Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (15)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Laşayî: Be hereşey efsere ‘Êraqîyeke çend ‘eskerî çekdar le dewrî otombîlekey ême kobûnewe û êmeyan kirde nîşaney lûley tifengekanyan. Her lew deme da yekêk le serkirdekanî Hîzbî Dêmokrratî Kurdistanî ‘Êraq le otombîlekey piştewe dabezî û be Kurdî fermanî da be pêşmerge heresekanî ême. Be duway ew fermane da pêşmergekan le pişt wanêteweke xoyan firê da xuwarê û rûy tifengekanyan le ‘eskere ‘Êraqîyekan kird û sêreyan lê girtin. Lewey ke ‘eskerekan û pêşmergekan çekyan leyek helkêşabû, ême gêj bibûyn. Lew kate da şofêrî otombîlekey ême be fermanî yekêk le rêberanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî ‘Êraq pêy le ser pêdalî gaz dana û xêra le gemaroy ‘eskere ‘Êraqîyekan tê perrîn.

Şewket: Pêşmergekan çiyan lê hat?

Laşayî: Nazanim çonyan tuwanî legel ‘eskere ‘Êraqîyekan bêne redaye, belam duway maweyek, ke ême le gemaroy ‘eskere ‘Êraqîyekan rizgarîman bibû, pêşmergekan her le heman wanêt da geyiştnewe ême. Lew maweye da teqrîben dû se’atêk rêman birî bû ke le naw cergî kêwî da, le ser pêçêkî tund le cadeyek da ke terkekey be berdî rîz dapoşrabû, hestim kird delêy berde rîzekan we bin laqman dekewin le otombîleke da, belam zû zanîm ewe berdî wurd nîye, belkû gulleye ke we bedeney otombîleke dekewê.

Şewket: Kewtibûne naw gemaroy tîrresî dujmin?

Laşayî: Le wanêtî pêşmergekanewe ke le duway êmewe dehat ‘elametyan daynê ke dirêje bideyn be rêgay xoman, belam bo xoyan rawestan û le wanêteke dabezîn. Çûne pişt rewze berdekan û sengeryan girt û destyan kird be teqe, dujmin le ser kêwî damezrabû û lewêwe be zal bûnî tewaw be ser cadeke da êmey weber gulan dabû . Êmeş le otombîleke da serman daxistibû û be başî neman dezanî çi base? Şofêrî otombîleke be dîtnî ew  wez’e, le halêk da ke hêşta gule we bedeney otombîleke dekewit, serî daxistibû û pêy be gazewe na bû. Emnîş be îcbar bo ewey otombîleke le dolêke da wernegerê, fermanî otombîlekem girtbû û le jêr rêjney gule da çûyne pêşewe.

Se’atêk dwatir herçonêk bû lew metrisîye be saxî derçûyn û geyiştîne meqerî Talebanî û rûdawekeman bo gêrawe. Talebanî destbecê jimareyek pêşmergey raespard biçne şwênî rûdaweke û ême rênwênî kird bo jûrêk. Maweyek duwatir xeber hat gişt pêşmergekanî heresî ême lew têkhelçûne da kûjrawin. Ewan be senger girtin û têkhelçûn legel pêşmergekanî destey Barzanî giyanî êmeyan rizgar kird.

Şewket: Pêşmergekanî Barzanî çonyan pê zanî bû ewe êwen?

Laşayî: Wa wêdeçû casûsekanî Barzanî zanîbûyan ême le Kerkûkîn û be çi mebestêk deçîn bo Kurdistan. Renge lew rudaweş ke le ser rê legel ‘esker ‘ e Êraqîyekan pêş hatbû, agadar kirabûn. Herçonêk bû katêk geyiştîne meqerî Talebanî gişt bedeney otombîleke be gule kun kun kirabû. Ême lew rûdawey ke qewmabû zor xemnak bûyn, belam Talebanî bê pisanewe dilî dedaynewe û deyewîst zor hest be narehetî nekeyn. Her lehzeyek ke tê deperî hîwaman be wey ke pêşmergekanî heresî ême lew mehlekeye be saxî rizgar bûbin, kemtir debû. Ta ewey ke xeberyan hêna hemûyan kûjrawin.

Şewket: Ey çarenûsî ew pêşmerganey çûbûn bo yarmetî heresekanî êwe, çî lê hat?

Laşayî: Katêk ewan geyiştbûne şwênî rûdaweke hemû heresekan kûjrabûn. Legel eweş da pêşmergekanî Talebanî detuwanin takuteray Barzanî raw binên û hêndêkyan sard kenewe, hêndêk çekîş be xenîmet degrin. Talebanî se’atêk duwatir raportî rûdawekey da be ême.

Lew giftugoyaney ke legel wîman hebû, Talebanî çilonayetî kûjranî Şerîfzade û yaranî bo gêraynewe. Ew û Qadir Şerîf  dilyan daynewe û gutyan nabê naumêd bîn , le xebatî şorişgêrane da ew core rûdawane xoy lê na biwêrdirê. Talebanî her lew dîdare da pêy gutîn eger her wa pêman xoş bê biçîne Kurdistanî Êran  û dest bikeyn be xebatî çekdarane be dijî rêjîmî Şa amadeye yarmetîman pê bika. Le bîrim çû lêy ziyad kem ke ber le hatin bo Bekreco wêneyekî Şerîf zadem amade kird û le gel raportêk bo rêkxirawekemanim nard. Ew wêneye legel raporteke le jimareyekî taybetî bilawkrawey Tûde da çap kirawe ke terxan kira bû bo Kurdistan,

Şewket: Wulamî êwe çi bû lemer ewey Talebanî legelî hênane gorê?

Laşayî: Gutman biryarman waye biçîne Kurdistan û xebatî çekdarane rêk bixeyn, Talebanî be agadarî le bîruray ême pêşnyarî kird ke pisûley nasnameman bo durust bken.

Şewket: Pisûley nasnamey ‘Êraqî?

Laşayî: Na, kurdî. Ber le hemû şit le wênegirîyek wêneman girt û pisûley nasnamey Kurdîyan bo durust kirdîn. Dewlletî ‘Êraq ew pisûlaney pê qebûl bû û bew şêweye wez’man hêndêk buwe qanûnî û bûyn be beşêk le hêzekanî Talebanî. Duwatir Perwîz Sabîtî, cêgirî îdarey emnîyetî nawxoyî Sawak ke be “meqamî emnîyetî”  şoretî bilaw buwewe, her heman ew wêney minî da be çapemenî. Legel nîşandanî hêndêk çek ke goya destyan beser da girtbûn û le teblîxatî destgay hukûmet da be corêk be mineweyan delkand ke helbet rast nebû.

Dirêjey heye …

Wêne 1: Kuruş Laşayî de cilubergî pêşmergayetî da

Wêne 2: Dîmenêkî gundî Bekreco