Rewşa romana Kurdî 

Li gorî dîroka edebiyatê û romana cihanî, roman çîrokeke dirêj e. Ew çîrokeke mîna zincîrê û bûyerên rastîn tê veqatandin û hunandin. Ew ji hêla mezinahî, pirrengiya karakteran û cihêrengiya bûyeran ve di nava lêgerên romanê de pêk tê. Diyalogên navbera kesan û lehengên romanê, û bûyerên qewimî rêz dibin, û romanê dikin kirasê edebiyata resen.

Lê bi çavekî din ji ber hin têgehên şirovekaran û hin prosedurên edebî di romanê de, karakter û teknîka romanê ji giyan û zimanê helbestê ve tê. Ev jî di nava gelek romanan de diyar dibe ku xwendevan yan jî guhdar elaqedarî mijarên di nava romanê dike. Di nava gelek nivîskarên berê helbest nivîsîne paşê dest bi romanê kirine mirov vê dibîne.

Ji ber vê yekê çêkirina hilbijartina rastîn dide ber çavên xwînêran, yanî xwendevan ji bo wê pir girîng e. Ji bo ku em bigihîjin hilbijartina romaneke rasteqîn divê hevokên ku em di xwendina romanê de rasta wan tên carcaran rastî li ber çavên xwinêran wek sêwirên jiyanê yên mayînde ronî û zelal bin.

Gelê Kurd, piştî  dîrokeke edebî ya pirr dirêj hin guhertinên ber bi çav di warê edebî de bi xwe re anîn. Ji ber wê, her wiha guhertinên civakî, siyasî û întelektuelî niha û hîna lê diqewimin. Her çiqas romana Kurdî nebûye romaneke cîhanî, romannivîsên Kurd, li ser keviyên vê guhertina dîrokî a germ a ku xwe lê digirin, hewlê didin ku rewşa romana Kurdî bixin nav bazara wêjeya cihanî. Lê romannivîs, ew newêrin bikevin nava germahiya dîroka edebiyata cihanî.

Riyeke din, riya ku ew qet nikarin di romanê de baş hilbijêrin heye, ew jî dibe mîna felceke edebî. Heger em hinekî rewşê ji nêz ve bişopînin û lêvekolin, em ê rastî hinek pîvanên ber bi çav werin. Medenî Ferho di şiroveyeke xwe de dibêje, “Ku dîrokek din tê xwiya kirin ku şerê  di navbera şoreşger û statukoparêzan (qralparêz) de vê îsbat dike, destîniya xwe jî, ya romanê jî diguhere“.

Lê romannivîsên Kurd dîsa wê newêribin bikevin nava vê tevlîheviyê. Howard Fast û Solohov di vê hêlê de mînakên dîrokî ne! Mînaka sêyem jî Vîctor Hugo ye.

Li ser hunera romanê di demên dawî de mijara girêdana romanê bi çîrokê re derdikeve pêş. Helîm Yûsiv li ser danasîna romanê gotiye, “Eger çîrok odeyek be, roman avahiyek e. Tenê kirasê romanê têra bigewdekirina dîmenê serdemekê û xêzkirina wêneyê wê dike. Roman neynika vê serdema me ya tevlihev e.“

Pirs li vir tê kirin, gelo di asta hilberîna edebî ya çîrokbêjiyê de, yan jî asta wan xwendevanên ku bi vê şêwaza edebî re elaqedar dibin û nivîsên nivîskarên wê hilberandî yên ku mejiyê xwendevan dewlemend dike û wan li çand û şaristaniyên din vekirî dike, wê têrê bike? Ji sedî sed, na!

Di nava hemî beşên Kurdistanê de romana dîrokî hîna rûneniştiye, ya rast romannivîsên Kurd zêde romanên dîrokî nanivîsînin, Fêrgîn Melîk Aykoç yek ji stûnên romanê ye ku di dema dawî de romana dîrokî a bi navê Serwerê Med Aştiyago nivîsiye. Ev roman li ser pêşiyên Kurd e û behsa dîroka Kurdan a kevnar dike.

Fêrgîn Melîk Aykoç wisa şîrove dike: “Romanên dîrokî li ser kesayetî, rûdan, serwer û împaratoriyên dîrokî ne. Her çendî tê de hêza afrînerî ya nivîskar hebe jî, bi giranî li ser rastiyên dîrokî yê bi wê dem û wan kesayetan re têkildar e. Romanên li ser dîrok û kesayetiyên dîroka Kurd û Kurdistane nivîsandin gelek dijwar e. Lewra rastiyên dîrokî bi giranî hatine wendakirin yan jî belovajîkirin. Divê mirov çîrok, gotinên pêşiyan, mîtolojî û destanên gelê me û qewlên Kurdên bi baweriya Êzdayetî û Yarsanî baş bizane û bi agahiyên dîrokî yê piştê lêkolînên berfireh hatiye bidestxistin re birûberîne, hê binivîsîne. Ev jî dem û bêhnfirehiyê dixwaze.”

Heger em behsa tevna xeyalê di romanê û pirsgirêkên civakî bikin, bêguman em ê vê hêdî derbirînên Fêrgîn Melîk Aykoç  baş ji hev dernexînin.

Da ku em wan pirsgirêkan ji hev derînin û ji hev cuda bikin, em ê dîsa xwe bispêrin dîwarên wêjeya cihanî û ji çanda xwe ya kevnar a çîrokbêjiyê bipengizin û dûr herin.

Di milê din de em dikarin bi hin mijarên dîrokî yan olî re xwe mijûl bikin, ji ber ku ew yek ji wan amûrên herî girîng ê zanebûnê ye. Ji ber wê, di nav me de hîna çanda çîrokbêjiyê li pêş e û ev di nava xebatên romannivîsê dema me ya îro diyar dibe.