Pêşangeh ji bo Şehîd Diyar Xerîb

Rêxistina Niwêger a ji bo Bipêşxistina Huner, pêşangeheke wêneyan ji bo bibîranîna Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) li dar dixe. 22 şêwekar bi berhemên xwe wê tevlî pêşangehê bibin.
Pêşangeh wê 2 û 3’yê Tîrmehê li Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi boneya yekem salvegera şehadeta Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb, li dar bikeve. Rêxistina Niwêger li ser pêşangehê daxuyaniyek da û got, 22 şêwekar bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê dibin û pêşangeh 2 û 3’yê Tîrmehê ji saet 16:00’an ta saet 19:00’an vekirî ye. SILÊMANÎ