Rêya li derveyî dubendiyê

Birêz Ocalan di çarçoveya nîqaşên rojane de got, tifaqa demokrasiyê divê nebe mijara dudiliyê û destnîşan kir ku divê HDP rêya sêyemîn ji bo xwe esas bibîne û vê yekê biparêze.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, detayên hevdîtina 18’ê Hezîranê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û peyama Ocalan weşand.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyê da zanîn ku wan 18’ê Hezîrana 2019’an li Hepsa Girava Îmraliyê hevdîtinek kiriye. Buroyê got, Ocalan nirxandinên rewşa siyasî weke carê kiriye û metnek jî li ser siyaseta rojane nivîsiye, û wan jî li ser daxwaza wî ev agahî û metn pêşî bi muxatabê wê HDP´ê re parve kiriye: “Di çarçoveya daxwaza Birêz Ocalan de me nirxandin û nivîsa wî piştî hevdîtinê bi rayedar û desteyên HDP’ê re parve kir û plan kir ku 21’ê Hezîrana 2019’an Înê bi raya giştî re parve bikin.”

Buroyê bi bîr xist ku kesê bi navê Alî Kemal Ozcan îdîa kiriye çûye Îmraliyê, lê heta ew bi muwekîlê xwe re nepeyivin, ew ê ne erê û ne jî na li ser vê yekê ti daxuyaniyê nedin. Piştî vê jî li ser metna ku Ocalan ji bo bi HDP´ê re bê parvekirin daye parêzeran, buroyê parve kir. Li gorî daxuyniyê di metnê de ev agahî hene: “Birêz Ocalan anî ziman ku her gotina metnê bi wesfa pirtûkê ye û di çarçoveya naveroka metnê de nêrîn û pêşniyazên xwe kirin.

Peyamên Ocalan ‘hêvî’ ne

Wî destnîşan kir ku ji bo çareseriyê wê peyamên wî yên berfireh hebin û ew ji vê re dibêje ‘hêvî’. Careke din wî bal kişand ser zimanê dijberkirinê û diyar kir ku divê rêya sêyemîn bê parastin.

Birêz Ocalan di çarçoveya nîqaşên rojane de got, tifaqa demokrasiyê divê nebe mijara dudiliyê û destnîşan kir ku divê HDP rêya sêyemîn ji bo xwe esas bibîne û vê yekê biparêze. Wî diyar kir ku ev rewşa rewşa du bendî ji destpêka avabûna komara Tirk ve heye, di van şert û mercan de avakirin û birêvebirina tifaqa demokrasiyê û HDP’ê weke partiyeke xeta sêyemîn, karekî bi tehlûke û wêrekî ye. Wî got, divê HDP weke tifaqeke demokratîk bi wêrekî û bi aqil mîna katalîtazorekê siyaseta çareseriyê û danûstandinên demokratîk biafirîne ku hemû partî û rêxistinên siyasî vexwîne demokratîkbûnê.

HDP divê rêya xwe bimeşîne

Birêz Ocalan anî ziman, feraseta tifaqa demokratîk divê nebe sparteyek ji nîqaşên rojane yên hilbijartinê re û diyar kir ku mebesta wî lihevkirina civakî ye, tevnedana dubendîtiyê ye. Ew di wê nêrînê de ye ku siyaseta bendê bi gotinên xwe yên heqaretê û demagojiyê siyaseta şer dimeşîne, HDP divê rêya xwe biparêze. Wî anî ziman ku divê ev xusûs bi HDP’ê re bê nîqaşkirin û diyar kir, tevî vê yekê jî HDP xebatên xwe bi xwe dike û biryarên xwe wê bi xwe bide.

Birêz Ocalan xwedî wê nêrînê ye ku HDP partiyeke tifaqa demokratîk û danûstandinên demokratîk e, ji bo pêkanîna vê yekê jî HDP divê bi tifaqên xwe siyaseta xwe xurtir bike. Wî anî ziman ku ji rêxistiniya herî biçûk a civakê, ji gund heta asta herî jor gelek pirsgirêk hene, giştiya van pirsgirêkan jî qada siyasetê ye û siyaset divê çareseriyeke demokratîk biafirîne.

Wî got, divê li ser hîmên lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî siyaseta demokratîk bê afirandin û ji bo hiqûqa gerdûnî jî pênaseya Tifaqa Destûra Bingehîn a Demokratîk pêşniyaz kiriye.

Birêz Ocalan di hevdîtinê de der barê rêbaza xwe ya siyasî de got; heta roja îro bi fikir, hilberîn û afirîneriyê wî hewl daye siyasetê bike û pirsgirêkan çareser bike. Sermeselê; ji bo dema bê Şaredariya Demokratîk meraq dike, ka wê çiqasî bi pêş bikeve.

Birêz Ocalan di mijara Sûriyeyê de girîng dibîne ku Kurd bi siyaseta avakirinê ya bi Ereban û gelên din re Dewleta Sûriyeyê ji bo çareseriya destûra bingehîn qaneh bikin.”

 NAVENDANÛÇEYAN


Kurdî hînî zarokên xwe bikin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe ya doh a li ser hevdîtina bi Ocalan re ya 18´ê Hezîranê li ser fikrên Ocalan ên li ser çand û ziman jî agahî dan. Buroyê got, “ Li ser mijara çand, kesayetî û dîroka Kurdan, (Ocalan) nêrînên xwe yên hevdîtinên beriya niha domandin û li ser mijarên Mem û Zîn û Cizîrê nirxandin kir. Wî got, tevî ku 400 sal di ser re derbas bûne jî siya Mem û Zînê hîna li ser Cizîrê ye. Dema ku mijarên çand, cografya û dîroka Cizîrê dinirxand, bal kişand ser ‘Keça Kurd a Êzîdî’ Bêrîvan (Egal) ku di dîroka Cizîrê de kesayeteke girîng e û bi vî rengî nêrînên xwe yên der barê Êzîdiyan de parve kirin. Birêz Ocalan diyar kir ku çanda Kurd bi rengekî rast nayê hînkirin û mirov pê najîn, û rewşeke tirsnak e ku Kurd niha Kurdî hînî zarokên xwe nakin.”