Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (16)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Wêney toyan çon peyda kird bû?

Laşayî: Renge ew wêneyeyan le rêy ew casûsaney ke le Kurdistan heyanbû dest kewtibê. Şayedîş ême le jêr çawedêrîyan da bûbîn û be çûne wênegrîyeke wêney minyan dest kewtibê.

Şewket: Legel Talebanî çendîn dîdart hebû. Be bawerî to însanêkî çone?

Laşayî: Kesayetîyekî çawrakêşî hebû. Lat seyr bû çon însanêk bew temene gence ke renge sî û çend sal ziyatir nebû ta ew endazeye agadar bê. Qisexoş û xwêngerim bû. Kurdekan pêyan degut Mam Celal, yanî ‘Emû Celal. Farsî baş dezanî û zor mêhrewanî legel ême dekrid. Dûr nebû le Partî Dêmokrratî Kurdistanî ‘Êraq da kesanêk legel bûnî ême lewê dij bûbin, belam ew lehzeyek çîye lêman xafl nebû û hemîşe be wurdî gwêy deda qisekanman. Zorî pê xoş bû lemer xîlafatî naw bizûtnewey komonîstî ke hebû zanyarî û agadarî ziyatrî hebê.

Şewket: Bîrubawerî çi bû?

Laşayî: Meylî Maoîstî hebû û le çadirekey da wêney Lênîn û Maot dedî.

Şewket: Çînîyekan yarmetîyan pê dekrid?

Laşayî: Ta ew cêyey ke dezanim, Çînîyekan yarmetîyan pê nedekrid û ewan yarmetîyekanyan le Hîzbî Be’sî ‘Êraq werdegrit. Talebanî sererray giriftarî û serqalî zor û zewend, wek zorbey Kurdekan qisexoş û xoşmeşreb bû û eweş legel rûhîye û rewşitêkî ke hêndêk le ême heman bû yekî degirtewe. Ewan rojan zor car rojnamenûsanî biyanî bo wutuwêj legel Mam Celal dehatne Kurdistan û ew pêy xoş bû katî çawpêkewtineke êmeş amade bîn.

Şewket: Qebûltan dekrid?

Laşayî: Zor car qebûlman dekrid, bê ewey be rojnamenûsekan bilêyn Êranîn û le ber ewey bergî Kurdîman deber dabû şitêkyan bo dernedekewit. Carêk dû rojnamenûsî Îtalyayî bo wutuwêj legel Mam Celal hatne Bekreco heta le ser bizûtnewey Kurdistan rêportaj amade ken. Duway wutuwêjeke ke le çadrekey wîda encam dira, her kam le ême be pêy ewey ke le kam wulatî Urûpayiyewe hatbûyne Kurdistan, legel rojnamenûse Îtalyayiyekan be Feranseyî, Elmanî û Îngilîsî qiseman kird. Çî way nemabû şaxyan lê birwê. Bo wêne Xesrew Sefayî ke pêş le hatinî bo Kurdistan le Rom dejya, le qise kirdin legel rojnamenûsekan sebaret be wez’î hîzbekan le îtalya pirsiyarî kird û sebaret be helkewtî her kamêkyan hêndêk şitî gut. Gişt ew giftugoyane be zimanî Îtalyayî dekra. Rojnamenûse Îtalyayyekan baweryan ne dekrid le dilî kêwe berzekanî Kurdistan ke seryan degeyişte ‘erşî felek û le çadirî Mam Celal da, “pêşmergekan” nek her be zimane Urûpayiyekan qise deken, belkû legel meseley hîzb û wez’î siyasî wulate Urûpayiyekanîş aşanayyan heye. Ewan be tewawî waqyan wurma bû.

Şewket: Le wtuwêjêk da ke legel Îrec, dey gut le duway lêdwanî çapemenî û radyo têlêvîzyonî to le Êran , û ew katey ke êtir le layen Sazmanî Înqîlabî yewe tere kira bûy, Talebanî be Îrecî gutbû: ” êwe herçî delên bîlên. Min hêştaş hogrî xom lemer wî parastuwe.” Lew bareyewe delêy çî?

Laşayî: Nazanim çi bilêm? Her ewende dezanim emnîş zor hogrî bûm û êstaş hem. Herçonêk bê maweyekî dirêj legelî le jêr mîçêk da jiyawim û mîwanî bûm. Çend sal lemew pêş, katêk bo muzakere legel Madlin Ulbright, wezêrî karubarî derewey ew demî Emrîka û îmzay peymanî dostayetî legel kurî Mela Mistefa be mebestî pêkhênanî bereyek be dijî Sedam Husên hatbûwe Emrîka, zorim pê xoş bû çawim pêy bikewê. Belam leber ewey nemdezanî le ser min çon fikir dekatewe lêy geram. Nemdewîst bîxeme mehzûrî exlaqîyewe. Ew dû saley ke le Kurdistan bûm le naw min û Mam Celal da pêwendîyekî dostaney baş saz bibû.

Şewket: Be geyiştinî meqerrî Talebanî le Bekreco çi bernameyektan le pêş xo rona bû?

Laşayî: Biryar dira le pêşda Kurdî fêr bîn û lew nawe da le naw kurde Êranîyekanî ke penayan hênabû bo ‘Êraq babet û mijarî markisîstî bas bikeyn û zemîney aşnayî ewan legel meselekanî lemer şoriş û têorî şorişgêrane amade bikeyn. Hêndêk lewan ser be destey Qadir Şerîf bûn û hêndêkîşyan cewanî ewto bûn ke ser be hîç deste û rêkixraweyek nebûn, belam be dem çalakî siyasîyewe be naçarî le Êran rayan kird bû û penayan hênabû bo ‘Êraq.

Wêne: Çend kes le rêberanî Sazmanî Înqîlabî Kuruş Laşayî , Xesrew Sefayî u Muhsîn Rîzwanî

Dirêjey heye…