Polîsê Tirk êrişî cenazeyê Hêlînê jî kir

Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek di roja 288’ê ya rojiya mirinê de doh jiyana xwe ji dest dabû. Li Stenbolê ji bo Hêlînê wê merasîmeke cenaze bihata lidarxistin, lê dewleta Tirk bi hêzên xwe yên zordariyê êrişî merasîma li Stenbolê kir. Cenazeyê Hêlînê ji “Mala Berxwedanê” ya li taxa Armutlu ya Sariyerê, sibehî zû ber bi Mala Cemê ya li Okmeydaniyê ve birin. Lê polîsan li Çerxerêya Nurtepeyê pêşî li maşîna cenaze girt. Şofêrê maşînê û şofêrê wesaîta malbata Hêlînê tê de, hatin girtin. Polîsên dewleta Tirk xwest, cenaze yekser li Goristana Ferikoy bê veşartin. Lê malbat dixwaze cenaze bibe Mala Cemê ya li Okmeydaniyê.

Li Okmeydaniyê jî bi sedan kes ji bo merasîmê civiyan. Wan ji ber dorgirtina polîsan bi sloganan nerazîbûn nîşan da. Girseyê stranên Grup Yorumê gotin û slogana “şehîd namirin” li meydanê deng veda. Piştre girse ber bi Goristana Ferîkoy ve meşiya, lê polîs nehişt. Xelkê çalakiya rûniştinê kir, polîs jî êrişî çalakiyê kir. Polîs bi lêdanê gelek kes xistin nezaretê. Girse hîna jî li ber Mala Cemê rawestiyaye. Herçî malbata Hêlînê ye, polîs bi darê zorê berê wê da Goristana Ferîkoyê. Buroya Hiqûqê ya Milet, îşaret bi mafê veşartina cenaze kir û got, ji erkên dewletê ye ku misoger bike mafê veşartinê li gorî wesiyeta mewta pêk bê. STENBOL