Roja Jinên Kedkar a Cîhanê

Ev roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cihanê ye. Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) 8 Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand, û ji wê gavê ve li gelek welatan ev roj tê pîroz kirin.

Her çend ev roj di asta navneteweyî de di salên 1970´yî de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş kevintir e. Di 8 Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê xwepêşandan kir. Jinan bi greva xwe daxwaz kiribû ku saetên wan yê kar dakevin 8 saetan û nirxê karê wan jî wekhev be û ne kîmtir be ji yên mêran. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jinî di encamê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê, di salên 1900’î de dest pê dike. Di sala 1903’yan de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jinan” hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908’an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek kirin. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana “roja jinan” tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) lêgerîna jinan ya ji bo mafên jinan dewam kir, sala 1909’an bi beşdariya bi hezaran jinî xwepêşandanek çêbû û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya bi 10 hezaran jinên karkerên fabrîkeyên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, bi greva xwe dixwestin ku mercên xebata wan werin başkirin û bi qedrê ked û karê wan bê zanîn. Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de bi erênî pêşwazî kir û garantiya jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin, da. Têkoşîna jinên Emerîkî, tesîr li jinên Ewrûpayê jî kir. Di sala 1910’an de li Kopenhagê, Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya Diduyan hate lidarxistin.

Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cihanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyaz kir û pêşniyaza wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19´ê Adara 1911’an de li Danîmarka, Elmanya û li hin welatên din hat qebûlkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku Keyayê Prusyayê sala 1848´an hin reform mohr kiribûn û di nava van reforman de jinan wê karibûya mafên xwe yên dengdanê bi kar baniya. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8´ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972´an de bi rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê ya li Sydneyê, dest pê kir. Piştî ku NY´yê navbera salên 1975-1985’an weke “Deh Sala Jinên NY´yê îlan kir, di 16 Kanûna 1977’an de jî 8´ê Adarê weke “Roja Jinan a Cihanê” îlan kir da ku were pîrozkirin.

Di dîrokê de di nava hemî behweriyên Kurdan de ji ber sedemên civakî û dînî jin pîroz e. Axir li Kurdistanê jî dîrokeke têkoşîna azadiya jinê heye. Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan bi navê Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê (TAJK), sala 1987’an hate sazkirin. Her wiha ev tevger di sala 1988’an de jî xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan (YJWK) guhert. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995’an de jî bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. YAJK´ê sala 1998’an xwe weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê (PJKK) xwe weke partî birêxistin kir.

Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’an ya Awarte li dar xist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PJAK) organîze kir. PJAK ji bo azadiya Jinan têdikoşe û li deverên din yên Kurdistanê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd hêza xwe mezin dikin û roj bi roj bi hêz dibin. Herî dawî ji destpêka salên 1980´yî ve jinên Kurd li derveyî rêxistinê xwe xurt dikin û bi hişmendiya xwedawenda jina pîroz xebatên xwe ava dikin.