Pêşangeha girtiyên azadiyê vebû

Bi giştî 31 tablo û grafîkên 7 girtiyên azadiyê ku cezayên giran ên heta bi hetayê li wan hatine birrîn, li Dresdener doh dest pê kir. Tablo û grafîk li Komeleya Civana Elman-Kurd a Dresdenê tên nîşandan. Heta du mehên din jî wê pêşangeh li mêvanan ji saet 10’an heta saet 17’an vekirî be.
Di dema vekirina pêşangehê de ji xwarinên Kurdî bufeyek hat amadekirin û muzîkjenên Kurd ên li deverê jî muzîka Kurdi dan nasîn. DRESDEN