Rûpelên tarî yên dîrokê û rewşa îro

Gelên ku dîroka xwe, pirsgirêkên dîroka xwe, xwerû jî rupelên tarî yên dîroka xwe hûr nekolin, baş analîz nekin, bi gelek dijwarî û nakokiyan re rû bi rû dimînin. Di dîroka me de gelek rûpelên ku baş nehatine vejenîn, rastiya wan bi awayekî têgihîştî li ber çavan nehatine raxistin hene. Di vê roja me de jî dem bi dem formên cuda yên van rûpelên tarî derdikevin pêşberî me.

Di vî warî de barê giran dikeve ser milê rewşenbîriyê. Mixabin ji ber ku rawşenbiriya Kurd li ser bingehê aborî û perwerdeya dagirkeran pêkhatiye, ji aliyên Kurd yên dîtir seqetir e. Beşek ji ber berjewendiya kesî di xizmeta dagirkeran, beşek di xizmeta eşîrî û partiyên eşîrî, beşek jî di nava daxesiyê de fetisiye. Di encamê de beşeke biçûk dimîne, ew hewl dide ku rastiyan li ber çavan raxîne, lê gelek caran dengên wan ji ber vê geremola bêbext nayê bihîstin.

Em çend xalên dîroka tarî vekin. Xala yekemîn: Bingehê çand, huner, ramandin û teknîkê di cihanê de cara yekem li Xirabreşkê tê avêtin, motîfên wê destnîşan dike ku bi civaka Kurd re têkildar e, lê îro Kurd li paşiya hemû civak û çandan mane. Çima?

Xala dudoyan: Dema Harpagos bi tevê Persan keyê (padîşahê) Med Astiyag ji ser text anî xwarê, fermandarekî bihêz bû. Çima ew bi xwe nebû keyê Medan, Kîros (Koroş) ku her çendî ji aliyê dê ve neviyê Astiyags jî be, anî ser text û mohrên rêvebiriya Medan da destên Persan? Rast kesê ku ev mijar di ronahiya analîza zanistî re derbazkirî heye?

Xala sisêyan: Her çendî Mervanî xwedanê hêzeke xurt jî bûn, çima nekanî wekî Bîsmarkê Almanan tevahiya mîr û begên kurdan bigire bin rêveberiya xwe, li Kurdistan û Rojhilata navîn bibe hêzeke sereke? Gelo di vî warî de, di warê felesfîk, civakî, zanyariye de lê û hûrkolînên rexnegirî û analîzî li ser vê mijarê pêkhatiye?

Xala çaran: „Yavûz Selîmê Osmanî piştî çilhezar Yarsanî (qizilbaş) di komkujiyê re derbas dike, bi Îdrîsî Bedlîsî re peymanekê çêdike. Di heman demê de li ser kevirê kaniya ber mizgefta Payeberz- Muşê niviseke heqaret li Kurdan dike dide nivisandin. Çendekê berê wê jî yazdeh mîrê Kurdan jî xwe davêjin bextê Şah Îsmaîl, lê tev de tên kuştin. Gelo analîzeke, felsefîk, psîkolojîk zanistiya rexnegirî li ser van pêşveçûnan heye?

Xala pêncan: Di nava her gel, netewe, bawerî û dewletî de di rewşên aloz û talûke de berê serok û rêber derbasê ciheke ewle tê kirin û parastin, pişt re şerê li dij dagirkeriyê tê xurtkirin. Dema em li Komara Mahabadê dinêrin, dibînin ku Rêberî, serokkomar, Pêşawa Qazî Mihemmed nehatiye parastin, derbasê ciheke ewle nehatiye kirin, lê serfermandarê artêşê dikane bi komeke leşkeran ve derbasê Sovyetê bibe. Ev çi hîkmet e? Rast ev mijar di analîzeke zanyarî û hûrkolînî re hatiye derbaskirin û jê hin dersên ji bo siberojê hatiye derxistin? Di girtina Pêşawa de rola serfermandarê artêşê çi ye?

Xala şeşan: Di destpêka heftêyî de Seid Elçî bi destê kesên tarî tê kuştin, ev dibe boneya girtin û kuştina Seid Kirmizitoprak (Dr. Şivan). Di heman demê de Faîk Bûcak jî tê qetilkirin. Dema mirov li vê mijarê dinêre PDK ya wê demê bi van bûyareyên tarî re têkildar e. Têkiliyên wan, van kuştinan û dewleta tirk çi ye? Çi girêdan di navbera têkiliyên  PDK û dewleta Tirk a wê demê û têkiliyên wan ên îro de hene? Ev hetayî kîjan radeyî bi lêkolineke zanyarî û rexnegirî hatiye analizkirin? Ew derdorên van mijaran bi rengên cuda por dikin çiyê kê ne? 

Xala heften: Roja ku PDK hatiye damezrandin hetanê vê roja me, tenê malbatekê di rêveberiya vê partiyê de ye. Eger Emêrîkayê li Saddam nexista, wê hê jî ev partî, ya li çiyan ba, yan jî li der, li pênaberiyê ba. Dema serok dewletekê biyanî tê Hewlêrê, mîna ku Kurdek din tine be, tenê ev malbat wan pêşwazî dike (mînak hatina serokê Fransayê). Parlamento, serkarî bi tevahî hatiye rawestandin û her tiştî ev malbat bi rê ve dibe, ti kes nikane rexneyek jî lê bigire. Lê kesên heftê û heft zanîngeh qedandine jî li hember wan destgirêdayîye. Gelo analîzeke psîkolojîk, felsefîk û sosyolojîkê bi zanyariyeke rexnegirî li ser vê rewşê heye? Bêguman mirov dikane hê gelek xalan li van zêde bike. Mînak têkiliyên partî û hêzên kurd yên bi der ve, qopyênhevbûna mijara Herpagos, Îdrîsî Bedlîsî û PDK. Hetanê ev aliyên kurdan di bêjinga rexnegiriyeke zanistî re derbas nebin, wê her û her birînên qafik girtî der bibin.