Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (35)

Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Qadir Kokoyî

Celal Talebanî duway çend roj hate Helebce û êmey be gişt karbedestanî şar nasand û gutî ew dû nefere le gilêney çawî min xoşewîstirin û debê be baştirîn şêwey şiyaw parêzgarî le ême bikrê. Be Qadir Kokoyî û fermandekanî dîkey pêşmergey espard ke be hîç cor nabê le şerekan da beşdarî bikeyn û hemîşe le pişt cebhe bîn û agadarîyekî taybetîman lê bikrê. Hatnî Talebanî bo naw şar karêkî way kird Barzanîyekan le dewr u berewe hêrş bikene ser şar. Ême ligel Talebanî û şaredar le ser banî şaredarîyewe ke xanûbereyekî berz bû, şanoy neberdman le jêr çawedêrî da bû. Ew şervane kurdaney ke lewê amade bûn le dûrewe girûpêkî piçûkyan nîşan da ke pelamaryan debirde ser dujmin û be şêwey papokey mar pêşrewîyan dekrid û rayangeyand ke ewane girûpî Kurde Êranîyekanin be fermandeyî Kak ‘Ebbas. Dilêrî û neberdî ewan be rastî temaşayî bû. Demew êwarê wek rojekanî dîke dîsan şer le kurtêy da û pêşmergekan geranewe malekanyan. Akam yek dû kûjraw lem laye û yek dû kûjraw le lay dîke.

Le ruwangey minewe zemîney çalakî lewê le hemû rûyekewe lebar bû. Girûpêk cewanî çekdarî têkoşer djî heyetî fermanreway Êran, raperîbûn, jimareyek rûnakbîrî perwerde dîtûy şorişgêr ke amade bûn le pênaw şoriş da dest le hemû şit helgrin, hatbûne nawyan, eger helumercî şorşigêrane le Êran pê geyiştbê (ke ew demî pêman wa bû geyiştûwetê), wexran û wedireng kewtin rewa nebû û debû hemû kot û bendekanî burokratîkî naw hîzbî be lawe bindirê û hewil bidrê legel raperîwan têkel bîn û ewan berew rêgay şorişgêraney rasteqîne rênwênî bikrên. Pêm wa bû ke detuwanim awa bigêrim. Emin qet gwêm nededaye rêwresmî qaç u qul girî burukratîkî hîzbî û le pêwendîyekanim legel hawrêyanî dîkeş da lewe rencim dekêşa. Bo min amanc pîroz bû nek rêga. Pêm wa bû ke eger le seretawe şûlkî mamostayetî be destewe bigrim be tenê demênmewe. Hewlim deda awa helsukewit bikem ke Kurdekan xoyan deyan kird. Leber ewey pizişk bûm demtûwanî zor zû tesîryan têda bikem û legelyan bibme hawrê. Leber ewey bê çaweruwanî û be îxlasewe yarmetîm be xelik dekrid û hîç dawxuwazêkim nebû û daway hêçim ne dekrid, roj be roj le xoşewîstîm ziyad debû. Zor car dembîst ke deyangut: Duktur Cewad Kurdî rasteqîneye. Boçî wayan degut? Çunke herçîyekî ewan deyankird emnîş demkird, eger xuwardinêkî sadeyan dexward minîş demixward, eger bê sil kirdnewe hestî xoyan nîşan deda minîş awam dekrid, eger le şitêk bakyan nebûba û parêzyan nekirdba (ke car car legel ‘eqil yekî nedegirtewe) minîş her awa bûm. Eger deyangut nexoşêk le dilî dujmin da hewcêy be pizişke, çantay pizişkîyekem hel degirt û bê çek deçûme wênderê û nexoşekem derman dekrid. Ew şitane bibuwe hoy nawbang û xoşewîstî ziyatir le tesewrî xom. Tebî’î ye ke ew kirdewane legel amojgarîyekanî hîzbêk yan sazmanêkî burokratîk cor nedehatewe û her boyeş tewawî ew hawrêyaney le Helebce legel min jiyan, rexneyan hebû le şêwey min û çend nefer cêgorkeyan kird. Le mawey manewey min le Helebce ‘Elî sadqî (Kak Îbrahîm), ‘Eta Keşkollî (Kak Mirad) û Muhsîn Xatemî (Kak Kemall) her yekey çend mangêk lewê bûn. Tenya kesêkî ke piştîwanî hemîşeyî şêwey karkirdnî min bû, şexsî Celal Talebanî bû ke bê dilerawkê piştîwanî lê dekirdim û Kuriş Laşayîş ewî teyid dekrid.

