Roja vejîna bindestan

4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat pîroz kirin. Kurdistaniyan di pîrozbahiyan de peyama mezinkirina têkoşînê da.

Bi hezaran şêniyên herêm, bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Ocalan bi çandina daran û lidarxistina şahiyan pîroz kir. Xelkê herêmê di pîrozhiyan de careke din soza xwe ya şopandina rê û felsefeya Ocalan  dubare kir.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî 70 saliya Abdulah Ocalan bi beşdariya tevahiya gelê wargehê hat pîroz kirin.

Di dilê her kesê de ye

Di pirozbahiyê de endama Meclîsa Îştarê, Cîhan Çiya li ser girîngiya rojê axivî û got, “ Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe ji zarokan heta bi mezin û navsereyan, xwe di dilê her kesê de bi cih kiriye.”

Piştî birrîna pasteyê koma çand û hûner a govendê a Şehîd Nudem bi dîlana xwe gel coşand. Paşê Ehmed Îke bi stranên xwe yên gelêrî govend da gerandin.

Welatiyên Şengalê jî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û bang li tevahiya civaka Êzîdî kir ku li dijî tecrîdê têbikoşe.

Çalakvanên greva birçîbûnê yên li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê ku doza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin jî, rojbûna Ocalan, serketina QSD’ê û HDP’ê li hemû gelê Kurd û gelên cîhanê pîroz kirin.

Destpêkê Herêm Mehmûd axivî û got, ew ê bi biryardarî heta tecrîda li ser Ocalan bê şikandin, çalakiya xwe dewam bike.

Alîgirê jiyana hevbeş

Li herêma Raperîn jî ji aliyê xelkê Raperînê, çalakvanên civaka sivîl û endamên Tevgera Azadî ve bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Ocalan, dar hatin çandin.

Piştî çandina daran, Hevserokê Herêma Raperîn yê Tevgera Azadî, Xalid Mustefa got; “Rêber Apo ji zarokatiyê ve alîgirê jiyana hevbeş û azadiya gelan bû.”

NAVENDA NÛÇEYAN