Şaredar dersînorkirina faşîstan red nake

Şaredarê paytexta Awusturyayê Viyanayê, Michael Ludwig ê ji partiya Sosyal Demokrat (SPO) got, weke tevdîra dawî ew dersînorkirina kesên êrişan dibin ser xwepêşandanên Kurdan jî erê dike.
Michael Ludwig êrişkarî û texrîbkerî bi şidet red kir û got, ”hindikahiyeke tundraw nabe ku bi hev re jiyana aştiyane bixe tehlûkeyê. Ji bo vê li Viyanayê cih nîne.” li Favoriten a Viyanayê hefteya bihurî nijadperestên Tirk bi rojan êriş biribûn ser xwepêşandanên Kurdan.
Wî li ser pirsa ka divê ew kesên şidetê bi israr bi kar tînin bên dersînorkirin, wî got, ”weke tevdîra dawî erê”. Cîhgira wî Birgit Hebein a ji Partiya Keskan jî hefteya bihurî beşdarî xwepêşandana Kurdan bûbû û ji bo vê wî got, ”Ev mafê wê yê esasî ye. Her siyasetvan ji bo xwe biryarê dide.” VIYANA