Şagirtên Kurdî li Dusseldorfê mezûn bûn

ANF Images

Kursa Kurdî ya bi destê Înstîtuya Kurdî ya Dusseldorfê û Meclîsa Jinan a Wuppertalê ve hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Kurs ji aliyê mamoste Asmîn Engîn ve dihat dayîn lê ji ber şewba Koronayê hatibû taloqkirin.
5 şagirtên kursê ku tevlî asta destpêkê ya kursa Kurmancî bûbûn, bi merasîmekê bawernameyên xwe wergirtin.
Di merasîmê de Hevserokên Înstîtuyê Hacîre Genç û Fevzî Ozmen axivîn û behsa armanca Înstîtuyê kirin û xwestin şagirt rêya xwe ya hînbûna Kurdî dewam bikin. DUSSELDORF