Sebîl û Reşad û Erdogan

Erdogan rota xwe guhert. Piştî duwazdeh salan, hişmendiya Erdogan ya “îslama tirk” eşkere bû. Bi gotina  sîstem hatiye guhertin, “darbeya îslamî”  îlan kir.  Her kesî digot, Erdogan şagirtê Erbakan e, berhemê "millî goruş" (ixwanên Tirk) e, lê kesî ne got “wê bibe  YEK KES û HER KESê ixwan-î tirk,  di sebîlûlreşad de kom bike. 

Ev Terîqata Eylulîst e û bi saya Erdogan “tekelîstan”ek hatiye avakirin. 

Dîsa jî, dema behsa Kurdan tê kirin, wek lawirê ku qaqilkê xwe winda bike, Erdogan dilerize. Gurrî-çepeliya wî dixwere. Sar birînên gurrîtiyê diqeşêre, germ jî birînên gurrîtiyê  bi wan dike. 

Her roj civînekê çêdike. Lê civînên wî yên dawî reng guhertine. Di rengekî modernîtê de bi krawat, cilûbergên Ewropa, rih û por qusandî, bi gotineke kurdî  “tivtivandî” ne. Lê bi deng û gotinên DAIŞ´ê diaxive. 

Di dagirkirina Farqîn, Gimgim û gundê Şapatanê de DAIŞ’tî hebû. Ne kêm xerabtir!..

Mirovekî ji Farqînê digot: Min tiştê wisa nedîtin, tenê di kiryarên Israîlê li Filîstînê de, di kiryarên DAIŞê de dîtin.

Erdogan, berî duwazdeh salan, modernîstekî entelektuel xuya dikir, Mehmet Altanê ku wek favoriyê rewşenbîriya tirk dihate dîtin jî di nav de, her kes li dora xwe kom kir. Bi gavên hêdî, sebir, îro jî îslamîstên “qehhar”, ku dibin sîwana sebîlûlreşad de ne, li dora xwe kom dike. 

Qeharê ku heqaret li Ataturk kir jî, di sifra dawî ya Erdogan de rûniştî bû. CHP´ê jî hêrsa xwe bi civîna çapemeniyê eşkere kir û ha ha da qîran.  Lê CHP li hemberî qirkirina gelê Kurd, wêrankirina  navçe, gundên Kurdan dengê xwe dernaxê. CHP jî versiyoneke din a Eylulîst e.

Erdoganê ku “tekelîstan”ek afirandiye, pêr jî di axaftina bi murîdên sebîlûlreşad û muxtaran re, da qîran û Kurd di gora betonî de gom kirin. Ji sedema ku Bahçelî Bilal dikirand, Erdugan heqaret lê kir. Li hemberî dijberiya malbatên eskeran jî, Erdogan got: “Heta yek ji wan bimîne emê şerê xwe bidomînin”, yanî kuştin û xwîn wê bidome.  

Em bibêjin: Çawa be Bilal namire, zarokên wezîr û zadeganên li dora wî jî namirin. Di dimire jî  ne xem e. Di tekelîstana Erdogan de, gel hatiye pûç kirin, kes dengê gel nake û îradeya gel jî hatiye xesp kirin. Dema ku Erdogan digot, Hitler kî ye, Musolînî kî ye, em hêza xwe ji “heq û halk (gel) disîtinin”, demagojî dikir. Tîra Heq-Rab, di zaliman re naçe. Dimîne halk (gel), ew jî dîl hatiye girtin û bi mirinê re radibe, rûdine û radize. Erdogan û endamên sebîlûlreşad mane û xwe xwediyê dewleta tirk ya îslamî îlan  kirin.

Erdogan bi sîstema ku dibêje hatiye guhertin, mirin zêde kiriye, girtin û biçavkirin zêde kirine, nîvê Tirkiyê Bakurê Kurdistanê kişûmat kiriye nav diranê çerxa faşîzmê. Ha giyotîn, ha kontrayên polîs û leşkerên hov…  Celad cellad e, yê fermanê dide, yê biryara kuştinê dide, yê infazê  dike û yê şelîtê dike stuwê mirovan, tev Celad in.

Yê ku leşker, kontrayan dişîne Kurdistanê, yê ku lingikê çekê dişîne, yê ku topê diteqîne, yê ku balafiran dişîne, yê ku bombeyan ji balafiran dibarîne, teva celad in. Yek  sucî dikin. Hem mirovan dikujin, hem axê, avê û hewayê dikujin, di kesayeta van tevan de Xweda dikujin.  Lejyoner in û yek rol û misyona wan heye, dagirkirin, kuştin, talankirin.

DAIŞ jî Celadiyê dike, Erdogan jî.  

Van celladan,  edebiyat kuştiye, medya kuştiye, entelektuel kuştine, lê artêşek bi tîtra Prof. derxistine holê: Tev jî bi yek erbanê, îdeolojiya YEK KESî dilorînin. Bêyî estetîze bikin, ha ha pexşanên best-sellerî rêz dikin. 

Di sîstema nû  ya Erdogan de, falsifîkatorên mezin  yên eniya îslama tirk hene. Di sîstema YEK KES Erdogan de, analîzên  komployan  bi dawî bûne, tenê pratîzekirina teoriyên komplo hene.  Darbekar, bi partîzekirina teoriyên xwe navdar in. 

Encam:  Teqan, çirava Kurdistanê navdar e,  dagirkeran difetisîne. Di dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan de, Erdogan jî wê nikaribe li ber taqên zafernamê rûne, nan û qawîta serketinê bixwe, ab-i jiyanê vexwe. Erdogan, bi mîratzadetiya Eylûlîstan re di labîrenta post-apokalîptîk de digere û gora betonî ya Agirî dubare dike. Teqana mezin ya Kurdistanê li vir dest pê dike  

Bi nîşan dibêjim, nêzîk ne dûr YEK KESê ku ala celadiyê dibalivîne, gora betonî şanî Kurdan dide, wê bi stima ve bikevê, ew ê nikaribe li Bilal jî, li xwe jî xwedî derkeve. Xwediyê miriya kor in. Ew YEK KES, nanê  hilbijartinên din naxwe. END.