Rojnamevanî û siyaset

Rojekê Melayê Meşhûr serê sibê radibe û dike qêrîn û hewar: ’Cîranno!…Diz ketiye mala min..derî û cînar kom dibin û kî tê gotinekê li serê Mela dide: Mela ma qey tu zarok î…Ma mirov derî danade? Weyyy…Xwedê mala te xera neke, ew çi xew bû, tu çawa şiyar nebûyî? Ma ew dêwê heft serî yî yan jî hirç î?

Mela li aliyekî li ber firax û malên xwe yên hatîn dizîn dikeve û li aliyê din jî ew gotinên cîranan dike ku wî bifetisînin, di dawiyê de encax dikare wiha bibêje: ’Wey mala we ava be. Ma ev hemû sûc, qisûr û qebehet yên min in, lê qet sûcên wî dizê bêbav tineye!´

Xwendevanên birûmet, wekî em hemû jî baş dizanin li gel dewletên dagirker yên Tirk, Ereb û Faris gelek dewletên din jî mixabin dijberiya me Kurdan dikin. Helbet dijberî ne di ast û hevrengiya dewletên dagirker yên li ser Kurdistanê ne, lê egerên cûrbicûr hene ku dikin ew jî li kêleka dewleta Tirk û yên din cihên xwe bigirin.

Mînaka herî berbiçav û herî zêde bandorê li gelê me dike jî dewleta Elmanyayê ye. Elmanya herî kêm ev dused sal in ku hevalbendê Tirkan e. Di şer û aştiyê de tim li gel wan bûye, ev ji serdema Osmaniyan heta vê gavê dewam dike. Elmanya vêna jî venaşêre, rejîm, pergal, desthelatî li Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, li têkiliyên wan bandorê nake. Jixwe, ti carî demokrasiyeke rastîn li cem Tirkan çênebûye û di serdemên cuntayên eskerî yên herî tarî de jî Elmanya tim bi rêzdarî nêzîkê Tirkiyeyê bûye.

Ew du hevpeymanên stratejîk in. Heta niha sedemeke encamgir çênebûye ku nav herdu dewletan xera bibe. Di têkoşîna azadiya Kurdan de jî Elmanya li gel Tirkiyeyê ye. Ji ber sedemên qanûnî yên mafên mirovan û demokrasiya vî welatî, neçar dimîne ku çavên xwe ji hin xebatên Kurdan re miç bike, lê ew di vê pevçûnê de aliyek e.

Saziyên Kurdan yên li vî welatî tim di bin zextên giran de ne. Her çiqas qanûnî û legal jî bin, li gorî nêrîna dewletê ew ti carî rewa nînin û wek navendên ku her gav dikarin sûc biafirînin, têne dîtin.

Ev ji bo rojname, weşanxane, komele û bi giştî hemû saziyan lê ye. Gelek caran diavêjin ser saziyan û serûbin dikin, endaman digirin an jî derdixin pêş dadgehan, bi awayên cûrbicûr rê li ber xebatên wan digirin, asteng dikin.

Di sala 2006´an de rojnameya Ozgur Polîtîka girtin, Kurdan li dijî wê doz vekir û qezenc kir. Rayedarên wê demê bêyî ku şerm bikin, got, ’Ew biryareke siyasî bû.’

Dîsa ROJ TV hat qedexekirin û Elmanya di wê dozê de jî bi bin ket. Di gelek dozên meş, mîtîng û festîvalan de jî di dadgehan de wenda dikin, lê dîsa dev ji zext û çewisandinên xwe bernadin. Heta niha carekê jî doza lêborînê nekirine, li xwe mikûr nehatine.

Hefteya borî di meşa sê rojan a dirêj a li Berlînê de em jî rastî êrişeke wisa hatin. Polîs bi hinceta ku ez muzîka qedexe lêdidim dest danî ser telefona min. Min çiqas jî got, ez karê ragihandinê dikim, lê wan a xwe kir. Ya rastî heqaret bû, lê ev ne ya yekê ye û wê ne jî ya dawiyê be.

Ew êşa ku polîsê Berlînê bûyî sedem li aliyekî, heval û dostan alî alî got, ’Ev çawa kar e? Ma mirov çawa telefona xwe dide? Hin hevalên pispor yên rojnamevaniyê jî got, “Rojnamevan nikarin bibin endamên partiyên siyasî. Mirov nikare hem rojnamevan, hem berpirsên saziyan û hem jî sazkar û rêveberê meş û xwenîşandanan be!”

Li gorî wan dewleta Elman vêna wek kêmanî tespît dike û bi ser me de tê.

Hîna ew niqaş sar nebûbû, nûçeya serdegirtina weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Mûzîkê belav dibû. Li gorî wan hevalan wan jî sedîsed kêmaniyên ‘qanûnî û bûrokratîk’ kirine, nexwe Elmanyaya demokratîk bi kirineke wiha ranabe.

Baş e, em pirs dikin, karê ragihandinê jî mîna xeratî, bijîşkî, parêzerî, mamostetî û wekî din pîşeyek e, ne wisa? Yên vî karî dikin jî xwedî bîr û baweriyên cihê ne û mafên wan heye li gorî wê nêrîna siyasî, îdeolojîk û olî tevbigerin û bijîn.

Dibe ku rojnamevanek karê xwe kêm an jî zêde bike, biexlaq an jî bêexlaqî bike, lê bijîşkek jî dikare heman karî bike, parêzerek jî. Ev çima tenê ji bo rojnamevan dibe kêmanî?

Li aliyê din kesê ku welatê wî bindest be û teroreke nedîtî ya dagirkeran li ser gelê wî be, rojnamevan jî be, ma mafê wî yê têkoşîna li hemberê dagirkeran nîne?

Ev li cihanê çawa çêbûye û bi pêş ketiye? Divê em jî hindek li ser vê babetê rawestin yan na?