Ruhê zimên

Em bi pirsekê bidin ser rê. Gelo zimanek bi çi awayî dibe xwedî ruh. An jî em dikarin pirsê di warê şûngehê (mekan) de transpoze bikin û bipirsin; gelo ruhê zimanekî çawan tê fam kirin?

Ruhê zimanekî, hêmana esasî û sereke ya wî zimanî ye ku xwe di rengê xwe yî xwezayî û hîmî de dide der. Her wekî rengê çermê mirovan; ku ji zikmakî ye û heta mirinê tu çi jî bikî tu nikarî ne çermê xwe ne jî ruhê zimanê xwe ji xwe bikî. Nexwe, ruhê zimanekî, parçeyek e ji endamên wî zimanî û taybetîyeke diyarker e; ji zikmakî ye û ev taybetî ancax bi rizînê, bi pûçbûnê jê diçe.

Îcar, pûçbûna ku em behsa wê dikin jî, mirina ruh bi xwe ye.

Baş e. Nexwe, em dikarin bi nêrîneke Fanonîst bêjin, mirov xwe li heft avên zelal jî bixin, nikarin rengê çermê xwe, yanî ruhê zimanê, xwe biguherînin. Û di ser vê bingehê re, em dikarin bêjin; herî dawî ziman dimire.

Loma jî, di her dem û warî de ku serdestan warekî, welatekî dagir kiriye yan jî li wir pêkanînên kolonyal û kapîtalîzma modernîst bi cî anîne, serê pêşîn wan dest avêtiye ziman. Ji ber hindê ye ku di pêkanînên guherandina rengê ruhê mirovekî yan jî gelekî de, serdestên kolonyal pêşî ziman qedexe dikin, lê yekser hewl nadin ku ruhê zimanekî bi derbekê re bişikênin û têk bibin. Belê, loma ye ku ew pêşî dest diavêjin hemû hêmanên çandî yên di nav zimanekî de dihewin. Û di heyra jîyanê de jî, bi rê û rêbazên kapîtalîst, heta ji wan tê qeramên jîyana mirovan giran dikin. Û rewşeke wisan çêdikin ku mirovên xizan an jî ên halxweş dibêjin qey heke ew xwe li ber wan stûxwar nekin ew ê vê carê ji birçînan bimirin. Herçî mirovên maldar in, ji bo ku ji zengîniya xwe kêm nekin, bi dilxwazî û dilxweşî stû li ber pêkanînên kapîtalîst û kolonyal ditewînin. Tew hevkariyê jî digel kolonyalîstan dikin.

Ev hemû bi rêya ziman çêdibe; bi zimanê serdest(an). Bi zimanê ku ne ji ruhê dayika bindestan e. Loma jî, her cara ku zimanê serdest tê bikaranîn, rengê ruhê mirovê bindest, yanî rengê çermê wî, her ku diçe diguhere. Diçilmise, beqem dibe û dikeve qonaxa pûçbûnê.

Û herî dawî ziman dimire.

Loma ye ku car caran em di nûçeyan de dixwînin ku nizanim li ku dera dinyayê mirovek mir û zimanek jî pê re mir. Çima? Ji ber ku wî kesî li ber xwe daye li hember pêkanînên serdestî, kolonyalî û netewedewletî yên hişk î hola û ji mirovatiyê der û dev ji zimanê xwe bernedaye. Bi her halî, kinc û kirasên wî mirovî, awayê rabûn û rûniştina wî a adetî û hemû rê û rengên jiyana wî a ji bavûkalan mayî hatiye guhertin. Lê belê wî reng û kirasê xwe yê esasî neguherandiye; reng û kirasê ku dayika wî/ê dayê heta mirinê ji xwe nekiriye. Loma jî zimanê wî heta mirina wî pê re zindî maye.

Erê, herî dawî ziman dimire.

Loma ye, hêmana sereke ya hebûna gelekî, neteweyekê, ziman bi xwe ye. Loma ye rengê esasî yê gel û neteweyekê, ziman e. Û ji ber hindê ye ku gotinên me û gotinên serdestên/mêtingerên me li hev nakin; rengê wan nadin hev. Ji ber wê yekê ye ku hestên me, qîrînên me, êşên me, dilxweşî û şîn û şahiya me ne mîna hev in. Loma ye serdest tim hewlê didin me bixapînin. Mêtinger tim dixwazin me ji mesîla ruhê dêya me averê bikin. Ew dixwazin em bêjin qey em ê bi zimanê wan bibin mirov; em ê bi zimanê wan heyî bin; zimanê wan wê me bibe têxe nav mirovan û em ê pê bextewer bin.

Erê, çendî ku herî dawî ziman dimire jî, divê ne pêşî ne jî dawî; Kurdî nemire.

Ew rengê hest, êş û rabûn û rûniştin û jîyanê ye. Ew xwedîyê dil û mêjî ye. Ew war e. Warê ku ancax dikare bi dil û kezeba dayikan ava bibe. Ruhek e ku bi hest û hembêza dayikan heyî dibe. Kan e. Kana ku ruh jê avê vedixwe.

Û her û her di qîrîna, “Ez bi qurbana birîna te bim” de dihewe.