Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (30)

Goşeyek le mêjûy bizûtnewey çepî Êran
Le qalbî beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma, Êsên – Elman capî ewel – Jûyiyey 2002

Le boçûnî zeynî ême sebaret be waq’îyetekanî komelî Êran her ewende bese bilêm le heman ew zemaney da ke em nûsraweye amade dekra, binemay serekî û palpiştî ew têorîye, wate raperînî Kurdistan le ber yek bilaw bibû û rêbere serkîyekanî Simayîl Şerîfzade û Mela Aware kûjrabûn û gurûpekanyan têkçûbû û ewaney ke mabûnewe hatbûne Bekreco û penayan hênabû bo Celal Talebanî.

Ew xebere gurzêkî gewre bû bo ême belam her çonêk bê temaman girt le ber ewey paşmawey gurûpeke penayan hênawe bo Kurdistanî ‘Êraq, debê biçîne nawyan û helumercî nwê helbsengêndirê û akamêkî lê derxeyn. Ême ew dawayey xoman legel Yekêtî Nîştimanî [mebest balî mektebî siyasî ye lew serdemî da, amadekar] hêna gorê û ewan biryaryan da ba wekû barudoxî zor dijwar û têkhelçûn û pêkdadanî tundî çekdarî le ser zewî Kurdistanî ‘Êraq le nêwan balî mektebî siyasî û Partîy Dêmokratî Kurdistanî ‘Êraq (Talebanîyekan û Barzanîyekan) ême be leber çawgirtnî hemû core îhtyat û parêzêk berin bo Kurdistan.

‘Umer Mistefa (‘Umer Debabe)

Ême pêdagrîman dekrid ke le dîdî memûre ‘Êraqîyekan û dewletî ‘Êraq be dûr bîn û balî mektebî siyasî lew bareyewe hemû hewlî xoy da û be dewletî ‘Êraqî rageyandbû ke jimareyek le efseranî Kurdî Êranî bûne penaberyan û nayanewê aşkra bin. Qerarman dana ke yekem gurûpî çuwar kesî ke le Laşayî, Sadiqî, Îrec Keşkolî û min pêk hatbû be utumbîlî jimare siyasîy ‘Umer Mistefa (leber bexowe bûn û hêzî bedenî xoy be ‘Umer Debabe – ‘Umer tank – meşhûr bû) endamî komîtey nawendî balî mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistanî ‘Êraq biçîne Kurdistan, û her waşman kird. ‘Umer Mistefa bê hîç rûdawêk êmey birde şarî Kerkûk û lewê le malî kak ‘Elî ‘Eskerî endamî komîtey nawendî û yekêk le reşîdtirîn şervananî Kurd, dabezîn. ‘Elî ‘Eskerî berpirsyaretî têperînî êmey le nawçey şer ta meqerî Talebanî be estowe bû.

Lew zemanî da Hîzbî Komunîstî ‘Êraqî layengirî Sovîyet be tenîşt şerkeranî Barzanî be dijî hukûmetî ‘Êraq û Talebanîyekan şeryan dekrid û le layen dewletî Êranewe piştîwanî lê dekra!! Be pêçewane hukûmetî ‘Êraq piştîwanî le gurûpî Talebanî dekrid ke legel Barzanîyekan û Hîzbî Komonîstî ‘Êraq şerî dekrid û piştîwanî dekrid le dijberan û têkoşeranî dijî dewletî Êran.

‘Elî ‘Eskerî

Sefer ta Kerkûk û be amadeyî ‘Umer Mistefa bê metrisî û bê kontirolî memûre ‘Êraqîyekan tê perî. Le Kerkûk şewêk mîwanî ‘Elî ‘Eskerî bûyn û le mîwandarîy zor germ û gur û pir le teşrîfatî wî beşman pê bira, bo beyanî rojî duwayî ‘Umer Mistefa gerawe Bexda û ême be maşênêkî şexsî legel yekêk le pêşmerge çekdarekan ke ew demî çawî zor dêşa û çawkanî tewaw sûr helgerabû, berew derewey şar werê kewtîn. Le pêş ême wanêtêk ke pir bû le pêşmergey çekdar deroyî. Kak ‘Eskerî û jimareyekî zor le Kurdî çekdar êmeyan berê kird. Le derwazey derkewtin le şarî Kerkûk nîzamîye ‘Êraqîyekan fermanî îstyan da be maşênekan û yekêkyan le utumbîlî ême nizîk buwewe û duway lê xurd bûnewe le ruxsarî yek be yek man çawî le ‘Elî Sadiqî birî ke mûy serî xurmayî bû û rengî pêstî rûntir le ême bû û hawarî kird: ecnebî; lew kate da ‘Elî ‘Eskerî û ewaney legelî bûn çekyan helkêşa û le rîzêk da be panayî bîst kes pêşmerge be xrûrêkî taybetîyewe berew ‘Êraqîyekan çûn û paşe kişeyan pê kirdin. Le katêk da efserî ‘Êraqî berew telefon ray dekrid ta rûdaweke rabgeyênê, ‘Elî ‘Eskerî rêgay kirdewe û be bizeyekî mexrûranewe fermanî têperbûnî da be utumbîlî ême û wanêtî pêşmergekan.

Bo ême ke le Urûpawe dehatîn û legel mentîqî kirdewey ewan xûman girtbû tesewr nedekra ke kareke bewe kotayî bê û her demêk çaweruwanî dijkirdewe bûyn le layen dewletî ‘Êraqewe. Pêman wa bû ke rêgake debestin û yan le hewawe karwanekey ême dexene jêr kontirolewe. Belam her wek duwatir naçar bûyn fêr bîn, le Rojhelatî Nawerast da qanûnêtîyekî dîke zale. Zanyarî ne be hukûmetî ‘Êraq belkû le kanalî dîkewe be şerkeranî Barzanî û Hîzbî Komonîstî ‘Êraqî layengirî Sovîyet geyiştbû ke heyetêkî girîng xerîkî sefere bo Bekreco û lewaneye jimareyek le rêberanî balî mektebî siyasî yan de naw dabê.

Karwanekeman duway îstêkî kurt le qawexaneyek le nizîk “Hewlêr” û ça xuwardnewe werê kewtewe. Le pêşewe wanêtî pêşmerge çekdarekan û le mewday dû sed mîtrîş da utumbîlekey ême berêwe bû. Le rêga geyiştîne dolêk ke cadeke be qûlayî wîda tê deperî û tepolkî newî û bilînd dewrî girtibû. Le pir utumbîlekey ême turmuzêkî tundî kird û rawesta û ew pêşmergey legelman bû dabezî û çawêkî le cade kird û duwaye xêra suwar buwewe û fermanî da be şofêreke ke biro. Lew demane da dîtman ke wanêtekeş rawestaw û pêşmergekan dabezîn û le pişt reweze berdekan lêy damezran. Dastan ewe bû ke kewtibûyne dawî herîfewe û gule wek terze be serman da debarî. Ême be pêy ew şitaney fêryan bibûyn serman be dest dapoşîbû û nabûmane naw dû ejnoman, şofêreke tund pay be pêdalî gazewe nabû û her dem xêratir dey ajot.

Dirêjey heye…