Pirtûka Şivan Xabûrî

Pirtûk 235 rûpel in, û ji şeş beşan pêk tê. Sala 2015ʼan li Weşanxaneya Dar hatiye çapkirin û belavkirin.
Ji dilê dîroka kevin û dûr ber bi peravên şeveqa serdemê ve; ji deshilatiya serdema Kutiyan 3000 BZ. heta bi dewleta Lolo û Sobarto a Zêbariyan 2000 BZ. her wiha ji serdema Kasekan 1500 BZ heta bi hikumeta Mîtaniyan û Kardoxan û Împeratoriya  Sîtiyan û Mîdiyan ve, di van dîrok û serdeman de Şivan Al Xabûrî di pirtûka xwe de rûpel bi rûpel me li ser baskên zanyariyê li ezmanê fêrbûn û hînbûnê digerîne.
Li despêka pirtûkê di beşê danasînê de. Şivan Al Xabûrî balê dikşîne ser xalên girîng yên der barê dîroka Kurdistanê de û dîroka me du qonax in.
Yek jê ku niha di gelek qadan de em baca wê didin, a din ku di gelek qadan de jî em pê serbilind û serfiraz in.
Şivan Al Xabûrî di pirtûka xwe de hewl dide ku li ser xalên bingehîn û naverokên civakên ku hukim li Kurdan kirine, herwiha nivîsên bi şaşî hatine nivîsîn, xal bi xal radiweste.
Yanî wekî ku di pirtûkê de jî diyar dibe bi rengekî panorama ye. Li ser Ol û baweriyên li Kurdistanê her wiha li ser desthilatariyên serdemên berê û Împeratoriyên Kurdan bi rengekî lêkolînî radiweste. Her wiha li ser dabeşkirina Kurdistanê, li ser nasnameya wan û erdnîgariya wan bi çavekî lêkolînî mijarê rave dike.
Herçiqasî naverok, lêkolîn û şîroveyên vê pirtûkê bi zimanê Erebî bin lê dîsa jî mijarên pirtûkê hemî li ser dîroka Kurdan e. Lê pirs ev e, gelo çima ev pirtûk bi zimanê Erebî çap bû? Li gorî dîtina Al Xabûrî di hemî heyam û deman de gelek ji nivîskarên Ereb pirr ji zanyariya li ser dîroka me Kurda bê wijdanî kirine û dîroka me tevlî hev kirine lewma min jî bi zimanê Erebî ev pirtûk nivîsî.
Di beşekî pirtûkê de Şivan Al Xabûrî li ser du teoriyan radiweste.
Teroriya yekê ew e ku li ser şîroveyên Minorisky disekine ku ew dibêje, koka Kurdan ji Farisan tê ku ew jî vedigere ser nislê wan yê bi Hint Ewrûpî ve tê girêdan ku di sed sala 17 berî mîladê de tê naskirin ku ji qerex û keviyên gola Ûrmiya ve tê û ber bi Botanê ve diçe.
Teoriya diduyan jî ew e ku li ser şîroveya dîroknasê Rûsî Mar destnîşa dike ku Kurd weke millet ji Asiyê ne û ji koka xwe ji Kildanan, Qafqaz û Ermanan pêk tên. Di heman demê de zanyarê Rûsî Vlademer Menoriskî dibêje, dibe ku Kurd ji rojhilatê Îranê koçî Kurdistanê kirin û bûne yên xwecih. Bêguman ev jî vedigere sed sala dehan berî mîladê ku bi nasnsmeya xwe berê jî ew Kûtî bûn. Ku li rojavayê behra Wanê û rojhilatê çemê Dicle di qonaxekê de ew bi cî bûne.
Di pirtûka xwe de Al Xabûrî balê dikşîne ser hebûna ziman ku gelek ji zanyarên cîhanê piştrast dikin ku Kurd ji dîroka kevin ve her li cîhê xwe ne û zimanê wan vê yekê îsbat dike.
Di heman babetê de Al Xabûrî ji hinek çavkaniyan der barê pirtûka Zend Avesta, peyv û zimanê Zerdeşt de lêkolînan dike û digihîje wê encamê ku zimanê Zendavesta û Zerdeşt ji Medan bû û ev jî di sed sala 7ʼan de berî mîladê ye.
Li gorî Al Xabûrî peyva Kurdistanê cara pêşî di sedsala 12ʼan de hatiye bi karanîn. Dema ku ku beşek ji çiyayên Kurdistanê hatin dabeşkirin, wê gavê bi fermî navê Kurdistanê hat ragihandin, ev jî di serdema Sultan Sincarê Selçûqî de bû ku wî biraziyê xwe Sultan Silêman 1959 kire waliyê wê demê yê Kurdistanê. Ew dema Kurdistan ji 16 wîlayetan pêk dihat.
Al Xabûrî behsa rengînî û dewlemendiya olan û tolerensa wan dike ku niha bingeha wan li Rojavayê Kurdistanê heye. Bi taybetî qala ola Êzîdiyan dike ku di dîrokê de gelek nerîn û gotinên şaş û nedurist li ser wan hatine gotin. Al Xabûrî bi şîroveyên xwe wan nerînên çewt û xerab ji bo raya giştî şîrove û zelal dike.
Al Xabûrî li ser pêvajoya Îslamê dibêje, em Kurd wek milet di serdema Împeratoriya Eyûbiyan de bi serkêşiya Selahedînê Kurdî bûne deshilat, lê ji wê demê ve me nankorî nekiriye beravajî wê me xizmet ji bo hemî gelan kiriye.
Di dawiyê de Şivan El Xabûrî bi bîr dixe ku dîroknasan dîroka Kurdan bi rengekî nedurist rave kirine, lewra wî xwestiye bi vê pirtûkê peyama xwe bide raya giştî û bi taybet cîhana Ereb. Ew dixwaze Ereb hûrûkûr bi dirustî û qenc li ser Kurdan lê bikolin.