Orkêş û xwebûn

Orkêş birînek e, weke Girnewas, weke Heskîf û hawîrdora wê, weke Kela Zêrzewan, weke temamê Bakurê Kurdistanê û dîroka wê ya ax lêbûyî. Ne ku tine bûn bi temamî. Di nava me de, di rîtuelên me de, di rabûn û rûniştina me de, heta doh na pêr jî hebûn. Ji nezanî û bi qalibên hişk ên fikra yekrengperest, bi destê me her roj parçeyekî wê bi me dan kuştin. Bi qasî ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin, Îslam bi gotarên cihê yên îdeolojîk xwe ji nû ve ava dike û li kurdistanê jî belav dike. Îslameke ji xweşbîniyê şûştî ji nû ve li ser Misilmanan êdî bi xurtî tê ferzkirin. Û ha ew, dike birînên me nekewin. Roj êdî ji bo me ne ew roj e, heyv ne ew heyv e, cejn ne ew cejn in û rêûresmên me ne ew rêûresm in. Kula Helebê dixin devê deriyê mala me bê xwediyan, kula Helebê kuleke bêderman e, weke rêya çûnehatê ye.

Ziyaretên me li ku ne, koçekên ziyaretan û zêwên me yan jî şêhrên cîranên me kanîn! Kîjan garanê li ser çêra û kit jê nehişt? Hemû jî weke beheşta li Orkêş, êdî ne beheşt in û ne jî hene. Di nava hebûn û nebûnê de li ber nemanê ne. Heger em nikaribin wan di xwebûna xwe de qet nebe weke bîr yan jî pêjneke bîrê bi cih bikin, wê qir bibin. Bi wan re parçeyekî ku em dikirin em, wê bê veşartin. Jixwe, gelek parçeyên me hêdî hêdî tên veşartin. Welê bûye ku em ji zimanê xwe bêzar in, ji ber ku me tîne bîra me. Hinek ji me jî sosret û sosirmetên din in; bi salan e ku saziyên Kurdan ji bo yekîtiyê dixebitin, radibin bi gotegotan malavahiya Emerîka û welatên Ewrûpayê dikin, xebero “ew zorê li Kurdan dikin da ku bibin” yek; mirov evqasî ji dîrok û serpêhatiya xwe bêxeber dibe. Kî bi çi aqilî van gotegotan derdixe ne mijara min e, lê yên ku ji wan bawer dikin û belav dikin, bi heman aqlê ji Kurdî direvin, ji aliyekî xwe yê din direvin.

Ev reva hanê bûye weke şewbekê. Ji ber wê jî hatiye ber tinebûneke çûnehatê. Em ê hew ji hicrikên “Pîran” bi edeb berepaş derkevin. Em ê hew bi tav û rojê sûnd bixwin. Êdî em ê avê li wî agirê pîroz bikin, ku diviya bi ti awayî nehata qirêjkirin. Tiştên ku em pê bibin em, hemûyan hêdî hêdî em ê ji dest bidin. Kêm ji me, yanî yên hindik wê pê biêşin, belkî ji muhafezekariya xwe. Jixwe, ne muhafezekarî be, mirov çima israr bike û dev ji nasnameyên xwe bernede! Erê lê, erê lo ma mirov çima dev ji xwebûna xwe bernede!

Çima Orkêş paytextek be, çima gorên 3 hezar salî û 3 salî li kêleka hev bin û çima ew paytext axlêbûyî bê xwedî be? Çima em nizanibin qesr li ku dest pê dike, perestgeh li ku dest pê dike! Çima em wan tenûrên eynî weke yên îro yên axlêbûyî li ber tinebûnê dihêlin, û dibêjin xem nake jixwe ji wan gelek hene? Hema bila ne ê me bin û ne bi rengê me bin, ma wê çi be? Van muhafezekarên serhişk ji vê fêm nekir û her got, na bila em “xwe” bimînin. Zimanê me, rêûresmên me, adet û ayînên me, rîtuelên me, sûndên me, çîrok û stranên me… Çima ileh em “xwe” bin û “yên xwe” bin?

Bersiva vê ji bo min manedarkirina hebûnê bi xwe ye. Xwenebûyî çiqasî mane li hebûnê dikare bê barkirin, meseleyeke welê ye ku mirov dikare di nav ava wê de bixeniqe. Ev meseleya çend nifşan e nizanim, lê meseleya nifşê min e. Hem yên ji zimanê xwe, hem yên ji ayîna xwe, û hem jî yên ji civak û siyaseta xwe qut dibin di heman aşê tinekirinê de tên hêran. Hin wê bibin savar hin wê bibin hûrik û hin wê bibin ard, lê kit ji wan wê nebe “xwe”. Ji ber wê xwebûn ne meseleyek e ku tenê aliyekî wê heye; û jidestdana vîna xwebûnê elaqedarî hemû aliyan e.