Rûsyayê şande qebûl nekir

Hêzên Rûsyayê red kir ku pêşwaziya şandeya Kongreya Star bike û peyama wê ya ji bo serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hêzên Rûsyayê li Sûriyê wergire. Di peyamê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan hatiye kirin, her wiha bang li hikumeta Rûsyayê tê kirin ku bi erkên xwe li hember şêniyên herêmê, bi taybet jinan rabe.
Şandeya ji Koordînasyona Kongreya Starê serdana navenda hêzên Rûsyayê li Kobanê kir ku peyama xwe ji bo serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û fermandariya hêzên Rûsyayê li Sûriyê radest bike.
Lê belê hêzên Rûsyayê red kir ku pêşwaziya şandeyê bike û peyam jî wernegirt.
Kongreya Starê di nameya xwe de qala kuştina jinan li gundê Helincê yê Kobanê dike û bi bîr dixe ku 23’ê Hezîrana 2020‘an Artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê Helincê yê Kobanê kiriye û tê de jinên pêşeng ên Kurd hatine kuştin.
Di peyamê de dûrûdirêj qala êrişên dewleta Tirk tê kirin û ji Rûsya û Sûrî tê xwestin bi erkê xwe rabin û ne tenê ev, herweha divê bi peymanan re dilsoz bimînin. Di vê çarçoveyê de tê xwestin bûyera 23ʼê Hezîranê were lêkolînkirin û berpirs bêne dadgehkirin. Kongra Star dixwaze dewleta Tirk ji cihên dagirkirî vekişe û koçber li warê xwe vegerin.

NAVENDA NÛÇEYAN