Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (34)

hsghazi@gmail.com

Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Manewe le Kurdistanî ‘Êraq – Helebce

Şarî Helebce nizîk sinûrî Êran û rûberûy nawçekanî “Tewêle” û “Biyare” helkewtûwe. Ew şaroçkeye le qûlayiyekî legen amal daye û le dewr u berî kêw û tepolk be berzayî cor be cor helkewtûn. Çendîn awedanî dewr u berî Helebce le berzayiyekan dan. Gewretirînyan “‘Ebabeylê” ye ke nizîkey 5 kîlomîtir le Helebce dûre û le rûy berzayiyewe be ser şareke da zale. Ew demî be dewrî da henaristanêkî zor heraw hebû.

Siyaweş Parsanejad

Helebce renge dû ta sê hezar neferî danîştû hebû (hîçkes jimarey danêştûwanî şarî nedezanî, tenanet şaredar ke ser be Talebanîyekan bû). Le dû şeqamî ke weser yek dekewtnewe pêk hatbû pir bû le dûkanî cor be cor û zincîreyek kûçe be xanûy acurî û xiştî ke î danîştûwan bûn. Kiryarekanî bazar zorbeyan le ladêkanî dewr u berewe bo kirînî pêdawîstîyekanyan û yan sat û sewda le dêye dûritrekanewe , dehatne şarî. Ew kelupelaney xelik hewcêy pêyan hebû ziyatir le rêy qacax le Êranewe dabîn dekra ta le şarekanî ‘Êraqewe. Bazarî qaçax yekêk le binema abûrîyekanî şar bû û pîşey le sedêkî gewrey xelkî. Le ‘Êraqewe qend û çayan debrid bo Êran û le Êranewe parçe û cilubergî cor be cor, kûrey newtî, çiray aşpêjî newtî, kewiş, galoşî pilastîk, leyistokî mindalan, kerestey werzişî û pêdawîstiyekanî rojaney xêzane Kurdekanyan hawirde dekrid. Ew kelupelaney le Êranewe deyanhênan hemûyan le Êran saz kira bûn belam qend û ça be yarmetî malî dewletî ‘Êraq (subvention) le wulatanî Başûrî Asyawe hawirde dekra û be herzan le ber dest xelik denra.

Şarî Helebce le nawçey jêr nifûzî Barzanîyekan da bû belam be qise le jêr sultey dewletî ‘Êraq da bû. ‘Êraqîyekan le tenîşt Helebce pêgeyekî ‘eskerîyan damezrandibû û dewru beryan senger bendî kirdbû û serbaze ‘Êraqîyekan têyda le haletî amade başî da bûn. Nwênerî dewletî nawendî be estoy şaredar [renge mebest qayimiqam bê, H.Q.] we bû ke yekêk le endamanî ser be balî mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistanî ‘Êraq bû û le baştirîn xanûberey şarî da malî da nabû.

Hêzekanî layengirî Talebanî dûsed pêşmergey Kurdî ‘Êraqî debûn û le jêr fermandeyî pêşmergeyekî aza da bûn be nawî “Qadir Kokoyî ” le şar da dejyan. Di dêyekanî dewr u ber be tewawî le dest hêzekanî barzanî da bûn û le her dêyek da sed ta sedupenca nefer pêşmergey Barzanî hebûn û cadekanî dewru berî Helebceyan le jêr kontirrol da bû. Erteşî zirxî ‘Êraq mangê carêk cadekey bo hatuçûy rêbwaran û geyandinî azuqe û pêdawîstîyekanî xelik bo mawey rojêk dekirdewe belam duway ewe dîsan dekewtewe jêr kontirrolî hêzekanî Barzanî.

Şer, şew u roj dirêjey hebû. Pêşmergekanî Baraznî hemû rojê le dêyekanî dewr u berewe serrêj debûn û pêşmergekanî Talebanî le şarewe pêşgîrîyan lê dekirdin û ta êwarê şeryan dekrid û her layekîş yek dû kûjrawî debû.

Qadir namdar cewanêkî wêçûy ke fermandey ew girûpe Kurde Êranîyane bû ke penayan hêna bû bo Helebce, duwacar be wergirtnî rezayetî Talebanî û desteber bûnî parastinî giyanî goya mîwananî Êranî le rojêk da ke cadey pêwendî le dest erteşî ‘Êraq da bû , ‘Elî Sadiqî û minî legel xoy bird bo Helebce bo ewey dest bikeyn be perwerdey girûpekey. Her ke geyiştîne şarî êmey be ewan nasand.

Fermandeyî ew girûpe bîst û çend kesîye be dest Qadir Namdar û birakey Mihemed Reza Namdar bû. Ewan kure pûrêkî zor azayan hebû be nawî “Kak ‘Êbbas” ke le ber dilawerîyekanî her lew mawe kurtey da ke le Helebce bû nawbangêkî zorî peyda kirdbû. Pêkhatey serekî temenî girûpeke le 17 salewe ta 32 sal bû û le rûy bedenîyewe amadeyiyekî zor başyan hebû.

Qadir Şerîf legel mela Mistefa Barzanî

Ki çuwar kes le takuteray betementirîşyan legel bû. Ciyawazî ewane legel girûpî Qadir Şerîf le Bekreco lewe da bû ke girûpî Namdarekan be xaw u xêzan û kelupelekanyanewe penayan hênabû û ziyatir le 10 neferyan jin û mindalyan legel bû. Hemûyan be ewey ke ême dû nefer legel girûpekeyan kewtûyn zor xoşhal bûn, be taybetî katêk zanyan ke min pizişkim, rezamend bûnyan dû ewendey lê hat.

Le ber şerî şew û rojî le Helebce zorbey danîştûwanî qedîmî şar ewêyan be cê hêştibû û her boyeş xanûy betal zor bû û Kurde penabere Êranîyekan û ême dû kes le rûy cêy manewe gîrugriftêkman nebû. Duway 2 ta 3 roj mîwandarî û bexêrhênan le layen Kurde Êranîyekan û Talebanîyekan, ême dû kes xanûyekî lebarman le tenîşt şar helbjard ke wetaxekanî pencereyan nebû berew derewey xanûweke û dekra pencerekanî lay hewşe qayim bikrên û wek sengerêk kelkî lê werbigîrê. Ewêman kirde meqerî xoman. Wetaxêkman kirde jûrî xew û wetaxekey dîkeş bo mîwandarî û dermanî nexoş û birîndaran kelkî lê werdegîra. Şareke bêhdarî [dayirey leşsaxî; H.Q.] yekî hebû ke zorbey kat le ber şer û barudoxî qeyranî pizişkî nebû. Emin amrazî pizişkî û neştergerî û her weha dewa û dermanim le dermangekewe dabîn dekrid.