Bernamey karî xom le Helebce le ser dû binema darişt yekyan perwerde û terbyetî pêşmerge Êranîyekan be parêzewe u aşna kirdinyan legel babetî wek meseley netewayetî û raperînî cemawerî û şêwe nîzamîyekanî ew raperîne û hêndêk dastan û beserhatî şorişî cemawerî le Çîn û Kûba û Rûsîya, dûhem dayîrkirdnî metebêkî giştî bê beranber bo hemû însanekan çi Êranî, çi ‘Êraqî, çi Talebanî ya Barzanî.

Le zemîney hewel da polî rojaneman dayîr kird ke hemû Kurde penaberekan beşdariyan têda dekrid. Lew polane da Kurdekan basî ezmûnekanî şorişî xoyan dekrid û ême be zimanî tewaw sade û heremeyî sebaret be komelanî zehmetkêş û kirêkar, le jêr guşar da bûn û çewsanewey abûrî ewan, kêşey hejarî û pêwîstî dabeşkirdnî ‘adilaney serwetî neteweyî û boçî debê şoriş bikrê, qiseman bo dekirdin. Paş maweyek destman kird be tîoriyekanî şerî şorişigêrane û ziyatir tîorîyekanî Mao Tsêtung. Se’atî zorîş terxan kirabû bo pirsyar û wulam û beşdaran mesele, gîrugrift û pirsyarekanî xoyan dehêna gorê û deyanxiste ber gengeşey giştî û degeyiştîne akamêkî herewezî.

Ew meselaney dehatne gorê zor car dûpate dekranewe çunke be boçûnî ême fêrbûn beşêk bû le gişt û fêr bûnî baştir le gelaley giştî û fêr nebûnî bû. Se’atî ders gutnewe leber ewey Helebce nawçey şer bû diyarî nebû û her katêk derfet hebûba, kilasekan dayîr debûn. Be tenîşt ew dersanewe hêndêk danîştinîş terxan kirabûn bo fêrkirdnî yarmetîye seretayiyekanî pizişkî be taybetî le cebhey şer û le layen pêşmergekanewe pêşwazî lê dekra.

Kak Kawe (Husên Marexanî)

Ew kare ziyatir le salêk berdewam bû û be tesewrî min zor bekelik û pir netîce bû. Babetêk ke le dîdî ême tewaw be nihênî ragîrabû ewîş dest pêkirdnî kêşe û dûberekî bû le nawxoy girûpeke da. Le nêwan birayanî Namdar le layekewe û kure pûre azayekeyan Kak ‘Ebbas le layekî dîkewe (be tewawî wek dijberîyekanî nêwan Qadir Şerîf û Kak Kawe le Bekreco). ‘Ebbas le ber dilêrîyekanî xoy ziyatir bibuwe cêy serincî cewananî girûpeke û deyanwîst ew bibête serliq (fermande). Bo birayanî Namdar ke zehmetî zoryan kêşabû bo rêkxistinî girûpeke, le dest danî fermandeyî be hîç cor le gorê da nebû. Cewanekan layengirî ‘Ebbasyan dekrid û betemenekanîş layengirî Namdarekanyan dekrid.

Dirêjey heye…

hsghazi@gmail.com