Rêya çareseriyê Rêber Apo ye

Operasyonên siyasi yên li dijî endam û rêveberên BDP’ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî berdewam dikin. Li aliyê din bertekên li dijî operasyonan jî didomin. Ji Herêma Federal a Kurdistanê Hîndekakar Prof. Dr. Qasim Omer bertek nîşanî operasyonên siyayî û girtinan da û xwest hikûmeta Tirkiyeyê dawî li van operasyonan bîne. Omer, operasyonên siyasî yên Tirkiyeyê wekî komkujiya siyasî nirxand û xwest BDP’ê ji bo demokratîkbûnê wekî nîmetekê bibîne û qîmet bide BDP’ê.

‘PKK îfadeya li dijî zilma Tirkiyeyê ye’
Omer, suçdarkirina siyasetmearên Kurd a bi PKK û KCK’ê rexnekir û wiha got: „PKK çiye? PKK çima derket holê? Divê her kes vê pirsê ji xwe bike. Dema vê pirsê bike dê bibîne ku PKK li dijî zilma ku li gelê Kurd pêk tê hatiye avakirin. Dê bibîne ku PKK ji bo mafê gelê Kurd biparêze derketiye holê. Ji ber ku PKK mafê gelê Kurd ên bingehîn diparêze.“
Prof. Dr. Omer, bal kişand ser rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha axivî: „Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe divê di serî de Rêber Apo hemû siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan. Ji ber ku yekemîn rêya çareseriyê Rêber Apo ye. Divê bi Rêber Apo re diyalog û muzakere bên destpêkirin û tecrîla li ser Ocalan tê meşandin bi lezgîn bi dawî bibe. Niha hemû hêz û derfet di destê Hikûmeta AKP’ê dene. Ger ku bixwaze dikare di demek Kurd de pirsgirêkê çareser bike. lê naxwaze. Her wiha divê hîkûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî ji bo çareseriyê bi gelê Kurd re di nava yekitî û tifaqê de be.

‘Li ser navê îslamê zilm tê kirin’

Omer, destnîşan kir ku di qada olî de jî dema ku netewek ango civakek ji bo aştî, demokratî û edaletê têkoşînê bide divê her kes piştgiriyê bide. Omer, bal kişand ser têkşina Selahaddinê Eyubi û wiha got: „ Selahaddinê Eyubi Kurd e, lê ji bo îslamê têkoşiya. Ji bo Kurdîtiyê tiştek nekir. Lê îro li ser navê Îslamê tirk, ereb û fars zulimê li Kurdan dikin. Divê edaleta îslamiyetê ne ev be.“

DÎHA/HEWLÊR