Rêbereke nuçeyên zarokparêz

Pirtûka destan a nûçegihaniya zarokparêz, bi navê xwe yê din pirtûka bi navê Nûçe û Zarok, li Pirtûkxaneya Nûçegihaniya Zarokparêz hatiye zêdekirin. Umay Aktaş Salmanê pirtûk nivîsandiye, Ezgi Komanê jî ji bo weşanê amade kiriye.

Pirtûk ji hêla Mûrat Bayram û Ferîd Demîrel, edîtorên bianetê û Abdulselam Yildirim, stajyerê bianet kurdiyê ve li Kurdî hatiye wergerandin.

Projeya Nûçegihaniya Zarokparêz

Projeya Nûçegihaniya Zarokparêz di navbera Kanûna Paşiya 2018´an û Sibata 2019´an de, bi piştgiriya aborî ya Ajansa Geşepêdan û Hevkariyê ya Navneteweyî ya Swêdê (SIDA) hatiye çêkirin. Koordînatora projeyê, Elîf Unal e. Yekem berhema vê projeyê Pirtûkxaneya Nûçegihaniya Zarokparêz bû.

Ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê dersdêr Prof. Dr. Asli Tûnçê roja 16, 20 û 24ê Nisana 2018´an, di 31 rojnameyên neteweyî de li nûçeyên derbarê zarokan de nêriye û raporek amade kiriye. Bingehên vê pirtûka destan avêtiye.

Pirtûkên destan ên BIA´yê bûn 3

Nûçe û Zarok sêyem pirtûka destan e ku ji hêla bianetê ve û li ser mijara rojnamegeriyê tê amadekirin. Ev pirtûka destan ji 56 rûpelan pêk hatiye. Pirtûk bi nivîsa Nadire Mater, Seroka Lijneya Rêveberiya Wepfa Ragihandinê ya IPSyê û şêwirmenda projeyê dest pê dike.

Materê di nivîsa xwe de gotiye, “Hêviya me heye ku êdî wê ti kes di nivîsandina nûçeyan de zarokparêziyê piştguh neke yan jî wê hincetê nebîne ku çêneke”.

Di beşa bi navê “Di medyayê de zarok” de behsa nîşandana zarokan a di medyayê de dike. Beşeke mezin ji pirtûkê behsa pêşniyazên ji bo rojnamevana dike.

Di beşa bi navê “Nûçeyên mînak” de jî mijarên ku di pirtûkê de behsa wan hatine kirin, bi nûçeyên mînak hatine berbiçavkirin. Di rêberê de her weha rojnamevanên ku li qada rojnamegeriyê kar dikin, behsa tecrûbeyên xwe kirine, zarokan jî nêrînên xwe anîne ziman. Pirtûk bi ferhengekê diqede ku bi nêrîna zarokparêziyê hatiye amadekirin û wê termînolojiya nûçegihaniya zarokparêz firehtir bike.

Nûçegihaniya mafparêz

Umay Aktaş Salman motîvasyona xwe ya di dema nivîsandina pirtûkê de wiha rave dike: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di medyayê de ew e; nêrîna ku zarokan weke ´nîvwelatî´ dibîne, asayî dike. Weke rojnamevanekê û lêkolerekê ji bo min gelekî girîng bû derbarê vê pirsgirêkê de binivîsim. Bianet bi salan e ku derbarê nûçegihaniya mafparêz de atolyeyan çêdike û pirtûkan, pirtûkên destan û nûçeyan diweşîne ku ev atolye û berhemên nivîskî, rêya rojnamevanan û namzetên rojnamevaniyê ronî dikin. Vê hewldana bianetê hişt ku ev pirtûk bê nivîsandin”.

Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz bi Kurdî jî hate weşandin. Ji hêla naverokê ve li Tirkiyeyê yekem rêbera bi Kurdî ya li ser vê mijarê ye. Yek ji wergêrên pirtûkê, Ferîd Demîrelî got, “Kêm cih hene ku bi Kurdî nûçegihaniyê dikin. Li gorî nêrîna min wê ji bo wan bibe mînak.”

BIANET / STENBOL