Pogroma Stenbolê

Di 6 û 7´ê Îlona 1955´an de li Stenbolê li dijî hindikayiya Rûman komkujî û talaneke mezin a ji aliyê dewletê ve organîzekirî pêk hat. Di êrişê de bi qasî 30 kes hatin kuştin û dest avêtin 400 jinan. Bi tevahî mal û milkê Rûman hatin talankirin û şewitandin. 4214 xanî, hezar kargeh, 73 dêr, sînegogek, 26 dibistan, fabrîke û hotel jî di navê de bi giştî pênc hezar mekan bûn hedefa êrişan. Di bûyerê de Gladiyoya dewleta Tirk cih girt û organîze kir. Pêşî nûçeyek belav kirin û gotin, mala Mistefa Kemal a li Selanîkê hatiye bombekirin. Piştî vê nûçeyê êrişî dukan û malên Rûman kirin. Paşê karmendekî sefareta Tirk li xwe mikur hat ku bombe bi armanca sorkirina bûyeran xistine malê. Yewnan bûyerê weke Pogroma Stenbolê jî bi nav dikin.

NAVENDANÛÇEYAN