Niyeta PDK’ê ne çareserî ye

Parlamanterê Iraqê yê ser bi YNK’ê Meriwan Nadir got, ti niyeta PDK’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê nîne. Wî wekî din got, şertê YNK’ê yê tevlîbûna hikûmeta nû, çareserkirina mijara Kerkûkê û hilbijartina waliyekî Kurd ji bo Kerkûkê ye. Wî da zanîn ku Kerkûk di qonaxeke gelekê dijwar, giran û xirab re derbaz dibe, bi awayek giştî xelkê Kerkûkê ji vê rewşê nerazî ye.

Ev 247 roj di ser hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbaz dibin. Di vê mohletê de 2 caran YNK û PDK li ser pêkanîna hikûmetê li hev kir. Lê di pratîkê de bê encam ma. Hikûmet hîna jî ava nebûye. Rêveberên her du aliyan hevûdû sucdar dikin.

Pirsgirêka herî mezin ya di navbera YNK û PDK’ê de, mijara walîtiya Kerkûkê ye. YNK erkê walitiya Kerkûkê weke para xwe dibîne. PDK vê yekê bi şert dipejirîne. PDK dibêje, divê kesê bibe walî, bi razîbûna wan çêbe.

Endamê parlamentoya Iraqê ya li ser fraksiyona YNK´ê Merîwan Nadir li ser mijarê da zanîn ku şertê despêkê yê tevlîbûna YNK’ê ji bo hikûmeta nû, çareserkirina mijara Kerkûkê û hilbijartina waliyekî Kurd ji bo Kerkûkê ye.

Xelkê bajêr nerazî ye

Merîwan di dewamê de got, wan dît ku ti niyeteke cidî ya PDK’ê ji bo karkirina lihevkirinê nîne. Merîwan da zanîn ku bi giştî jî di lihevkirinê de mijara Kerkûkê hatiye paşguhxistin û wiha pê de çû; “Ji bo vê YNK’ê li parlamentoyê deng neda serokê herêmê. Ji ber ku ti garantiyek pêkanîna lihevkirina di navbera YNK û PDK’ê ya ji bo çareserkirina mijara Kerkûkê nebû.

Parlamenterê YNK’ê di dewamê de balkêşa ser xirabiya rewşa Kerkûk ya di aliyê siyasî, ewlekarî û îdarî de jî û got; “Kerkûk di qonaxeke gelek dijwar, giran û xirab de derbaz dibe. Dibin hukmê eskerî de ye. Li gorî bajarên din yên Iraqê, danûstandinek cuda bi Kerkûkê re tê kirin. Bi awayekî giştî xelkê Kerkûkê ji vê rewşê nerazî ne.”

Parlamenter Merîwan di dawiyê de waliyê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî rexne kir û got; “Nikare ji bo hemû pêkhateyan bibe waliyê bajêr. Ew siyaseta xwe ya dema Baesê ji bo talankirinê herêmê bi kar tîne. Waliyê Kerkûkê dest pê kiribû û dixwest pêngavên hizba Baesê temam bike. Ji bo çareseriya rewşa heyî, me weke YNK li hemû deriyan daye.”

ROJNEWS / KERKÛK