Nûçeya berî 54 salan a derheqa Kurdzana Çekî de

Ji destê çepê: Ereb Şamîlov, Şikoyê Hesen, Sîma Semend, Adéla Křikavová û Hecîyê Cindî

Li vir jî ez ê cih bidim nûçeyeke Riya Teze ku berî 54 salan derçûye, û behsa serdana Kurdzana Çekî, Adéla Křikavová dike. Min cara yekê di vê nûçeyê de navê wê bihîst. Min xwest him bi rêya vê nûçeyê hebekî be jî em Adéla Křikavová nas bikin û her wiha zimanê rojnamevaniya hingî a Riya Teze jî.

ÎBRAHÎMBULAK

Dibe ku dubare be, lê dîsa jî mirov bi bîr bixe, zerara wê tine, rojnameya Riya Teze (R´ya Teze), di gelek waran de ji bo Kurdî arşîveke bêhempa ye. Heta niha bi temamî Kurdan ji vê arşîvê xêr nedîtiye, sebeba xêrnedîtina jê, tinebûna arşîveke neteweyî ye. Xuya ye, hê ji bo çêbûna arşîveke neteweyî a Kurdan wext divê. Riya Teze ku heta niha him bi tîpên latînî him jî bi yên kirîlî weşana xwe kiriye, ne tenê di warê rojnamegeriya Kurdî de her wiha di meseleya zimanzanî, tarîxî û edebî de jî ger mecal çêbe, wê pêşiya lêkolînerên Kurd veke. Li vir jî ez ê cih bidim nûçeyeke Riya Teze ku berî 54 salan derçûye, û behsa serdana Kurdzana Çekî, Adéla Křikavová dike. Min cara yekê di vê nûçeyê de navê wê bihîst. Min xwest him bi rêya vê nûçeyê hebekî be jî em Adéla Křikavová nas bikin û her wiha zimanê rojnamevaniya hingî a Riya Teze jî. Êdî ji vir şûnde em ê nûçeya Riya Teze bixwînin.

***

Kurdzana Çêx

Van rojêd payîzêye zêr’în cimae’ta ermenîaye mêvaniz ser ewelîya xweye wet’enîê mêvanêd qedirbilind qebûl kir. Wek’îlêd cimae’ta çêxa û silovakaye kûltûraê li virabûn, ewana bi îskûstva xwe, bi sewtêd k’lamêd xweye mletîê, qey bêjî, bengzekî teze dane tebîyeta payîzêye pira’awaz.

Awa, van rojêd ezîz usa jî ewleda cimae’ta çêxa, kurdzana cahil Adêlanda Krjîkavova mêvana cmae’ta ermenîa û kurdaye.

Hevala A. Krjîkavova mêvana sektora Akademîa R’SS Ermenîstanêye ulmaye r’ohilatzanîêye. Ew usa jî bû mêvana r’êdaksîa me. Şirovekirinêd wê derheqa rêwîtîya wêye li Kurdstana Îraqê û qîyatêd derheqa t’erîq û kûltûra cmae’ta k’urdada, ku ewê berevkirîye, gelekî h’ewask’ar bûn. Ew van roja usa jî r’astî şayîr û nvîsk’arêd kurd hat.

Caba pirsa me, ku çi bû m’enî, wekî hevala A. Krjîkavova pirsêd t’erîq û kûltûra cmae’ta k’urdava mijûl dibe, ewê wa da:

Nava yazîya cmae’ta çêxa, slovaka û kurdada gelek tiştêd mîna hev r’astî min hatine. Diqewime hema eva yeka bû me’nî, wekî k’urdzanîêva mijûl bim? Nizanim! Lê tiştek e’yan bû, wekî t’erîq, rabûn-rûniştandina cmae’ta k’urda, kûltûra wêye kevn û t’eze gelekî minr’a h’ewask’arin. Ez dixebitim qasî qewata xwe qulixî vî şuxulî bikim. Eva yeka wê çiqasî minr’a li hev bê, xebata mine paşwextîê wê bide k’ifşê.

Hevala A. Krjîkavova, ku niha mêvana k’urdêd Ermenîstana Sovêtîêye, gelek qîyatêd h’ewask’ar berev kirîye û berev dike bona xebata xweye paşwextîê.

A. Krjîkavova sala 1953-a mek’t’eba ort’e k’uta kirye. Sala 1957-a ûnîvêrsîtêta Pragaêd hatye qebûlkirinê û sala 1962-a fakûltêta fîlosofîaê k’uta kirye. Paşê înstîtûta Akadêmîa Çêxoslovakîaêye ulmaye r’ohilatzanîêda derbazî ser xebata ulmîê dibe.

Kovar û gazêtêd Pragaêda gelek mqale û bîranînêd wêye r’êwatîê derheqa k’urdada hatine neşirkirinê.

Awa ew xwendevanêd gazêta mer’a çi dinvîse:

”Pizmamêd k’urde e’zîz! H’alê k’urdêd Îraqê, T’ûrk’îaê, Îranê û Sûrîaêye giran mecalêd lazim nade, wekî tradîsîaêd kûltûraêye kevn pêşda her’in. Ev borca dik’eve ser milê k’urdêd sovêtîê, mecalêd k’îjana hene, wekî t’emamîya qewata xwe bidne şuxulê dasekinandina xezna kûltûra xweye dewlemend. Ew xezna nava poêzîya k’urdaye cmae’tîê, nava zargotina cimae’tê, nava libasê wanda veşartîye.

Ez hatime Ermenîstanê, wekî dha nêzîkva nasîna xwe bidme wê xeznê û ezê t’emamîya qewata xwe bidme şuxulê berevkirina nmûnêd wan tradîsîa.

Ez li wê derecêda açixîêd mezin hogir, dost û xwendk’arêd k’urdar’a dixwezim!’’

(Riya Teze, 1966 29’ê Îlonê)