Qirkirina Ermeniyan û Yobazîzm

Ji bilî sergerdeyên Kurd, eşîrên wek tilbêtên dijminên dagirker, Kurdan di qirkirina Suryaniyan de cih negirt. Xwe li ser Suryaniyan kirin û berdêl jî dan. Mala Osman, xwe li ser Suryaniyan kir, hatin girtin û Hemed, (Birayê Haco II) yek ji heft kesên hatibûn girtin e û li girtîgeha Xerpêtê jiyana xwe ji dest da. Çelebî, piştî ji girtîgehê hate berdan, Suryaniyên misilman bûne, car din vegerandin û birin dêrê da ku bibin Xiristiyan. Elîkê Betê, pêşniyaza dewletê ya tevlîbûna fermanê red kir. 11 tivingên Hiseynê Ferho hê jî li Êwertê ne. Saroxan heta dawiyê Suryaniyên li Êwertê destek kirin. Mizizex, yek ji wan gundan e ku ji destpêkê heta dawiyê di aliyê lojîstîk de berxwedana Suryaniyan a li Êwertê destek kir. 

Eyşê û mihacirên din, piştî ku ji Midyadê, çend kilo zad-qût girtin vegeriyan, di rê de, hevalên wê xiyanet lê kirin û ji bo çend kîlo qûtê wê jê bistînin, wê dikujin. Gundî bi hawara Eyşê ve çûn, lê hatibû kuştin. Lewra cihê hate kuştin wek “Mextela Eyşê” bi nav kirin û şikêrek li cihê kuştinê çêkirin. Mextel erebî ye, Kurd dibêjin “Şikêra Mêran e”, lê Eyşê jin bû û digotin “Şikêra Eyşê”.

Keça Eyşê, Fatim sêwî ma. Malbata Xeya, keçika sêwî Fatim xwedî kir, piştî mezin bû dane Heyder. 

Zarokên Fatim û Heyder, îro jî li gund in. Li xalanê xwe pirsîn. Piştî demeke dirêj, xalanê wan, ji Serhedê hatin, li nebiya xwe Fatim û xwarziyên xwe bûne mêvan. 

Ev çîrok, tenê yek ji rastiya qirkirina Ermeniyan e. Erdogan çiqasî behsa belgeyan bike jî, bi kesî nade bawerkirin. Erê temenê me, ne yê sala 1915an e, lê em bûne çavdêrê zarokên wan qurbanan. Em bi bêhna barûda top û tangên Artêşa Yenîçerî û Tirkiya modern mezin bûn. 

Hareketa Azadiya Kurd, ne tenê rastiya Kurdan da fêmkirin, ne tenê evîna azadiyê da Kurdan. Rastiya dîroka “ne tekîn, ne ewle” jî da Kurdan. Bîrdoza Ocalan, rastiya dîrokê eşkere kir. Da xuyakirina ku, dîroka îro, ne tekîn e, ewletî pê nabe. Tev, ew waqanivîs in ku li ber kaba siltan û qiralan hatine nivîsandin, pexşan-metnên hazirkî ne, li gorî nijadan hatine nivîsandin, alîgir in . Lewra ev dîroka “ne tekîn- ne ewle”, ji zanistê dûr w û nikarw baskê zanista dîrokê temsîl bike. Dîroka bîadkar, xespkar, dagirker, û li gorî xwîna ku Erdogan behsa wê dike, xwîna ku Hitler behsa wê dikir, xwîna esîl-kuheylanî-cins hatiye nivîsandin. Xuya dike ku xwîna Erodgan behsa wê dike, cûda ye, ji ya Gurcên kalikên wî, ya Rûmên bapîrên wî cûdatir e. 

Buşra Ersanli dibêje: Ji bo nexşeya zihnî ya Tirkîtiyê, pêdivî bi dîrokeke nû hebû. Ev nexşe, wê bibe hişmendiya netewebûnê. Bi Kongreya 2. Ya Dîroka Tirk de, atmosfera siyasî û akademîk hate amadekirin û ji hundir û derve dîrokzan peyde kirin û dîroka Tirkîtiyê nivîsîn. Ev jî bê pirs, ji aliyê tevahiya siyasetmedar, mamoste û gel ve hate erêkirin. 

Yên erê nekirin Kurd bûn, ew jî dibin şûrê qirkirinê de dinaliyan. 

Ev hişmendî destpêka yobazîzmê ye. Laîktî qebûl kirin, lê di çarçoveya şerîata tirkîtî û yekparêzî de. Êrîşa li dijî medrese, şêx û axa jî, xelekek ji siyaseta li dijî Kurdan bû. Yobazîst Erdogan jî, vê siyaseta li dijî Kurdan, di rengekî din de û ji laîktiyê cûda, bi şerîata tirkî û yekparezî dimeşîne. Ol jî, qamçiyê şidandina fasîzma Erdogan e. 

Qikririna li dijî Kurdan bi vê zihniyetê kiriye pratîkê. Balkêş e, Cîhan qirkirinên sed sal berê dibîne, di parlamentoyan de, di raporên salan de qebûl dikin.Belkêş e, qirkirinê li darî çavan û rojane, her roj, her şev pêktînin nabînin. Dema ez dibêjim, rewşek malkambaxî ye, gelek heval dibêjin, ev gotin ji kû derket. Ne tenê malkambaxî, malwêranî ye û zarokên Ehrîman, ewrên reş li xwe pêçane û derketine nêçîra Kurdan. 

Lê Kurd, nabin Diyojen, bi fanosê li kolanên Ewrûpa li edaletê, li vijdanê şiyar nagerin, ew bi xwe têkoşîna xwe dikin û her kesî mecbûr dikin ku rastiyê bibînin. 

Dawî: Ne ez dibêjim, sosyolog û prof. ên Tirk dibêjin, ji bo komên xelkê, karkeran bikin keriyê pez û bê merc bidin bîadkirin, rêya herî baş Îslam e… Îslamîstên sextekar, Tirkiyê ber bi faşîzmê ve dibin.