Portreyên şêhîdan wê bide malbatên wan

SOLÎN REŞÎD
ANHA / HELEB

Biharîn Sîno ya 32 salî ye û ew ji gundê Husê yê navçeya Mabata ya ser bi kantona Efrînê ye. Behreya wê di xêzkirinê de ji biçûkahiyê ve dest pê dike. Di sala 2010`an de ji paymengeha wênesaziyê derdiçe. Ji bo bipêşxistina behreya xwe tev li dewreyên navendên Tevgera Kevana Zêrîn û Akademiya Yekta Herekol dibe. Biharîn li kantona Efrînê tablo xêz dikirin û zarok li Navenda Çand û Hunerê hînî şêwekariyê dikirin.
Biharîn jî mîna bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma warê xwe bi cih bihêle û niha li bajarê Helebê li taxa Şêxmeqsûdê dimîne. Biharîn dibêje huner têkoşîn e, huner nêzî giyanê mirovahiyê ye.
Biharîn li bajarê Helebê bi hunerê xwe berxwedana serdemê belge kir. Li ser meselê ew dibêje, “Piştî rêwîtiya koçberiyê, min xwest bibîranên bajarê xwe û nexasim bûyerên bi serê Efrîn û Şehbayê de hatine, rave bikim.”
Biharîn di çarçoveya projeya xwe ya hunerî de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê xêz dike û wek wefadarî ji bo fedakariyên wan, ew ê wêneyên şehîdan diyarî malbatên wan bike. Ji bo wê Biharîn wêneyên şehîdên Serdemê kom kirin û dest bi projeya xwe kir. Biharîn xebatên xwe wek endama Tevgera Kevana Zêrîn li Navneda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê didomîne. Rojên în û şemiyê li navendê zarokan fêrî xêzkirinê dike.