Şahidê komkujiyê bi koronayê can da

DÎREN DÎCLE ERDEN

Yek ji şahidên komkujiya Mereşê Hayrî Ergonul ê li Londonê dima ji ber vîrusa koronayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di komkujiya Mereşê de dê, bav û kekê wî li ber çavê wî hatibûn kuştin û ew jî bi zehmetî filitî bû.

Ergonul ê li gundê Gozpinar ê navçeya Afşîn a Mereşê ji dayik bûye 55 salî bû. Ergonul ê Kurdekî Elewî bû di 12ʼê Adarê de teşxîsa korona li ser hatibû kirin û rakiribûn nexweşxaneyê. Di nava civaka Kurd û Tirkiyeyî de dihat hezkirin. Hevjîna wî Hayriye jî ji ber nexweşiya koronayê rakiribûn nexweşxaneyê, lê ew baş bû û ji nexweşxaneyê derket.

Nivîskar Ahmet Guven li ser wefata Ergonul got, ew mirovekî gelekî kedkar bû, ji bo me xisareke mezin bû.

Ji Meclîsa Gel a Kurd Alî Poyraz jî got, Ergonul mirovekî têkoşer bû.

Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Israfîl Erbîl jî bi bîr xist ku nexweşiya Ergonul a astim û bronşîtê hebûye, û ew bi nexweşiya korono re der bûne.