Qeymeqam di guhê gê de ye

Tirkiyeyê got, balefirên min ên şer bombe kir, li qeymeqamê navçeya Mexmûrê Rizgar Mexmûrî ku girêdayî PDK’ê ye, dibêje, êrişkar nediyar e.

Balafirên şer ên artêşa Tirk 13’ê Kanûnê bombe li kampa penaberan a Mexmûrê barandin û di encamê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.

Rayedarên Tirk tevî Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar di daxuyaniyên xwe de gotibû wan li Mexmûr û Şengalê operasyon kiriye..

Heyeta Iraqê jî lêkolîn kir

Piştî êrişê heyeteke girêdayî Hikûmeta Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn kirin û hemû delîl û belge berhev kirin û pêşkêşî rayedarên xwe kirin.

Wezareta Karê Derve ya Iraqê 14’ê Kanûna 2018’an ji ber êrişan bang li Sefîrê Tirk ê Bexda yê kir, notayeke protestoyî ji ber binpêkirina serqeriya wê ya hewayî da Enqerê.

Ji bo qeymeqêm ne diyar e

Tevî van daxuyaniyan Qeymeqamê navçeya Mexmûr Rizgar Mexmûrî ku girêdayî PDK’ê ye, bi daxuyaniyeke sosret doh ji Dengê Emerîkayê re peyivî, êrişên dewleta Tirk ên li Mexmûr û Şengalê parast û got, “Êrişa li dijî Mexmûrê ji aliyê kê ve hatiye kirin, hîna ne diyar e. Em nikarin bibêjin ev êriş ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve pêk hatine.”

MEXMÛR