Polîtîka edebiyatê

Ev sernav, gotina Jacquez Ranciere ye. 

Feylesofê Fransî, polîtîka edebiyatê  û polîtîka nivîskar ji hev cûda dike. Çima ev gotin: Mixabin, nivîskarên Kurd, her dem ji polîtîkê

tirsiyane. Ev tirs jî kirine behaneya bêalîtiyê. Lê, ev tirsa ji xwe ye. 

Vê tirsê, nivîskar ji tevgerên civaka dema xwe, ji pirsgirêkên polîtîk û têkoşîna li hemberî van pirsgirekan  dûr kirine. Di her firsetê de, edebiyata bêalî, nivîskariya bêalî derxistine pêş. Li gorî min ev parastinek erzan e. Ciddiyeta vê gotinê nine û li dijî “sentagma” edebiyatê ye.  Sentagma, zincîr, yan jî hunandina gotinan e. Vêce, sentagma edebiyatê, ti carî li derî polîtîka nemaye û namîne. Nivîskar gotina xwe bi kîjan alî de bikişîne, bi kîjan alî de daf bide, nikare xwe ji polîtîkê rizgar bike. Ji ber ku her cure edebiyat polîtîke ye.  

Edebiyata dîwanê, ku pirranî di dema Osmaniyan de derkete pêş,  polîtîk e… Eger “hiciv” be, “teşbîh” be û sixêf bin, wek edebiyatek taybet tê vegotin. Lê di rastiyê de, di Sarayên Osmaniyan de, edebiyat zincîrên kolekirin û îşkdana sîstema dewşirmetiyê ye.  

Kes nikare girêdana edebiyat û polîtîke  ji hev qut bike.   

Polîtîkî jî ligel me şaş tê fêm kirin. Mixabin!… Em polîtîkê tenê bi desthilatdariyê û partiyan ve girêdidin.  Helbet desthilatdarî û partî berjewendî ne, îdolojîk in û hegemonik in. Ev jî tirsê diafirînin; girtin e, êşkence û mişextîbûn e. Ev hinekî bi destîniya cografya Kurdistanê ve girêdayî ye. Destîniya cografya Kurdistanê û ya gelê Kurd yek e…  Destîniya cografya Kurdistanê bandore li edebiyata Kurd jî kiriye û dike. Kes nikare roman, çîrok, helbesta Kurdî, ji şewitandina gundan, ji çeteyên DAIŞê, ji lîstikên qesrên dagirkeran xalî bike

Lêêêêê; destîniya cografya Kurdistanê jî, destîniya gelê Kurd jî hatiye guhertin.

Eger nivîskarên Kurd xwe ji fantaziyên tirsê,(tirsa ji wî, ji yê din ji xwe) rizgar bikin, bi gotina Jen Paul Sartre, wê xwe ji “tirsa  êşê, ji tirsa xwe” rizgar dikin. Tirsa êşê,  ne tenê êşkence ye; helwesta koman e, partiyan e, sazî û dezgehên civakî  ne… 

Helbet di vê tirsê de, “fatalist”iya civakên bindest jî heye. Ji civaka fatalist, entelektuel û nivîskarên fatalist jî derdikevin.  Nivîskar û entelektuelên fatalîst, berê jî, îro jî li pey kursî û berjewendiyan dibezin. Mînak Tirkiyê!… 

Divê em ji bîr nekin; Kurd, di qonaxa îro de dîrok kirine bin lêpirsînê;  dîrokzanên bi hişmendî û îdeolojiya ”fezlekê” waqanivîsî-kirine, dadgeh dikin. Kurd êdî xwezahiya demokratîk ya nivîsê zemt kirine û li hemberî zimanê arîstokrasiya dagirkerî, li dijî cambaziya li ser “şelîta xurtan” û li dijî, bi gotina Ocalan „kurdên ne ji bo kurdan“, li dijî kemîn û davikên kulturî (TRT-6, saziyên deregulasyonî, lîberalên bazarê û hwd) têkoşînê dikin.    Vêceeee, polîtîke jî xerab nîne. Ji ber ku polîtîkê nexşeya cîhanê û hunandina civakan derxistiye holê.  Polîtîke bûye, fantastîka xelekên zincîra pratîkê. Ev jî bi tecrûbeya  hezar salan e… Hebûn, kiryar û şêvazên axaftin û pratîzekirinê ne. Kurd jî, di arêna siyaseta hundir û derve de xwedî gotin in. Edebiyata Kurdî û intelîjaniya Kurdî, nikare ji vê pêgih û holka têkoşîna jiyanê bireve.  

Demekê min got, “edebiyat akademiya polîtîkê ye…“ Eger edebiyat polîtîkê estetîze neke, disipline neke, hingî etîkên siyasî têne winda kirin û kirêtî dest pê dike. Mînak dîsa  Tirkiyê!…  

Hêzên têkildarî cografya Kurdistanê, ne tenê cografya, beden û mêjiyê Kurd jî parçe kirin. Hemberî ku faşîzm her dem li Kurdistanê bûye zaroka hêzên dagirker jî; têkoşîna çil salî ya Tevgera Azadiya Kurd, hişmendiya Ocalan ya civak, dewlet, desturname, mêr û jinên demokratîk, „disîplîna akademîk“ derxiste holê.   

Kolektîvizma civakê jî bi saya vê disîplîna akademîk derkete holê. Ev qonaxek giring e. Bêgumen gunehkarî pirhêlî ye; Ji weşanxaneyan bigirin, heta bi partiyên siyasî, şaredarî  xwedî par in. 

Dibistanên gelê Kurd, akademî, zanîngehên gelê Kurd nînin. Lewra perwerdeya civakî bi riyên cûda pêk tê. Medya alternative a Kurd,  di vê hêlê de roleke sereke list. Ji sala ku  MED TV, (1995), dest bi weşanê kir û heta îro, têkoşînek mezin hate kirin. Îro, li mişextiyê be jî,  PLAZA MEDYA KURD heye û di qonaxa porfesyonelî de kar dike.  Di aliyê ragihandina civakî de, di perwerdeya civakî de,  bi berpirsiyarî û hişmendiya mafê ragihandin û bidestxistinê, bêyî ku astengiyan nas bike kar dike. Her nûçegihanên ajansên Kurd, di eniyên şerê cîhanî de, bûne weqanivîsên hemdemî û bûne mînak. 

Edebiyata Kurd, nikare ji vê rastiyê bireve.  Li aliyekî Kobanê bû kêşa navendî ya rûmeta mirovaniyê; Li aliyekî Şingalê ku bû xwedî derketina li nirx û pîroziyên olî û baweriyan; korîdora YPGê ji Şingalê ber bi Rojava jî, bû riya gihiştina “ji nû de hebûn û xwedîtiyê”. Xwedatî, Xwedayî ye!..  

Coşa Newroza 2015an jî, ronahiya Şems û Şemîstana demjiyana „heftsênî“yê destnîşan kir. Êdî “edebiyata wek edebiyatê, nikare nunertiya nosyona edebiyata paşerojan  bike, “polîtîka ji bo polîtîke” jî nikare, nunertiya nosyona  paşerojan bike.