Ozgur Gundem û klîka faşîst

Li Tirkiyê faşîzm heye. Klika faşîst jî, bi serkêşiya Erdogan, Kurd kirine hedefa xwe û dixwazin Kurdan   bêzar bikin. 

Taktîka faşîstên cîhanê teva yek e. Di neynika dîrokê de tê xuya kirin ku, rêbaz magandacîtî, kontra û çetetî ye… Tecrîd û îzolekirin e.  Li Tirkiyê jî, bingeha vê siyaseta rezîl, tecrîda li Imralî ye. Desthilatdariyek terorîst, xespkar û aşûfte ye. 

Klîka faşîst, senteza dîroka giştî ya Komara Tirkiyê ye, mitinga Yenîkapi ya Stembolê jî, ji raya giştî ya cîhanê re hate eşkere kirin. AKP+MHP+CHP+BBP+Serfermandariya Artêşê!… 

Faşîzma qesrê, peder-osmanî, yan jî hunkar-şahî ye. Di kesayeta Erdogan de kom bûye. Bi avakirina klîka faşîst, hinekî din zirxê meşrûiyeta xwe, li hundir û derve misoger kir. Faşîzm, bi pratîkê xwe tê naskirin. Reng ne giring e, pratîk esas e.  

Yek destî ye, yek dengî, yek zimanî, yek hêzê jî  dixwaze.

Li Tirkiyê îro ev heye û her dem di nava haraketek mîna “paqijiya biharî” de ye… Faşîzm şer e, bi xwînê tê xwedî kirin. Desthilatdariya AKP û Erdogan jî heman rêbazê dimeşînin. Kaosê kûr dikin, tirsê belav dikin, şer jî dijwar dikin.  

Ev jî, dizî û talangeriya demokrasî û îradeya gelan e. 

Medya Erdogan jî, di “paqijiya biharê” de, rolek qirêj û kirêt dilîze. Civakên li Tirkiyê kor, kerr û xeşîm dike; dizî û talangeriya demokrasî, ya îrade, ya mal û mewdanê gelan meşrû dike. Rêbazên objektîfî, bêalîtî, bêkêmasî û berdewamî ji holê rakirine. Êdî medya zubuk heye û medya zubuk jî, gelên li Tirkiyê teva kirine zubuk.

Di avêtina ser avaniya Ozgur Gundem de maganda, çete û kontra ligel hev bûn.

Girtina Ozgur Gundem, tenê rêbazek ji ya faşîzmê ye. Kilîka faşîst jî, ji bo gelên li Tirkiyê rastiyan ne bihîzin, ji şerê qirêj û encama kiryarên faşîzan agahdar nebin, rojnameya Ozgur Gundem girtin. 

Ozgur Gundem, yek ji amurê medya alternatîf e.  Desthilatdariya faşîst AKP´e, li hemberî medya muxalîf jî êrîşker bû, teva jî tesfiye kirin. Gelek ji wan jî teslîm bûn. Medya Dogan yek ji van e. Medya Dogan, rojnamevanên Doganîst, bazirganî, ji berjewendiyên gel, ji demokrasî, ji nirx û pîvanên çapemeniyê giringtir dîtin.  

Alternatîfî tiştekî din e û  Ozgur Gundem jî parçeyek ji vê alternatîfê ye: Objektîfî, bêalîtî, bêkemasî û berdewamî esas digire. Azadiya gotin’ê, bawerî û enformasyonê, di çarçoveya mafên mirovan û gelan de diparast û wek berdevkê van nirxan haraket dikir.
Ozgur Gundem, her roj, mekanîzmeya şer û klîka faşîst, kiryarên ku gelên li Tirkiyê ber bi têkçûnê ve dibe eşkere dikir. Li dadgehan biryara nepenî, li derve jî medya duopolîst û saziyên lawîathan… Civakê kor û kerrende dikin.  

Berî sê rojan, Navenda Ragihandina HPG´ê eşkere kir ku di, 15´ê Tebaxê de, li Amedê 28 polîs, li Qersê jî 23 leşker hatin kuştin. Lê Medya Qesrê, ev rastî ji gelan, ji raya giştî veşart. Faşîzm tiştekî wisa ye… Erdogan û AKP´ê bûne mîratzadeyên Roma: Her bijî Sezar û her tişt ji bo Roma… Zubukên li meydanan jî, diqîrin; “her bijî reîs, em canfeda ne reîs!..” 

Klika faşîst jî, bi vê armancê rojnameya Ozgur Gundem girt.

Biryarek aşûfteyî, kiryarek kîndarî bû. Di dîrokê de, klîkên faşîst her dem biryarên di ser Peymana Roma re, yanî di ser parlamento, di ser iradeya gel û qanunan re digirin. Lewra biryarên klîkên faşîst bi aşûfteyî têne binavkirin.  Ahîtnameya bi NATO re serûbinî hev kir.

Biryara dadgeha Tirk ya Sulh Ceza,  rengê avêtina ser avaniya Ozgur Gundem,  lêgerîna talangerî û êrîşkeriya maganda û kontra-warî ya li dijî rojnamevanan,  ji aliyê şaredariya AKP´ê re mohrkirina deriyê avaniya rojnamê, berhemê nexweşiya hişmendiyê ye. Rewşek patolojîk e. 

Li Tirkiyê, insan derketine derî insaniyetê, civakek seqet,  felc hatiye avakirin. Dema, li welatekî welatparêzî, nijadperestî mirov ber bi  rezîltiyê, ber bi hovîtiyê, ber bi palêstî û sewtelîtiyê (zubuk) bir, li wî welatî maganda, çete hene. Ev jî  neweşiyên newrozîk e.. 

Faşîstên cîhanê teva tirsonek in, nexweş in, Erdogan jî, Qesra xwe kiriye kelihek û ji mêjiyê nexweş jehra kujerî belav dike. Derewan dikin, inkar-mandele dikin, tifa xwe dialîsîn, bêbext in. Erdogan, wek ku gotinên Shakespearê “hiç zarokên wî nînin” bikar bîne; ji bo serokê MHP Dewlet Bahçelî digot: “Zarokên wî nînin, nirx û pîroziya malbatê nizane”, dikarê zarokan jî bikuje:  Îro bûne dost û yar.  Erdogan jî zarokên Kurdan dikuje.      
Li Tirkiyê desthilatdariyek terorîst, klîkek faşîst heye, civakê terorîze dike,  terorê jî li hundir û derve belav dike.  Doh bû li Parlamena Federal ya Almanya,  bi belgeyên îstîxbaratê hate eşkere kirin ku, Erdogan û desthilatdariya  AKP´ê, ji sala 2011´ê û vir ve destekê dide komên terorîst. 

Gelê Kurd, bi pêşengiya Ocalan, bi saya ciwanan, wek mîratzadeyên Promethaus û Simûr, car din li Çiyayên Zagrosê, xwe ji xweliya xwe afirand. Êdî îradeyek heye, vê îradê Medya Plaza Kurd  avakiriye, ne AKPê, ne jî kilîka faşîst nikarin bibin mutemedên Kurdan.