Qonaxa diduyan a yekîtiya siyasî

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku pêngava duyemîn a hewldanên di navbera hêzên siyasî ya Kurd de dest pê kir.
Nûnerên Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd li avahiya PYD’ê ya li Qamişlo civînek asayî li dar xist. Di civînê de bûyerên têkildarî diyalogên di nava hêzên siyasî yên Kurd de hatin nirxandin.
Piştî civînê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ferhat Têlo daxuyaniyek da û ragihand ku qonaxa duyemîn a hevdîtinên di navbera hêzên siyasî ya Kurd de dest pê kir.
Têlo got: “Şeva din Partiyên Yekîtiya Nîştimanî a Kurd bi nûnerên ENKS’ê re civiyan. Hinek mijar hatin nirxandin û li gorî civînê di navbera aliyan de nakokiyên pir mezin diyar nînin. Ev civîn dikare weke civîna duyemîn a di qonaxa duyemîn a diyalogê ya navbera Kurdan bê diyarkirin.”
Têlo anî ziman ku ji bo qonaxa duyemîn xisûsên bingehîn ên mijarên destnîşankirî di civînê de nehatin guftûgokirin, lê wê ev xisûs di civîna bê de bêne nirxandin.
Têlo da zanîn ku di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYE’yê Wîllîam Roebûck jî amade bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN