Paradoksên Referandûmê

Pîvana serketina her mekanîzmeyeke rêvebirî girêdayî bersiva pirsa "çi qasî dikeve xizmeta çareseriyên pirsgirêkên Civakê" ye. Dema mirov li pêvajoya ber bi referandûma Başûrê Kurdistanê binêre, ti niyeteke ji bo çareseriya pirsgirêkeke civakê jî nîne. Ji bo wê jî, beşeke mezin ji civakê niha di nava paradokseke pirralî de ye. PDK û çend partiyên ku weke wê difkirin û mesela referandûmê ji bo wan bûye mîna mesela namûsê, eger bizanin jî serê wan jî di ber de diçe, dîsan wê vê referandûmê bikin. Ji ber ku ne ya civakê, lê PDK û hevalbendên wê, pêdiviya wan bi Referandûmê heye ji bo ku di bin navê dengê gel rewabûnê peyde bikin. Ji ber ku zihniyeta partiyên siyasî timî civak fêr kirine ku mirov bê dewlet bêhêz û belengaz e, qaşo "dewlet tine be, mirov ti qîmeta wî/wê nîne". Ya rastî, tişteke derew e û derveyî rastiyê ye. Mînaka Rojavaya Kurdistanê li ber çavan e. 

Di nava du hefteyan de nêzî hemû dewletên Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî jî li ser referandûmê nêrînên xwe anîne zimên û bi erênî lê nanêrin. Bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê ku hîna jî herêma Başûrê Kurdistanê di nava sînorê wê de bi belavokeke pirr dirêj û hûr bi rengekî ne rasterast li hemberî vê Refrandûmê ye. Hikûmeta Îraqê nabe refrandûmê nekin, lê bi agahiyên hûr li ser encamên muhtemel rawestiyaye û di encamê de jî civak wê zirarmendê herî mezin be. Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî daxûyanek da, eşkere dibêjê, eger encam erê be û kar bi encamên referandûmê werê kirin, “herêmên dikevin nava madeya 140 a destûra Iraqê, wê li derveyî herêmê bimînin, Hikûmeta Iraqê wê dest dayînê ser hemû mal û mafên hamwelatîbûna Kurdan". Lê Ebadî venaşêrê jî ku Barzanî di civînekê de jê re gotiye, “piştî referandûmê em ê dewletê îlan nekin”. Belê ya rastî jî ev e, ji bo dirêjkirina meşrûbûnê, bi darê zorê hawcetiya wan bi vê referandûma ne qanûnî heye. Referandûmêke ku ti faktora hundir û derve ji bo wê mûsaîd nîne. Barzanî herî dawî ji bo kovara Foreign Policy di hevpeyvîneke dirêj de pirr xalên nakok tîne ziman; ya herî balkêş jî ew e ku dibêjê, "gel bila birçî be, lê em ser tewandinê qebûl nakin" û qaşo xerabiya têkiliyên bi Bexdayê re dike behaneya referandûmê. Lê El-Ebadî jî di bersiva wî de dibêjê, "tenê ji bîrên petrola Kerkûkê, Hikûmeta herêmê rojane 500-650 varîl petrol ji lûleya Ceyhanê ya Turkiyê re dişîne derve, ev par nazivire xezîneya giştî, ji bo vê jî me bûdçeya herêmê qûtkir”. Û eşkere diyar dike ku herêm wê bi aloziyan re rûbirû bimîne. 

Van rojên dawî jî bi sedan kesayetî, rewşenbîr, akademîsyen û kesên xwedî bandor di nava civakê de niyeta piştî referandûmê û nêrînên xwe bi kampanyayekê anîn zimên û eşkere gotin, referandûm mafekî demokratîk e, lê desthilatdarên herêmê dixwazin ji bo xwe bikin ku hîna zêdetir herêmê di nava xwe de parve bikin û talan bikin û vê talanê jî bi sazî bikin. Nêrîna civakê jî di vê referandûmê de hatiye berterefkirin. Vê kampaniyaê bi eşkere gûmanê dixe ser vê refrandûmê ku gelo niyet avakirin û rewakirina “Bakûrê Qibris”eke din e? Di demekê de ku bi gelên herêmê re dikarin bi hev re di nava aştiyê de bijîn, gelo ev refrandûm wê agirê şerekî etinîk ê mezin li herêmê gurr neke? Ma gelê Kurdistanê neçar e li pey van siyasiyên felç û binketî bikeve ku ev 26 sal in bazirganiya xwîn û keda vî gelê dikin? Gelo referandûm wê bibe karekî zextê li ser Hûkûmeta Iraqê, tenê ji bo hin siyasiyên bazirgan dewlmendtir bibin? Ev zêhniyeta ku vê refrandûmê dike, gelo çima destpêkê hesabê komkûjiya Şengalê nade ku hîna jî hejmareke mezin ji Êzdiyan di destê DAIŞ´ê de ne? 

Di vê kampanyayê de ev hevok balê dikşîne, "Rêya ber bi serxwebûnê ve bi pîrozkirina dewleta neteweyî nîne, lê lîstina bi têgîna neteweperestî, hestên civakê û hemû jî encama binketinê ye di çareserkirina kirîzên aborî, hizirî û siyasî de, tirseke mezin ji têgîna kanton û ne-navendîbûnê heye ku berjewendiyên partiyan û hikûmeta herêmê sînordar dike". Ev referandûm tiştek nîne ji bilî têrkirina ajoyeke desthilatdariyê û bûye mesela namûsê û ew ji bo veşartina kirîza aborî û siyasî û çêkirina dîrokê bi darê zorê ye." 

Ev 26 sal in ku hikûmeta herêmê, Başûr bi rê ve dibe lê zebeş, ar û şimik ji derve tîne. Ev nimûneyeke sade ya rewşê ye. Civakeke ji taqet hatibe xistin, hingê referandûm ji bo kî pêk tê? Ew rewşeke nakok û pirr rehend e. Van rojên dawî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana partiyên siyasî ya Başûr dike ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî. Ev gaveke baş e, lê divê neyê hêvîkirin ku PDK û hin partiyên din werin rewşa yekîtiya neteweyî, ji ber yekîtiya neteweyî ne di berjwendiya wan de ye, ji mêj ve yekîtiya xwe bi dagirkeran re ava kirine. Lê dîsan jî erkeke girîng û dîrokî ye, ji ber ku hawcetiya civakê bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk heye.