Pandemî ne dijminê şêwekariyê ye

Şêwekar Sevdet Acar û Eylem Bucak dibêjin di pêvajoya pandemiyê de bala xelkê bêhtir çûye ser huner û ev pêvajo wê sibe, dusibe ji bo afirandina berhemên wek film, çîrok û wêneyan bibe hêz.

Sevdet Acar balê dibe ser şewba ji ber vîrusa koronayê behsa fikarên xwe yên asêmana di malê de dike û dibêje, “Li gel van hemû fikaran dibe ku ji dûr ve temaşekirina derve li ser huner û hunermendan bandoreke erênî bike, afirîner bibin û wekî berê ev ‘mirina reş’, neçariya li hemberê mirinê, şewqa jiyanê, maneya tenêtiyê, giredana bi xwezayê re û bêrîkirina mirovan di vê pêvajoyê de ji bo afirandina berhemên wek film, çîrok û wêneyan bibin hêz.”

Qenciya huner li ser mirovan

Li gorî Sevdet Acar pandemî wê piştî vê pêvajoyê jî xwe di huner de bide der: “Li aliyekî pirraniya hunermendan di mal û atolyeyên xwe de huner hildiberînin û li aliyekî din jî bi qasî derfetên xwe alavên xwe ji bo motîvasyonê bi kar tînin. Bi pêşangehên online, nîşandana filman û konserên online qenciya huner li ser mirovan xuya dike. Şert û mercên pêvajoya niha dibe ku li ser azadiyê me bidin fikirandin û ji bo pêkanîna çareseriyê jî ew me bidin fikirandin.”

Da ku em ji xweşikiya huner nemînin

Sevdet Acar balê dibe ser pirsgirêkên weke, zehmetiyên debara bi hunerê, xwe gihandina malzemeyên şêwekariyê, pirsgirêkên firotinê jî û dibêje, kampanyayên li ser medyaya civakî têrî hunermendan nakin: “Galerî, şano, sînema û çapxane hatin girtin. Divê kesên ku di van qadan de dixebitin fonên piştevaniyê çêkin ku em ji xweşikî û başbûna hunerê nemînin.”

Şêwekar li her derî dikare biafirîne

Eylem Bucak jî dibêje, “Pêvajoya pandemiyê em ji rutînên rojane dûr kirin. Şêweka ji atolyeyên xwe, şanoger ji holên xwe dûr ketin û çalakbûn ne wekî berê ye. Ji bo afrîneriyê pirsgirêk nînin. Derûniya hunermendan di vê pêvajoyê de xwe di berhemên wan de nîşan dide û dibe ku berhemên serketîtir derkevin holê. Ji ber ku niha ji bo fikir û nîgaşê bêhtir wext heye. Dema ku ev pêvajo qediya, ev fikr wê xwe li ser wêne, film û pirtûkan nîşan bidin.”

Li gorî Eylem Bucakê, “Şêwekar li her derê dikare huner biafirîne, lê di hundirê malê de konsantrebûn dikare zehmet be. Ji ber vê yekê dibe ku wênesaz di vê pêvajoyê de ji xwe re meydanekê eyar bikin û bi wî awayî xebatên xwe dewam bin.” Bi ya wê “bala li ser huner di vê pêvajoyê de zêdetir bûye. Hunermend online xwe digihînin civakê. Gelek muze, pêşangeh di vê pêvajoyê de online hatin vekirin.”

JINNEWS/AMED