Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (11)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Belam waq’îyet ewe bû ke bizûtnewey çekdaraney Kurdistan tûşî şikan hatbû.

Laşayî: Tenanet eger qebûl bikeyn bizûtnewey Kurdistan lew maweyey da ke basî lêwe dekeyn têkîş şikabê, nek ême agaman le şitêkî awa nebû, belkû ew kesaneş ke nasyawîyekî ziyatiryan lemer meselekanî Kurdistan hebû, baweryan wa bû ke bizûtnewe dirêjey heye. Her lew maweye da destey çekdarî cor be cor wekû destey Qadir Şerîf hêşta mabûn û bûnî ewan be dirêjey xebatî çekdarane le Kurdistan wehîsab dehat. Ke wa bû îdî’ay ewey palpiştî Sazmanî Înqîlabî be bûnî bizûtneweyekî awa tenya le ber berjewendî berçawtenganey teblîxatî buwe îdî’ayekî durust nîye.

Şewket: Pêm xoş bû bizanim lew nawe da lêkdanewey êwe le helumercî abûrî û siyasî komelî Êran çi bû? Lewey le Êran da rûy deda çi tesuyrêktan hebû?

Laşayî: Lêkdanewey ême sebaret be Êran kilîşeyî bû. Renge kelkwergirtin le wuşey lêkdaneweş pêwenan û gewre kirdnewe bê. Baştire bilêm tesewrî ême lemer helumercî Êran kilîşeyî bû. Bawerman wa bû komelî Êran komelêkî nîwe fêodal û nîwe muste’mere ye û tenya rêga bo têperbûn berew komelî armanî komonîstî, bestirawetewe be wedîhatnî şorişêkî dêmokratîk û cemawerî ke dest pê rageyiştinî le rêgay şorişgêraney be zebruzengewe meyser debê.

Şewket: Le kotayî da be çi rûhîyeyekewe destey Şerîfzadet be cê hêşt?

Laşayî: Be hîway ewey ke herçî zûtir legel jimareyek le kadrekan û rêberanî Sazmanî Înqîlabî bigerêmewe Kurdistan û dest bikem be xebatî çekdarane. Ême lew babetewe helkewtêkî başman hebû, çunke jimareyek le kadrekan û rêberanî Sazman le Çîn û Kûba perwerdey nîzamîyan dîtbû û ‘Eta û Îrec [mebest le ‘Eta Hesen Axa Keşkolî û Îrec Keşkolî ye; H.Q.] le kadre nîzamîye helkewtûwekan bûn ke le serheldanî Cunûb da qal bibûn û aşnayîyan hebû legel fenî şerî partîzanî. Agadarî ême le buwarî têorî marksîstî da ke be pêwanekanî ew rojey bizûtnewey çepî Êran zanyarîyekî beriz bû, zemîneyekî lebarî bo hawkarî legel destey Şerîfzade û yaranî amade dekrid. Be leber çawgirtnî aşnayî ewan legel mesele nîzamîyekan û be taybetî ew nasîney le ser Kurdistan bûyan û jimareyek pêşmergeyan legel bû, bo dest be xebatî çekdarane kirdin û damezrandinî pêgey şorişgêrane le hemû rûyekewe le helkewtêkî baş da bûn. Helkewtî cuxrafiyayî û mêjûîy Kurdistanîş zemîneyekî lebarî bo şerî partîzanî de xulqand. Katêk biryar dira bigerêmewe Silêmanî, sê destey Simayîl Şerîfzade, ‘Ebdula Mu’înî, û Mela awarey Şelmaşîş le yek ciya bûnewe bo ewey eger kewtine ber hêrş û pelamarî dujmin sedemeyekî kemtir bibînin.

Şewket: Gişt sê desteke le çend kes pêk hatbû?

Laşayî: Renge 25 kes, katêk xudahafîzîm lê kirdin, legel Mela Aware ta ser sinûrî ‘Êraq hatim û lewê minyan da dest hêzekanî Talebanî. Helbet le rêga pasgay sinûrîman nedî. Tenê le nuxteyek be minyan gut ke îtir le xakî ‘Êraq dayn.

Şewket: Çi maweyek le Kurdistanî Êran bûy?

Laşayî: Nizîkey dû sê mang. Teqrîben nizîkey nîwey ew maweye legel Şerîfzade bûm. Le tewawî ew maweye da destey ‘Ebdulla Mu’înî û Mela Awarey Şellmaşîş legel ême bûn.

Şewket: Lew giftugo û çawpêkewtnaney da legel Mêhdî Taranî û Îrec Keşkolî hem bû, ewan amaje deken be seferî to bo Kurdistan û tesîrêkî başî ke le ser Kurdekant danabû. Lew bareyewe çi delêy?

Laşayî: Ber le hemû şitêk debê bilêm her le heman hewel lehzey dîdarm legel Şerîfzade û ‘Ebdula Mu’înî zorim be dilewe nûsan û hestim kird le layen ewanîşewe haletêkî awa heye. Ewan her dûkyan xwêngerm û semîmî bûn. Her ew mawe kurtey ke legel yektirî bûyn detgut be salane yektirî denasîn. Zor le ser şepolêk bûyn. Ew haletem bo hatbuwe pêşê ke detgut le zanko tûşî dostanî qedîmî bûm û xerîkîn bernamey şorişî çekdarane daderêjîn, Şerîfzade û Mu’înî legel hemû dilnizmî û gelîy bûnyan layenî rûnakbîriyan hebû ke eweş  serçawey le şoq û helpey ewan bo zanîn û fêrbûnî meseley siyasî û têorî da bû. Peykerêk bûn le takuteray şorişgêr ke hem taybetmendî rûnakbîraneyan hebû û hem legel xelk û bo xelk bûn. Emnîş pêm waye lew mawye da tesîrêkî başim le xomewe danabû. Le serdemî duwatir da ke maweyekî dirêjtir le Kurdistan bûyn legel Kurdekan aşna bûyn û her lew mawye da bû ke hogirîyekî zoryan lemer ême têda pêk hat. We bîrim dê mangî remezan bû û Îrec berî beyanî zû heldesta û parşêwî bo pêşmergekan saz dekrid. Bê ewey be rojû bîn yan wa pîşan bideyn ke bawerî mezebîman heye.

Wêne: Ebdula Mu’înî (1945-1968) yekêk le fermande here bewecekanî bizûtnewey 67-68.

Dirêjey heye…