Rêûresma HDP’ê şoreşger û demokratîk e

Dewleta Tirk a qirker li dijî vîna gelê Kurd ya siyaseta demokratîk êrişek din pêk anî. Wekîltiya Leyla Guven kir ku wê di sala 2018’an de li dijî tecrîdkirina Rêber Apo pêşengiya tekoşînê kir. Wekîltiya Musa Farîsogullari ku tevahiya jiyana xwe di ber tekoşîna azadiyê de daye, betal kir û ew avêt zîndanê. Jixwe li dijî gelê Kurd êrişek bênavber pêk tîne. Bêguman berdewama êrişên vê dewleta Tirk a dijminê gelê Kurd, der barê berdewama tekoşîna li Bakurê Kurdistanê de ye. Dewleta Tirk HDP û gelê Kurd ku hêza herî dînamîk a demokrasiyê ne, dike armanca êrişan.
HDP bi tenê ne partiyek wisa ye ku hema çend kes li hev kom bûne û ew ava kirine. Partiya pêşî ya HDP li ser rêûresma wê HEP di 7’ê Hezîrana 1990’î de hate avakirin. Serhildanên li Bakurê Kurdistanê ku dawiya salên 1980’yî dest pê kirin û di salên 1990’î de pêl bi pêl mezin bûn, hişt ku ev partî bi afire û saz bibe. Ev partî li ser bingehê şoreşa demokratîk, civakî û çandî ya li Kurdistanê bi gewde bû û mezin bû. HDP ev kevneşopa tekoşîna siyaseta demokratîk û kevneşopa tekoşîna demokrasî û azadiyê ya rastîn li Tirkiyê, di bin banê xwe de gihand hev. Partiyek xwediyê kevneşopek pir xurt a tekoşînê ye. Ji ber ku HDP’ê ew kevneşopa şoreşger û demokratîk ya li Kurdistanê û Tirkiyê gihand hev, dewleta qirker a Tirk gelek bi hêrs kiriye. Bi taybetî jî ji ber ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê di bin banê partiyek xwediyê polîtîkayek Kurd a yekgirtî û bi biryar de aniye gel hev, hêzên qirker dîn û har bûne. Ji ber ku di vê feraset û fêhma siyasî de mirina siyaseta xwe ya qirker û mêtînger dibînin. Siyaseta qirker ku tenê dikare di rewşa parçebûna hêzên demokrasiyê de hebûna xwe bidomîne, yekbûna hêzên demokrasiyê jî li dijî xwe weke şerekî dibîne. Sedema bingehîn a êrişên mezin yên li ser HDP’ê ev e.
Li aliyê din êrişên ew çend dijwar yên li ser HDP’ê nîşan didin ka çiqas polîtîkayek rast şopandiye. Xeta siyasî ya HDP’ê li tehtika eniya mêtîngeriyê daye. Yên ku vê rastiyê fêm nakin ew in ku dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên dijminahiya gelê Kurd yên qirkirinê fêm nakin.
Bi hezaran şehîdên vê kevneşopê hene. Piraniya cînayetên 17 hezar kesan ku weke kiryarên nediyar tên pênasekirin, ku dewlet kujerê wan, li dijî wan kesên di nava vê kevneşopê de cih girtîne pêk hatine. Wekîl, serokên bajar û navçeyan û alîgirên wê hatine qetilkirin. Lê ji ber ku xwe disipêre serhildanan û şoreşa neteweyî ya demokratîk, nekarîne vê kevneşopê biperçiqînin. Ew rêûresm û partiya ku xwe disipêre nirx û koka dîrokê HDP ye. Di qada siyaseta demokratîk de ti partiyekê bi qasê vê kevneşopiyê li ber xwe nedaye, nebûye xwediyê mîrate û çanda berxwedanê. Em behsa partiyekê û tevgereke siyaseta demokratîk dikin ku niha jî bi dehan wekîl, kevin û nû bi sedan hevşaredar, bi sedan rêveberên bajar û navçeyan û bi hezaran endamên wê di zîndanê de ne. Em behsa partiyek îllegal û ne rewa nakin, em behsa tevgerek siyaseta demokratîk dikin. Armanca HDP’ê ew e, di serî de pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sereke ya Tirkiyê bi pêkanîna şoreşeke demokratîk çareser bike. Jixwe ku pirsgirêka Kurd li ser bingehê wekhevî, azadî û demokrasiyê çareser bibe, ev tê wateya li Tirkiyê şoreşa demokratîk jî pêk hatiye. Yên ku vê rastiyê fêm nakin, ew kes in ku ji ilm û zanista siyasetê bê xeberin û ji demokrasiyê jî tiştekî fêm nakin.
Ji ber xeta wê ya siyasî, projeyên wê yên siyasî, civakî, aborî û çandî êrişî HDP’ê dikin. Ji ber dema ev xet bi bandor û bi hêz be, ne tenê paşverûtiya li Tirkiyê, li Rojhilata Navîn hemûyî dê paşverûtî têk biçe. Serkeftina vê xetê tê wateya têkçûna her cure paşverûtî, şovenîzm, feraseta qirker, mezhebperestî û zêhniyeta otorîter. Di serî de dewleta Tirk, hêzên siyasî, dewletên li Rojhilata Navîn ku dijminê Kurdan in û dixwazin Kurdan qir bikin ji vê xetê pir ditirsin. Bi vî karakterê xwe ev tenê ne li Bakurê Kurdistanê, li çar beşên Kurdistanê xeta azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd e. Ev xet e ku jiyana azad û demokratîk a Kurdan mîsoger û ewle dike. Eger li Rojhilata Navîn demokrasî pêş nekeve, di serî de Kurd, gelên bindest û hemû civak wê ji talûkeya qirkirinê rizgar nebin. Ji vî alî ve hebûna xetek wiha ya îdoelojîk û polîtîk gelekî giring e. Belkî di şertên faşîzmê de ev xet nikare xwe bi rêkên siyaseta demokratîk pir bi bandor bike. Lewma êdî giring e, rê û rêbazên din yên têkoşînê bikevin dewrê. Li Rojava bi heman xetê bi dana deh hezaran şehîd, karî xwe bi gewde û bi bandor bike. Ku niha çavê hemû dinyayê li Şoreşa Rojava ye, sedema xwe ev xeta siyasî ye ku dişopîne. Belkî li Tirkiyê ev xet nebûye serwer. Lê belê eşkere ye, ka ev xet dewleta faşîst çiqas ditirsîne. Fêdeya tirsê ji bo ecelî tineye. Zû an dereng, ev xet dê bi ser keve, Kurdistan dê azad be, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê demokratîk bibin.
Bi hêviya pêkhatin û serkeftina pergalên demokratîk ku gel bikarin bi hev re, wekhev û azad bijîn…