Robotê sîxur dîmenên gorîlan girt

Dîmênen gorîlên çiyayî yên stranan dibêjin, ev cara yekê ye hat girtin. Ev jî bi xêra robotekî sîxur mumkin bû. Gava ku gorîl xwarinê dixwin, stranan jî dibêjin. Dîmen bi xêra robotekî piçûk ê ku mîna gorîlekî piçûk xuya dike, hatin girtin. Ev dîmen jî, 29’ê Nîsanê di rêza “Nature: Spy in the Wild 2 (Xweza: Sîxur di xwezaya kovî de)” yê kanala PBSê de hat weşandin.
Herçî mirov in ji dûr ve dîmenan dikarin bigirin, lê ev robotê hanê karî bikeve nava komeke gorîlan li Ugandayê û li rêûresma wan a xwarina pel û giyayan binihêre, dîmenê wê bigire. Gava van gorîlan xwarina xwe dixwar wan kêfa xwe ya ji xwarinê bi nihurîneke di ber xwe de nîşan dida. Ev jî dişibiya koroyeke razîbûnê.
Dîmenê hanê li ser înternetê jî peyda dibe li navnîşana li jêr:

NAVENDA NÛÇEYAN