Qamişlo û Eleqemşê

Di sala 1927’an de, dema li Eleqemşê komkujî pêk hat, Qamişlo weke gundekî bû. 

Di 12’ê Adara 2004’an de, dema li Qamişlo komkujiya li dijî Kurdan pêk hat, Eleqemşê hîna birîna komkujiya di bedena xwe de derman nekiribû. Kurbanên Qamişlo û Eleqemşê, mîna Helebçe û Sîne, mîna Roboskê û Geliyê Tiyarê yek bûn…

Îro, Qamişlo payîtexta Kantona Cizîrê ye û wek parçeyek ji dilê Şoreşa Rojava lêdide.  Qamişlo wek çavkaniya dîrokê, bû pengava şoreşa Rojava. Bi çûna Ocalan ya Kobanê kevirên bingehîn hatin danîn; Qamişlo jî bû çîrûskên serîhildanê û li tevahiya bajar û bajarokên Rojava belav bû… Ev çirûsk gihane Heleb û Şamê…  

Ev bû pêjna dewsa şoreşê, û wek îradeya giştî ya civakî û, li dijî despotîzma rejîma Baasê derkete holê. 

Hêzên rejîma dewleta Baasê, di nava hefteyekê de 36 kes kuştin.  Dîrokzan çiqasî bêjin, “dîroka ti welatî na şibihê hev” derew e: Dîroka Tirkiyê, Suriye, Iraq û Iranê, di komkujiya Kurdan de weke hev e… Faşîzm, bi çi rengî be nayê guhertin. 

Çêlikên  faşîzma Baasê, Mollayên Iranê û dewşirmeyên Tirkiyê, haramzadeyên  DAIŞê heman karî dikin.  Gelo cudatiya komkujiya li Roboskê, li  Qamişlo, dardekirinên Mollayên Iranê û   hetikberiya çeteyên DAIŞê ji hev çiye?  

Helbet komkujî tenê bi hejmara kesan ve girêdayî nîne:  Dewleta AKP’ê, îro li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê li hemberî girtiyên nexweş komkujiyê dike, sucê mirovahiyê ye: Mollayên Îranê, her roj çend siyasetmedarên Kurd darvedike û çend Kurdan li ser sinor dikuje, ev komkujî ye û sucê mirovahiyê ye; kiryarên rejîma Suriye,  hetikberî û rûreşiya çeteyên DAIŞ’ê jî li ber çavan e… Kurban jî Kurd in!… 

Heta qonaxa îro, gelê Kurd gelek berdêlên giranbiha dan. Lê qonaxa îro jî ji  têgihiştin û hewngîriya feylesofîk ya “dibistana  şoreşê” ku  Ocalan behsa wê dike tê.. Belkî çirîskên agirê tifika Promethaus, belkî agirê Me-di-ye ku gotin  “me dît, me rastî dît” û agirê Kawayên Hesinker de veşartî ye. Bûye navê jiyana nû Newrozê!.. 

Ocalan rastî dît;  li hemberî kaos û trajediya dihate lîstin, rastiya Kurdan, di dîroka civakî de kire pratîkê. Şoreşa Rojava jî berhemê vê rastiya dîroka civakî ye.  

Şoreşa Rojava jî, ji çavkaniya birînên 36 cangoriyên li Qamişlo şirift û giha berxwedana dîrokî ya Kobanê.  Paşverûtiya klasîk ya despotik têk çû, lê nunerên dawî çeteyên DAIŞ’ê  hê jî li meydanê ne… 

Piştî komkujiya li Qamişlo, Tevgera Azadiya Kurd jî bi hesabekî nû, bi stratejiyek nû kete nava tevgerê. Hêdî hêdî, bêdeng, lê bi plangeriyek israr haraket kir. 

Di projeya Rojhilata Navîn de, Kurd di plane Emerîka û Yekîtiya Ewropa de hebin jî, ji sedema nêzîkatiyên bazirganiya selefkarî, rê li ber gelek trajediyan vedikin.  Çeteyên DAIŞ’ê jî encama vê hişmendiya bazirganî ne. Dema li Stembolê, Hatay, Edenê, Dilokê, li DOHA bi eşîr û serokê sergerdeyan re civîn çêdikirin, çavkaniyên faşîzmê jî der dikirin. Desthilatdarên despotik jî, bi zanîn û stratejiyek siyasî, çeteyên faşîst wek  “hêza manyatîk” derxistin holê. 

 Ev “hêzên manyatîk” ku wek gurên du lingî êrîşî ademiyetê û nirxên ademiyetê dikin çavên cîhanê teva tirsandin.  Cîhana di nava metirsînî de, dît ku tenê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, gerilayên Kurd dikarin xezaba DAIŞ‘ê têk bibin. Hemberî ku hêzên hegemonîk, komploger hatin ser xeta Tevgera Azadiya Kurd jî, di siyaseta stratejîk û bazirganî de diqerêsin. Li Ewropa Kurd hîna terorist in. Ev kuştina humanizm, hiquqê Ewropa û peymanên gerdunî ye.

Wilo xuya dike ku, berjewendiyên bazirganî, ji berjewendiyên dinamîkên civakî giringtir dibînin. 

Di 11. salvegera  komkujiya Qamişlo û 88 saliya komkujiya Eleqemşê de,  berxwedana gelê Kurd û têkoşîna demokrasiya Tevgera Azadiya Kurd, hem faşîzma çeteyên DAIŞ‘ê têk bir, hem wê bazirganên selefkar ji xewna kurrîtî û xezebzariyê şiyar dike. 

Ciwanên Kurd, bi xwîna xwe Kurdistanê bi taqên zafernameyên zêrîn tacîdar dikin.