Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (31)

Goşeyek le mêjûy bizûtnewey çepî Êran

Le qalbî beserhatêk da

Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad

Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Ew gulaney ke we îsfaltî cadeke dekewtin dengyan wek terze bû ke we bedenî maşêneke dekewit. Le yekêk lew wîrajaney da ke şofêreke dey da serî min ke le piştewey şofêrke danîştibûm we kursîyekey wî kewit ke bizmarêkî lê derperîbû û we serim kewit û xwên fîçqey kird. Bê îxtyar hawarim kird ax. Sadiqî ke seru destî xwênawî minî dîbû be Îrec Keşkolî gut; bizane henase deda? Pêyan wa bû min gulem wê kewtuwe. Her çonêk bê taktîkî ew pêşmergey legel man bû karî xoy kird û utumbîlî ême bê ewey guley wê kewê, le çeqî meydanî şer derkewit. Ême hîçman le dest nedehat bo yarmetî bew pêşmerganey ke le naw meydaneke da gemaro dirabûn, çunke hîç kamman çekman pê nebû. Tenê tuwanîman be xêrayî xoman bigeyênîne Bekreco û guzarîşî rûdaweke bideyn be Celal Talebanî.

Mam Celal (‘Emû Celal. Kurdekan leber xoşewîstî pêyan degut Mam Celal) be helkewit ew roje bernameyekî nîzamî berêwe debrid û bo xoy nizîkey sêsed pêşmergey ko kirdbuwewe ke biyanêrê bo ’emelyatêk. Duway raportî tund û kurtî ew pêşmergey legel ême bû her sêsed keseke be çend kamyonan berew şwênî rûdaweke wecûle kewtin û pelamarî gemaroderanî Barzanî û Komonîstyan da û nizîkey heşta kesyan lê kuştin û nizîkey hefta kesîşyan lê yexsîr kirdin. (Duwatir le pêwendîyek da ke legel hîzbî komonîstî ‘Êraq dammezrandibû zanîmewe ke ewan le pêkhatey rêbwarekan û eweyke jimareyek le komonîste Êranîyekanin be tewawî bê aga bûn û tenê wîstûyane gurz le Talebanîyekan bden. Rûnkirdnewey Parsa- nejad) heşt pêşmergey heresî gurûpî êmeş şehîd bibûn û yekêkyan birîndar bibû ke ewîş duway çend roj giyanî espard.

Şer ruxsarî tal û dizêwî xoy her le heman hewelewe be ême nîşan da. Le rûdawêkî awa nagirîng da newed cewan giyanî xoyan le dest dabû, ew hefta kesey ke yexsîr kira bûn û le Bekreco zîndanî kira bûn însanî awa bûn ke tenanet le yonîforrmîş da hîç tefawetêkyan legel ême nebû çunke hemû Kurdekan cilubergî xocêyî Kurdîyan deber dekird ke resim bû û wek yek wa bû. Hêndêk le wan komonîst bûn wek ême û hêndêkî dîkeyan nasyonalîstî Kurd bûn wek Kurdekanî dewr û berman.

Ew rûdawe şwênêkî qûlî derûnî le ême kird. Bo Talebanî rûdaweke naxoş belam asayî bû. Ew le heretî mêr mindalîyewe legel ew core kuşt û kuştare le naw Kurdekan da ‘adetî kirdbû. Bo ew, ew meseleye girîng bû ke gurûpekey ême be saxî geyiştuwete meqsed. Aşnayî pêşûy wî legel Laşayî bibuwe hoy ewey ke rêzu hurmetêkî yekcar zor le endamanî gurûpî ême binê.

Celal Talebanî xoy kesayetîyekî şorişgêrî kem wêne bû. Le mêr mindalîyewe le xizmetî xebat bo azadî Kurdekan da bû, xeslete zatîyekanî, sefa û semîmîyetî, yekrengî û yekdil bûnî, coşişî heste derûnîyekanî le ‘eynî sadeyî û zû bawerkirdnî ewî kirdbuwe kesayetîyekî xoşewîstî ke ne tenya Kurdekan deyanperst, belkû cêy îhtîram û sitayşî hemû ew kesaney bû ke serukaryan legelî hebû. Êmeş hemûman be tundî kewtbûyne jêr kartêkerî taybetmendîye exlaqîyekanî. Yekem nesîhetî ke pêy kirdîn ewe bû ke be çawî bestrawewe mitmane nekeyn bew gurûpewe ke le Êranewe penayan hênabû û şewane hetmen le meqerekey xoyda ke parêzgarî lê dekra bixewîn. Wetaxêkîşî de ber dest nayn. Şitêkî dîke ewe bû ke qet îznî nededa le derewey sifrey wî nan bixoyn û tewawî ew maweyey lewê bûyn legelî hawsifre bûyn û legelî deçûyne mîwanîyekan û cêjnekan. Cilubergî pêşmergey daynê ke boxoy û xelkî dîkeş deberyan dekrid ta legel ewanîdî hawreng bîn û çekî lê şetek dayn bo ewey eger pêwîst bê bergirî le xoman bikeyn. Legel jimareyek le rûnakbîranî Kurdî Silêmanî aşnay kirdîn bo ewey herdû laman le yekdî şit fêr bîn. Boxoşî be zanyarî berbilawî ke heybû meylêkî zorî le xoyewe nîşan deda bo fêrbûnî zanist û danîş û têorîye şorişgêrrîyekan û le gişt gengeşe û alugorî bîrura da beşdarî dekrid. Hewlî deda ke rûnakbîranî cewanî Kurd ewperrî kelik werbigrin lew wez’ey le gorê da bû. Hêşta maweyekî zor tê neperîbû ke wîneyekî Maotsê Tungî le wetaxekey helawesî û hurmetêkî zorî leber bû bo kesayetî wî. Le bas û gengeşekanda ke zor car dirêj debûwewe be deselatêkî tewaw da ke be ser zimanî Farsî da heybû bewperî xo bekem girtnewe be se’atan dewrî dîlmancêkî sadey degêrra. Ew tesîre pozîtîvey ke Talebanî le hemûmanî kird, le bîr naçêtewe.

Karî serekî ême nasînî takuteray Kurde penabere Êranîyekan û bernamedanan bo kar û perwerdey ewan bû. Rojêk duway geyiştinman be Bekreco, Mam Celal êmey be ewan nasand. Jimareyek bûn hêndêk ziyatir le sî kes ke zorbeyan temenyan le nêwan bîst ta çil salan bû û mêr mindalêkî pazde saleşyan legel kewtibû. Rêberayetî û fermandeyî gurûpeke be dest kesêkî le temenî çil salan da be nawî ‘ Qadir Şerîf ‘ bû [nawî rasteqîney Qadir Şerîf, Haşim Eqelutulab (Heq teleb) xelkî Mehabad û le kadre lemêjînekanî Hîzbî Dêmokrratî Kurdistan bû, H.Q.]. Hemûyan reçelekî werzêriyan hebû û zorbeyan pêşîney serkêşî û yaxîgerîyan hebû. Kesêkî rûnakbîr û xawen rayan le naw da peyda nedebû û be qisey Mao, mêşkyan wek kaxezêkî sipî bû ke dettuwanî herçîyekî ke bitewê le serî binûsî. Hemûyan çekî xokarî kilaşnîkof û tifengî Birnew û demançe û narincokyan hebû.

Dirêjey heye…