Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (20)

Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Yanî Perwîz êwey pêmil kird?

Laşayî: Ême amade bûyn. Ew le rastî da dîtinî xoy û Rîzwanî [mebest le Muhsîn Rîzwanî le damezrêneranî Sazmanî Înqîlabî ye, H.Q.] ke le Urûpa mabuwewe dehêna gorê. Helbet be dûr û dirêjî legel Perwîz qiseman kird, belam îdî aşkra bû debû biryarî cîdî bideyn. Perwîzîş legel ême hawra bû ke wêdeçê manewe le Kurdistan bê fayde bê. Ke wabû baştire ew be nawî xwazrawe biçêtewe Êran û ewaney demênnewe rêgayekî dîke bo çûnewey Êran bibînnewe. Bew pêye le nêwxoman da karman dabeş kird. Biryar dira min û Xusrew Sefayî [Xusrew Sefayî (Qubad) le 16.02.1355 (06.05.1976) le Taran le jêr eşkencey celadanî rêjîmî şa da kûjra, herçend Sawak raygeyand le têkhelçûn legel memûran kûjrawe. Mam Celal bo rêz lênan le bîrewerî Sefayî ke le Kurdistan be Qubad nasrabû, kurî duwemî xoy naw na Qubad; H.Q] biçîne Lubnan û duway pêwendî legel hêze şorişgêre Felestînîyekan biçîne Dubey. Ew car demanewîst çalakî xoman ko bikeynewe le ser nufûz kirdin le naw kirêkaranî Êranî da ke le şêx nişînekanî Kendawî Fars karyan dekrid û lew rêgayewe zemîney guwastnewey takutera bo nawxoy wulat amade bikeyn. Le ser ew binemaye biryar dira ‘Eta biçê bo Dubey ,Siyamek Mueyîdzade û Îrec Keşkolî be şêwey katî le Kurdistan bimênnewe û le yekem derfet da biçne şêx nişînekanî Kendawî Fars û ewanîdîş bigerênewe Urûpa. Biryar ewe bû ke le Urûpa duway bername dariştin destbecê biçnewe Êran yan bo rêk pêdan le naw kirêkaranî Êranî Kendawî Fars peywest bin be hawrêyanî dîke lew nawçeye da. Ême ber le nardin û guwastnewey hawrêyan, Siyaweş Parsanejadman wek endamî heyetî berêweberî helbjard ke endamî rawêjkarî heyetî berêweberî sazman bû , be bê ewey ke îxtyarêkî awaman hebê. Ew hengawe le hêndêk ruwewe le ber ewe dekra ke Siyaweş biryar bû biçêtewe Êran.

Şewket: Mebestit lew “ême” ye kê ye?

Laşayî: Mebestim endamanî heyetî berêweberî Sazmanî Înqîlabî ye ke ew demî le Kurdistan [î ‘Êraq] bûn. Helbet lew tarîxe da Rîzwanî le Urûpa bû, belam endamanî dîkey heyetî berêweberî le Kurdistan bûn.

Şewket: Legel hêze Felestînîyekan le çi rêgayekewe pêwendîtan kird?

Laşayî: Le rêgay Mam Celalewe. Ew bew îmkanatey ke heybû qerarî çawpêkewtinêkî bo saz kirdîn legel Corc Hebeş rêberî Berey Gel bo Azadî Felestîn.

Şewket: Duway ezmûnî naserkewtûy Kurdistan, Perwîz Wa’îzzade çû bo Êran û çend kes le êwe çûne şêx nişînekanî Kendawî Fars. Îrec Keşkolî û Siyamek mueyîdzade bo maweyek le Kurdistan manewe û ‘Etaş çû bo Dubey. Erkî to duway çûn bo Felestîn çi bû?

Laşayî: Seferêkî kurtim kird bo Efxanistan heta helumercî tê perînî naqanûnî le sinûrî Efxanistan û çûn bo Êran lêk demewe. Yek lew kesaney ke be dem firoke rifandinêk le Êranewe hatbuwe ‘Êraq û peywest bibû be Sazmanî Înqîlabî le Efxanistan damezrabû û legel hêndêk le takuteray çep ajoy wênderê pêwendî saz kird bû. Biryar bû le rêgay ew îmkanatey sazî kird bû , rêgakanî perînewey naqanûnî le sinûrî Êran amade keyn. Duwatir ‘Elî Sadiqî [Rewanşad ‘Elî Sadiqî (Kak Îbrahîm) le 09.12.1397 (28.02.2019) le temenî 82 salî da duway maweyek nexoşî le nexoşxaneyekî Stokholm le swêd çawî wêk na, H.Q.], hewlî da her bew rêgaye da biçêtewe Êran ke gîra. Le geranewe le Efxanistan çûme Kuweyt û legel yekêk le hawrêyan ke le Emrîkawe çûbuwe kuweyt dîdarim kird. Ew hawrê ye le Hotêl Hîlton berdestî dekrid.

Şewket: Lew maweye da ke le şêx nişînekanî Kendawî Fars kartan dekrid legel deste siyasîyekanî nawçe pêwendîtan hebû?

Laşayî: Le rêgay Mam Celal û Felestînîyekan legel hêze siyasîyekanî şêx nişînekan pêwendîman damezrand. Yek le wan cewanêk bû ke meylî Marksîstî hebû û hatûçûy dekridîn. Car car rojanî pişû dehate laman û şewê demawe û heta direng wext basî siyasîman dekrid. Beyanîyan berçayiyekî bolî saz dekrid û be min û Xesrew [mebest Xusrew Sefayî ye] î ke îştîyayekî waman nebû be ‘Erebî degut: “Luqme elsebah, mismar elrekîb” wate berçayî bizmarî ejnoye! Mebestî ewe bû ke be bê berçayî tuwanayît nabê. Ew bew pêwendîyaney ke heybû pasportêkî Şarîceyî bo wergirtim û nawêkî ke têyda nûsrabû Raşîd bîn Raşîd bû. Helbet maweyekî bird ta bituwanim wuşey Raşîd ew corey ‘Erebekan derî debrin, derbibrim.

Dirêjey heye…

Wêne: ‘Elî Sadiqî( Kak Îbrahîm)[1937- 28.02.2019] le rêberanî Sazmanî Înqîlabî u Duwatir Hîzbî Rencberanî Êran