Şano sînoran ji holê radike

DENÎZ ÎKE / ANF/AMED

Şanoger Berfîn Emektar li ser girîngî û bandora şanoyê dibêje, şano wekî beşeke huner, meydaneke girîng e, dema hûn bixwazin peyamekê bidin civakê, hûn bi rêya şanoyê vê peyamê pirr rihetî didin. Berfînê destnîşan kir ku şano gelek sînoran ji holê radike û wiha axivî: “Wexta hûn bi kesan re li ser hin danûnstandinan tên hemberî hev, şano wan sînorên danûnstandinê ji holê radike.”

Emektar şanoya nû li Kurdistanê hêj gelekî nû ye û got, “Dibe ku wekî form, bi ronahî û wekî din, şano li ser dike pirr nû be, lê dîroka xwe pirr kevn e. Hem wekî çîrokbêjiyê, dîsa dîwana dengbêjiyê dibe ku naveroka xwe hinekî cuda be jî mirov pirr nêzî şanoyê dikare bibîne. Şano li Bakurê Kurdistanê em dikarin bibêjin, emrê xwe 25 sal e, li çar parçeyên Kurdistanê jî bidî berçavên xwe dîroka şanoyê hinekî kevin e. Dîsa li Sovyeta berê heye. Belkî berî sed salî Evdilrehîmê Hekarî Memê Alan nivîsî, belkî em dîroka wê heta sed salî bibin, lê di çanda civakan de em dikarin dîroka şanoyê heta bi 2 hezar salan bibin.”

Şanoya alternatîf

Berfînê got, çawa di hemû civakan de şano hebû, di çanda Kurdan de jî şano wekî alternatif hebû: “Di nava Kurdan de şahiyên wekî kaxan, beranberdan û dîsa cur bi cur şahî her dem hebûn. Lê wekî form, tekst û sahne pirr nû ne.”

Berfîn Emektar bandora şanoyê ya ji hêla pêşxistina ziman de jî rave kir û got, dema civak bi zimanê xwe li ser dikê li şanoyê temaşe dike, şano gelekî bandorê lê dike: “Li gorî min şano dikare di parastina ziman de bi roleke girîng rabe. Hem bandora xwe pirr li ser zarokan heye, hem jî bandoreke girîng li mezinan jî dike. Di warê çand û huner de meydaneke giranbiha ye.”

Şano û zarok

Berfînê behsa girîngiya şanoyê ya ji bo zarokan jî kir û got, lîstikên wan ên ji bo zarokan bandoreke mezin li ser zarokan dike: “Mixabin li welatê me zimanê Kurdî di meydana cemaweriyê, dibistan û wekî din de zêde nayê axaftin. Zarok dema li ser dikê li lîstikekê temaşe dikin, pê dihisin ku zimanê wan ne tenê zimanê dayik û bavên e. Ji bo wê jî hêj bêhtir bi girîngiya ziman dihesin û xwedî li ziman derdikevin.”

Berfîn Emektar herî dawî li ser rola jinê ya di şanoyê de jî axivî û got, hem di warê şanoya femînîst de û hem jî di gelek waran de şano heye, “Di şanoya Kurdî de bê guman keda hevalê jin gelekî girîng e. Lê mixabin wekî qadeke xweser hêj gelek derneketiye pêş. Em vê wekî rexnedayînekê jî digirin dest. Bi rastî ez vê ji bo xwe wekî kêmasiyekî dibînim. Lê hişmendiya jinê di hemû tekstê me de cihê xwe digire. Dîsa di warê peyvên zayendperest de jî em teqes destûr nadin û di her warî de ji bo reng û dengê jinê derkeve pêş em ked û xebata xwe bi pêş dixin.”