana ku dibêje, “em li dijî her cûre terorê têkoşînê dikin”, koalisyona navneteweyî avakirine, terora dewleta Tirk ji nedîtîve tê. 

Cîhana ku, çeteyên DAIŞê dijminê mirovaniyê ilan kiriye, di şerê li dijî DAIŞê de, navê Kurdan û hêzên Kurd, YPG/YPJê  bi serê lêvan jî nadikirînin. Di berxwedana Kobanê de, YPG/YPJ wek cengawerên sedsalê binavkirin, fermandarên hêzên Kurd vexwendin qesrên payîtextên Ewropa. Koban wek bajarê şehîdan bi nav kirin, di çareseriyê de dirutiyê dikin. 

Niv dikatator, di keseyeta akademisyen, feylesof, nivîskar û  hunermendên Tirkiyê de, tevahiya mêjiyê têgihiştî û vijdanê şiyar gotina “alçak” bikar tîne. Eger cîhan, hewqasî ne bi xîret û bê rûmet be çima deng nake!… Ne nîv, ne xerbende, tam  diktatorek heye. 

Piştî 42 salan, (1973) Picasso bûye ekranên televizyonan û Guernica Sur, Guernica Cizîr, Guernica Şirnex û Guernica Silopî şanî cîhanê teva dide. Korîtî, dêdengî, kerrûlalîtiya aktorên cîhanê, li hemberî terora dewleta “nîv diktator” tê çi wateyê?  Xiyanet gelo, yan berjewendî!…