QSD´ê tola şehîdan hilanî

Pêr li Idlibê, hema li ser sînorê bi Tirkiyeyê re Abûbekir el-Bexdadî hat kuştin. Di kuştina vî dijminê mirovahiyê de tenê hêzek yekser beşdarî operasyona hêzên taybet a Emerîkî bûbû. Ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Bi gotinên serokê DYE´yê Kurdên Sûriyê bûn.

Beriya ku daxuyaniya Trump saet 13´an (li gorî saeta Kurdistanê) bê dayîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD´ê) di ser hesabê xwe yê Twitterê re eşkere kir ku bi hevkariya DYE û QSD´ê Bexdadî hatiye kuştin û malavahiya hemû hêzên para wan di serketina operasyonê de kir.

Trump jî di daxuyaniya xwe de got, bêyî ku pê zanibin ka armanca operasyonê çiye, wan Rûsya û Tirkiye ji bo bikaranîna meydana hewayî agahdar kiriye. Li ser pirsa elaqedarî dewra QSD´ê de jî wî got, wan hin agahiyên îstîxbarî dane. Bi vê jî wî piştrast kir ku ji bilî QSD´ê ti kesê din bi armanca operasyonê nedizanî. Hema hema di heman demê de Berdevkê QSD´ê Rêdûr Xelîl jî daxuyanî li ser miajrê da û operasyon weke operasyoneke hevpar bi nav kir û da zanîn ku ji ber êrişa dewleta Tirk operasyon mehekê hatiye bipaşxistin. Her weha Xelîl got, bi sedema operasyon li qadeke di kontola dewleta Tirk de hatiye kirin, ew jî weke ispateke din a têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞê de destnîşan kir.

“Weke kûçikekî mir”

Ji daxuyaniya Trump hin detayên balkêş jî ji hurguliyên operasyonê bûn. Di operasyonê de 8 helkopter beşdar bûne, ji devera operasyon çêbûyî 11 zarok bi saxî hatine derxistin, hin kes teslîm bûne. Di operasyonê de ji bilî kûçikekî K-9 ti birîndar û kuştiyên wan çênebûne. El-Bexdadî ketiye tuneleke kor û û di dawiya tunelê de tevî sê zarokên xwe bi teqandina êlekê li ser xwe, xwe kuştiye. Beriya wê jî ji “tirsan ricifiye, daye qîran û giriyaye”, “weke kûçikekî, tirsonekekî” miriye. Hêzên Emerîkî mînak ji cenaze girtine ji bo testa DNA û bi testê piştrast bûye ku el-Bexdadî hatiye kuştin. Wezareta Parastinê ya Emerîkayê bi wêneyê li ser malpera xwe da zanîn ku rêveberiya Emerîkayê operasyon zindî temaşe kiriye.

Berdevkê Çapemeniya QSD´ê Mustafa Balî jî li ser mijarê got, Ji bo jinên Êzîdî, komkujiya Kobanê, êrişên li dijî Kerkûk û Xaneqînê, ji bo tevahiya gelê Kurd, me tol hilanî, em ê dewam bikin. Sûcên li dijî gelê me wê bê ceza nemînin.”