Rûreş Erdogan

Hemû wisa nin, dêhn û bala xwe bidinê di dîrokê de û di roja me de çiqas dîktator, çiqas tîran, çiqas zalim û stemkar hatine hemû jî kêm an jî zêde di heman xûy, xislet û karekterê de bûne. Hemû jî wisa bawer kirine, ango xwe dane bawerkirin an jî ji aliyê hinan ve ew bawerî li serê wan kirine bela ku ew ji aliyê hêzeke nediyar, ji ba hêzên serdest û pîroz hatine. Di dema desthilatê de hîç bîra dema ketinê, dema nişîvbûnê û têkçûnê nekirine. Di dewr û dewrana wan de serdemên bilindbûnê jî hema bêje wek hev in. Binêrin li Hîtlerî çawa ji sifrê dest bi hilkişîna lûtkeya herî jor dike, ji Avusturyayê gava dihête Elmanyayê rebenek e. Piştre gav bi gav û bi hendazetî bilind dibe. Tevahiya sazî û dezgehên dewletê desteser dike, hêza diyar û nediyar a desthilatê digire û li serê tevahiya cîhanê dibe bela.

Gelek caran Elman vê pirsê ji me dikin bê ka çima hinde rijeyeke zêde Tirkên li Elmanya û Ewrûpayê dijîn, ji derfetên demokrasiya rojava û mafên mirovan yên vê derê sûdê werdigirin, lê di asteke bilind de piştgiriya Erdoganê faşîst dikin? Rast e, ew pirs di cih de ye, lê di serdema Hîtlerî de jî ji sedî nod gelê Elman bi xwîn, bi can û bi mal bi fûhrerê xwe re bûn. Di encama têkçûnê de Hîtler dîsa jî gelê Elman sûcdar kir, got; gel li ber xwe nedaye, vê encamê heq kiriye û bi xwe jî cesaret nekir derkeve pêş alemê.

Îro jî Tirk di heman rewşê de ne. Lê hîna rijeya Tirkên dîktator destek dikin negihiştiye ya serdema Naziyan. Naziyên Tirk niha di asta nîvenîvî de ne, lê eger bilindtir jî bibe divê mirov şaş û metel nemîne. Lewra ev serdem serdema bilindbûna Hîtlerê Tirk e. Bivênevê ev serdem wê bête jiyandin, wê Tirk, Kurd Rojhelata Navîn û cîhan wî û pergala wî jî nas bikin. Wê dîroka pîr bê yî xwesteka xwe navê wî yê kirêt jî li rêza mirovên xerab zêde bike. Ji ber wê jî her serkeftinên wî yên di encama hezaran hîle û dolabê de bi dest xistî divêt ji me re nebe cihê şaşwaziyê. Ne ku hêzeke îlahî an jî nepenî vêna wiha sazkar dike, bi pêş dixe û tîne ber gel. Lê mixabin ev heta niha wiha hatiye û wisa diyar e dê wiha jî biçe.

Mîna di dastana Kerr û Kulik de gava lehengê dastanê di şerê xal û xwarziyan de bi giranî birîndar dibe û dikeve ber sikratê, dibêje:’Cesedê min deynin ser darbestê û destekî min pê de berdin, gava min dibin ber bi gorê, bila destê min paş û pêş biheje, li ba bibe û yên lê temaşe dikin, bila bêjin; dinya ewha hatiye û ewha diçe. Min dinya kir hêkekê û li singê zinarî xist.’ Lê dinya ne ew dinya ye û Kurd jî ne ew Kurd in. Çêbûn, mezinbûn û bilindbûna dîktatoriyê û helwesta gelê Kurd li dijî hev in. Ne ku wek di dastanê de dibêje, dîrok her dem xwe dubare dike. Eger wisa jî be, dîrok ne tenê dîroka serdestan e.

Gava Spartakus li dijî împaratoriya Romayê serî hilda, jê re gotin; tu çi dikî? Hemû cîhan aîdê Romayê ye! wî jî got: ’Lewra divêt em Romayê xera bikin, birûxînin!’  Dîktatorê me ne hinde bihêz e. Heta mirov dikare bibêje ku ji parsekan jî parsektir e. Li rûyê dewletên serdest diewte, lê di pişt perdê de lavakariyê dike. Heta duh gotinên kirêt nedima ku ji desthilatên Elman re dikirin, lê vaye niha hatiye xwe avêtiye ber lingên wan, niha dema lavakirinê, niha dema dest û ling ramûsanê ye.

Elman jî wek di dîrokê de kirîn, helbet wê vî kesê li ser gelê xwe tîran û desthelat û li ber deriyê xelkê jî parsek û reben destvala neşînin. Bêguman wê çend qirûşan bavêjine berîka wî û demekê jî serê xwe jê rehet bikin. Lê Elman jî dizanin û divêt baş bizanin ku têkiliya bi wî heta bi dewleta dagirker a Tirk re sûceke mirovahiyê ye. Vêna em sedbare dibêjin û emê heta dawiyê jî bibêjin. Gelê Elman jî ji wî nefretê dike. Heta polîsê Elman jî mîna ku li dostê diya xwe binêrin, li wî dimêzînin, lê ew jî emirber in.

Li aliyê din bi gotina gel; kûçik kuçûk e, ha reş ha spî ferq nake. Niha ev dîktator li holê ye, siba ew dê biçe û yekê din bê şûna wî. Kurd baş dizanin heta ku ew pergala dagirker û faşîst a Tirk seranser hilneweşe wê têkoşîn jî berdewam bike.

Îro emê li kolanên Berlînê li rûyê kujer û qatilê Kurdan biyekdengî û hezar dilî biqîrin; Rûreş Erdogan!…Tu bi xêr nehatî!…