Polêsê êrişkirî alaya YPG´ê sûcdar e

Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Elmanyayê, miracaeta parlamenterê Partiya Çep Michel Brandt mafdar dît û polêsê ku bi ser buroya wî de girtî sûcdar kir. Îlana 2018´an gava ku Erdogan çûbû berlînê, wî alaya YPG´ê bi pencereya buroya xwe ve kiribû. Li ser vê yekê polês avêtibû ser buroyê.
Parlamenter Michel Brandt xwestibû hevkariya hikûmeta Merkel û ya dewleta tirk protesto bike, û piştgiriya xwe bi Rojava re nîşan bide. Ji bo vê jî wî bi sê pencereyên buroya xwe ve alayên YPG´ê daliqandibûn û buroya wî jî nêzîkî otela Erdogan lê dima bû.
Polês bêyî agahdarkirina Partiya Çep (Die Linke) bi ser buroyê de girt û dest danîbû ser alayên YPG´ê. Li ser vê Parlamenterê Die Linke Michel Brandt miracaetî Dadgeha Destûrê ya li Karlsruhe kiribû. Dadgehê îro biryara xwe eşkere kir û got, polês xala 38´an a destûrê binpê kiriye û sûc kiriye. Di wê xalê de tê gotin, bêyî destûra xwedî, nabe ku polês bikeve mekanekî.
Michel Brandt biryar erênî nirxand û got, “Ji niha û pê ve hêviya min e ku polês nikaribe bêyî destûra min karibe bnikeve buro û mala min.” BERLÎN