Roja dayikan pîroz be!

Li gelek welatên cîhanê, her sal hefteya duyem roja yekşemê ya meha Gulanê wek roja dayikan tê pîrozkirin. Bi wesîleya vê rojê li ser girîngiya hebûna dayikan a di nav civak û jiyana mirovatiyê de tê sekinandin. Ked, evîn û heskirina dayikê ku nayê tarîfkirin di vê rojê de tê bibîrxistin û ji bo dayikan diyarî tên dayîn. Ez vê roja sembolîk li dayikan hemûyan bi taybetî li dayîkên Kurdistanê ku gelek êş û zehmetî kişandine pîroz dikim û destên dayikan hemûyan maçî dikim. Bê guman her roj û kêliyên dayikê hêjayî pîroz kirinê ne. Ji ber ku hebûna dayikê xweşikbûn û wateya jiyanê ye. Evîn û heskirina bê dawiye dayik. Hemû fêrbûnên mirov bi dayikê dest pê dike. Dayik mamosteya jiyanê ye. Dayik navê sedema hebûna mirovan e. Ji lewma jî gelek zehmet e ku mirov tarîfa wateya gotina dayikê bike. Gelo kî kare keda dayika xwe pênase bike…Kî dikare êşa ku wan ji bo me kişandiye binivsîne. Kî dikarê bi hesibîne bê ji bo me çend şevan bê xwew maye. Kî dikarê behsa heskirineke ji ya dayikê zêdetir bike. Bersiva van pirsan ne tenê rojekê lazim e ku 365 rojan bê dayin. Baş e, çima li seranserê cîhanê yekşema duyemîn a meha Gulanê weke rojeke sembolîk ji bo rûmetdan û rêzgirtina li dayikan tê pîrozkirin û dayik tên xelatkirin?

Tê gotin avakera ewil a vê rêûresmê keçeke Emerîkî ya bi navê Anna Jarvis e. Anna ji ber ku dayika xwe ji dest dide, sala 1908’an ji bo wê rojeke bîranînê çêdike. Ev roj ango yekşema duyem ya meha Gulana sala 1914an ji aliyê Kongreya Emerîkayê ve weke Roja Dayikan tê pejirandin û pêşî li Emerîkayê paşê jî li seranserê cîhanê belav dibe. Dîsa di mîtolojiya Yewnan de jî ev roj ji bo dayika xwedawendan Rheayê di biharê de mihrîcan tên lidarxistin. Tê gotin di heyama Romaya kevnar de jî mihrîcana biharê ji bo xwedawend Kîbele heta B.Z. bi 250 salan jî dihat pîrozkirin. Gelo ev roj li hemû deverên cîhanê li gorî wateya xwe tê pîrozkirin. Bêgûnan na! Ji ber ku bi hezaran Dayik vê rojê bi dilêşî pêşwazî dikin.

Ji lewma jî dîyariya herî mezin ku em îro karibin bidin dayikên xwe, rizgarkirina dayikan ji jan, xem û hesretan e. Ji ber ku li vê cîhana bê edalet her sal dayik ne tenê roja dayikan hemû rojên xwe bi êş û azaran derbas dikin. Dayikên Plaza de Mayo 43 salan ji bo edaletê li dijî cûntaya faşîst a Arjantînê têkoşiyan. Ew, her hefte bi fotografên kur û keçên xwe yên hatibûn windakirin, li meydaneke paytexta Arjantînê Bûenos Aîresê rûniştin. Dayikên Şemiyê her hefte ji bo hestiyên windakiriyên xwe bibînin li qadan e. Îro jî dayikên Kurd ji bo gorên zarokên xwe biparêzin li goristanan nobetê digerin. Ji Dayika Xalîse re weke diyarî hestiyê kurê wê bi kargo jê re tê şandin. Ma gelo ez ji we re qala kîjan roja nexweş ya dayikan bikim. Qala şev û rojên wan yên li ber dadgeh û girtîgehan bikim. Qala êşkence, lêdan û êrişên polîs û leşkaran bikim. Qala hestên dayikên ku zarokên wan ji bo azadiyê têdikoşîn qêrîn û giriyên xwe çawa vedişêrin û êşên xwe di dilê xwe de dinexumînin bikin. Ev tenê çend mînak in. Ji van mînakan jî diyar dibe ku diyariya herî bi wate ji bo dayikan ew e, divê mirov pêşî li van êşên wan bigire. Diyariya herî mezin guhartina vê cîhana ku bi destê zaliman bûye dojeh e. Ji ber ku yên di vê dojehê de xwedî êşên mezin jin-dayik in. Lê tevî ewçend berdêlên giran jî dayik bi sekneke xurt û bi biryar li dû doza zarokên xwe diçin û têdikoşin. Ji lewma peyama tevahî dayikên Kurd ew e ku dibêjin, ‘Bila şer bisekine aştî bê’